Erdogan û Kiliçdaroglu hevdu bi 'têkiliya ligel PKKê' tohmetbar dikin

26-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu. Wêne: AA, Grafîk: Rûdaw
Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu. Wêne: AA, Grafîk: Rûdaw
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Recep Tayyip Erdogan Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku tenê du roj ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê mane, her du berbijêrên serokkomariyê Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu hevdu bi “peywendiya ligel PKKê” tohmetbar dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk (YSP) 25ê Gulanê careke din piştgiriya xwe ji bo berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ragihandin û banga çûna ser sindoqan kirin.

Herdu partiyan gotin, Erdogan ji bo wan ne bijardeyeke û tekane bijarde guhertina Erdogan û desthilata ku nûnertiya wê dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê îdîayên Kiliçdaroglu ku di TRTê de gotibû peywendiya Erdogan ligel PKKê heye red kir û careke din Kiliçdaroglu tohmetbar kir ku PKK bi rêya HDPê piştgiriya wî dike.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur, Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Me ligel rêxistinên terorê hevdîtin nekirine û careke din dibêjim divê tu vê îdîaya xwe îspat bikî. Miletê min baş dizane ku di rûbirûbûna terorê de Erdogan û hevalên wî di çi qonaqê de ne. Lê mixabin te li gel HDPê ku niha hûn mil bi mil bihevra kar dikin nîqaşa wê yekê kir hûnê li derveyî sînor karên çawa bikin. Te li ku derê ev hevdîtin kir? Li odeya wan ya li parlamentoyê.” 

Heman rojê berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya hilbijartinên 28ê Gulanê de li parêzgeha Enqerê serdana karkeran kir û di rojeva wî de mijarên civakî hebûn.

Kemal Kiliçdaroglu got: “Pêwîstiya Tirkiyê bi guhertinekê, aştiyê, himbêzkirina hevdû heye. Em gelekî ji hev hatin veqetandin, hatin cûdakirin. Êdî em hatine wê astê ku hevdû wek dijmin dibînin. Divê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe. Kî kedkar be divê dewlet ligel wî be. Pêwîste dewlet pirsgirêkên hene çareser bike. Armanca me jî ev e.”

Kiliçdaroglu rojek beriya wê di axaftina xwe ya di TRTê de, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur ê serokkomariyê Recep Tayyip Erdogan bi wê yekê tohmetbar kiribû ku peywendiya wî ligel PKKê heye. 

Piştî lihevkirina Serokê Partiya Zafer ligel Kiliçdaroglu bi taybetî mijara qeyûman bûbû sedema nerazîbûna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk (YSP), lê vê yekê helwesta wan a 28ê Gulanê neguhert û ew li ser biryara xwe man. 

Tenê 2 roj ji hilbijartina serokkomariya Tirkiyê re mane û tohmetên aliyên siyasî ji bo hevdû tundtir bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst