Balyozê Îranê yê Engerê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bang kirin

28-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber hepyevîna Balyozê Îranê yê Bexdayê Mescîdî ka dabû Rûdawê, Balyozê Îranê yê Enqerê Mihemed Ferezmend,  bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bang kirin.

Li gorî ku malpera nûçeyan a fermî ya Tirkiyê ku dispêre diplomatan, Ji ber ku Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî Tirkiyê bi binpêkirina serweriya Iraqê renexe kiribû, Wezareta Derve ya Tirkiyê bangî Balyoyê Îranê yê Eqerê kir û bertek da bertek dan Balyozê Îranê û jê xwest li dijî têkoşîna bi terorê re piştevaniya Tirkiyê bikin.

Herwiha balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatih Yildiz jî li ser twitterê bertek dabû û wiha gotibû  “Balyozê Îranê kesê herî dawî ye ku derbarê rêzgirtin li sînorîn Îraqê de şîretan li Tirkiyê bike.”

Balyozê Îranê li Bexda, Îrec Mescidî gotibû “Pirsa Şingalê çi pêwendî bi Tirkiyê ve heye, ev pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê Iraqî bi xwe çareser bikin. Endaman werbigirin û biryarê li ser bidin, dibe ku beşek pêwendî bi Herêma Kurdistanê ve hebe, pêwendî bi Şingalê bi xswe ve hebe, pêwendî bi hikûmeta navendî ve hebe, ti pêwendiya wê bi Tirkiyê re nîne ku gefan bixwe yan jî biryarê li ser vê babetê derbixwe. Eger weha be, em her gefekê ji aliyê Tirkiyê yan jî aliyên din ve red dikin.

Em destwerdana serbazî li nava Iraqê red dikin û nabe hêzên Tirkiyê bi ti awayekî bibin gef li ser axa Iraqê yan jî dagîr bikin. |Divê hêzên Iraqî bi xwe asayîşê peyda bikin, Hêzên Herêma Kurdistanê li navçeyên xwe asayîşê biparêzin û asayîş li navçeyê bê cêgîrkirin. Em vê yekê rast nabînin ku Tirkiyê yan jî her welatekî din li Iraqê destwerdana serbazî bike, yan jî pêşveçûneke serbazî encam bide, yan jî hebûna wê ya serbazî hebe. Min di bersiva pirseke pêş de jî got, divê Tirkiyê vegerin ser hêl û sînorên xwe yê navdewletî û li wir cêgîr bibin û asayîşa Iraqê ji aliyê Iraqiyan bi xwe ve bê peydakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst