Omer Çelik: CHP avê şêlû dike

28-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê encamên hilbijartina serokomariya Tirkiyê de ragihand ku Navenda Giştî ya CHPê avê şêlû dike û got: "Em dê li bendê bin ku heta dengên dawî bê hejmartin."

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk rexne li gotinên Berdevkê CHPê Faîk Oztrak girt ku gotibû "Divê kes li balkonê neaxive û avê şêlû neke."

Omer Çelîk got: “Di 14ê Gulanê de Ekrem Îmamoglû û Mansur Yavaş av şêlû kirin. Wan gotin ku ‘bila di navbera me de lê em serketin’. Li Navenda Giştî ya CHPê avê şêlû dike. Li ba wan kevneşopiya axaftina balkonê nîne, lê li ba me heye.”

Çelîk wiha axivî: “Dîsa bi lez û bez hemû daneyan wek daneyên Tirkiyê didin. Niha sindoq vedibin, em bi hev re li ser ekranan dibînin. Kevneşopiyên me hene ku heta dengên dawî neyê hejmartin em nabêjin 'dengê me ev e'.

Yên ku di şeva 14ê Gulanê de avê şêlû dikin û encamên hilbijartinê eşkere kirine li Navenda Giştî ya CHPê ye.

Em îro ahenga demokrasiyê pêk tînin. Cara yekem bû ku hilbijartina gera duyemîn hate ceribandin. Em dê encaman bi hev re bibînin.

Ne hewce ye ku mirov dilteng bibe. Hewce nake ku Navenda CHPê atmosfera panîkê çêbike. Jixwe hemû kes dikare xwe bigihîne hemû daneyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst