Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de Recep Tayyip Erdogan wek serokkomarê nû hatiye hilbijartin.
Serokê YSK'ê Ahmet Yener di daxuyaniyekê de serkeftina Erdogan di hilbijajrtinan de ragihand û got: “Ji bo serokomariya Tirkiyê li gor encamên destpêkê wiha tê dîtin ku Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê hatiye hilbijartin.”
Ahmet Yener diyar kir: “Li welêt heta niha ji 192 hezar û 214 sindoqan 191 hezar û 758 sindoq hatine vekirin û rêjeya vekirina sindoqan li welêt 99,32 ye. Hat dîtin ku li welêt Erdogan %51,91ê dengan, Kiliçdaroglu jî %48,09 deng standine.”
Yener behsa dengên derveyî welat kir û got: “Hate dîtin ku li derveyî welat ji 5657 sindoqan 4986 sindoq hatine vekirin û rêjeya vekirina sindoqan jî 88,14 bûye. Hate dîtin ku Erdogan ji sedî 59,80 û Kiliçdaroglu jî ji sedî 40,20 ê dengan stendiye.”
Serokê YSKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa encamên gitşî kir û got: “Li gor encamên dengdana hundir û derveyî welat hat dîtin ku ji 197 hezar û 871 sindoqan, 196 hezar û 744 sindoq hatine vekirin ku dike ji sedî 99,43ê sindoqan. Hat dîtin ku Erdogan ji sedî 52,14ê dengan û Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,86 dengan standine.”
Ahmet Yener destnîşan kir: “Ji bo serokomariya Tirkiyê li gor encamên destpêkê wiha tê dîtin ku Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê hatiye hilbijartin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse