Sezen Aksu: Ez bejna xwe li beramber Jîna Emînî ditewînim

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Sezen Aksu Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda naskirî ya Tirkiyê Sezen Aksu bi daxuyaniyekê karvedan nîşanî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve nîşan da û got: “Ez bi rêzdarî bejna xwe li hember Mahsa Amînî û  hemû ew jinên li Îran û cîhanê ji bo azadiyê têdikoşin, ditewînim. Êşa we êşa min e û têkoşîna we têkoşîna min e.”

Karvedanên  kuştina Keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve,  ji bilî xwepêşandanên li navxweyê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li ser asta cîhanê  berdewam in û hejmareke zêde ya hunermendên naskirî peyamên piştevaniyê bo xwepêşandanan belav dikin.

Hunermenda naskirî ya Tirkiyê Sezen Aksu jî li ser malpera xwe ya fermî peyamek piştevaniyê bo xwepêşanderên Îranê û keça Kurd Jîna Emînî belav kir.

Sezen Aksu di peyama xwe de dibêje: “Jinên Îranî, perdeya vê raboriya bi êş qetandin, kesên baş birin aliyên xwe, bi ser agir de diçin. Ez bi rêzdarî bejna xwe li beramber Mahsa Amînî ku di temenê xwe yê ciwan de hatiye kuştin û wêrekiya hemû ew jinên li Îran û cîhanê ji bo azadiyê têdikoşin, ditewînim. Êşa we êşa min e û têkoşîna we têkoşîna min e.”

Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî 13ê Îlona 2022ê li bajarê Tehranê yê Îranê bi hinceta “pabendnebûna hîcabê” ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat desteserkirin. Piştî desteserkirinê bo nexweşxaneyê hat rakirin û di 16ê Îlonê de canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna dibêjin keça wan di encama îşkenceya di dema destserkirinê  de canê xwe ji dest daye. Ji wê dîrokê ve li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî tên li darxistin. Li gor Rêxistina Mafên Mirov a Îranê, heta roja Dûşemê 26ê Îlonê bi kêmanî 76 xwepêşanderan canê xwe ji dest dane, ji wan 6 jin in û 4 jî zarok in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst