Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy pêvajoya aştiyê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de gotûbêj kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bi rêya telefonê axivîn.
Di peywendiyê de pêvajoya aştiya Rûsya-Ukrayna û pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê, Erdogan di peywendiyê de diyar kir ku ew dan û standinên aştiyê yên li Alaska û Washingtonê ji nêz ve dişopînin.
Erdogan her wiha tekez kir ku Tirkiye hewlên xwe yên ji bo bidawîkirina şer bi aştiyeke mayînde didomîne.
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku piştî pêkhatina aştiyê, Tirkiye amade ye ji bo ewlehiya Ukraynayê hevkariyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse