Li Îzmîrê agir bi daristanan ket: Kesek hat girtin, 3 kes jî hatin desteserkirin

28-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, derbarê 2 şewatên cuda yên li daristanan kesek hat girtin û 3 kes jî hatin desteserkirin.

Li gundê Yakakoyê ya navçeya Bornovayê ya Îzmîrê agir bi zeviyeke çandiniyê ket û piştre gihîşt daristanê.

Tîmên agirvemirandinê bi 2 balafir, 11 helîkopter, 22 wesayîtên agirvemirandinê û 3 dozeran hewl da agir kontrol bikin.

Parêzgarê Îzmîrê Suleyman Elban li cihê bûyerê lêkolîn kir û ragihand ku sedema derketina agir çirûskên ji ber tamîrkirina banê xaniyekî bûne.

Elban diyar kir ku heta niha li navçeyê 455 mal hatine valakirin û derbarê bûyerê 3 kes hatine desteserkirin.

Li aliyê din derbarê agirê ku roja pêncşemê li navçeya Alîagayê li zibilxaneyekê dest pê kiribû û bi bandora ba derbasî daristanê bûbû jî kesekî bi navê M.E. ku 42 salî ye wekî gumanbar hatibû desteserkirin.

Piştî kar û barên îfadeyê gumanbar M.E. bi biryara dadgehê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst