Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyeyê roja Yekşemê 31ê Adara 2024an tên kirin.
Di van hilbijartinan de li gelek bajaran rikeberiyeke tund heye.
Li hinek bajaran 2 partî û li hinek bajaran 3 partî rikeberiya hev dikin.
AK Partî ya ku partiya desthilatê ye hêza xwe ya berê ji dest daye û vê yekê jî li bajarên Tirkiyeyê şansê CHPyê û li bajarên Bakurê Kurdistanê jî şansê DEM Partiyê zêdetir kiriye.
CHP jî bêyî hevpeymaniyekê beşdarî van hilbijartinan dibe û vê carê li bajarên mezin ên Tirkiyeyê ji piştgiriya DEM Partiyê bêpar e.
Ev yek li bajarên wekî Stenbol, Antalya û Edeneyê serkeftina CHPyê zehmettir dike.
AK Partî û MHP wekî 2019an Hevpeymaniya Cumhur berdewam dikin û ev yek li hemberî CHP û DEM Partiyê şansê wan zêdetir dike.
Zêdebûna dengên Partiya Yenîden Refahê jî ya bi serokatiya Fatîh Erbakan ku partiyeke Îslamî ye li gelek bajaran karê AK Partiyê zehmettir kiriye, bi taybetî jî li bajarên wekî Stenbol û Rihayê.
Hevdîtinên hevpeymaniyê yên di navbera AK Partî û Yenîden Refahê de bê encam mabûn û wê partiyê li her derê berbijêrên xwe nîşan dabûn.
10 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku rikeberiya herî tund lê heye:
1 – Stenbol:
Li Stenbolê di navbera berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu û berbijêrê AK Partiyê Murat Kurum de rikeberiyeke tund heye û dê ji her du berbijêran yek bi ser bikeve.
Herçiqas piraniya rapirsiyan Ekrem Îmamoglu wekî serkeftî nîşan didin jî Serokê Şaxa AK Partiyê ya Stenbolê ji Rûdawê re ragihand ku ew di rapirsiyan de 1,5-2 puanan li pêş in.
Her du partî jî girîngiyeke zêde didin Stenbolê ku bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye.
Dengên Kurdan li Stenbolê rasterast bandorê li hilbijartinan dike. Dengdêrên Kurd çiqas zêdetir piştgiriya DEM Partiyê bikin dê şansê AK Partiyê ewqasî zêde bibe.
Herwiha ji ber ku bingeha wê û AK Partiyê yek e, rêjeya dengên Yenîden Refahê jî dê bandorê li encaman bike.
2 – Bursa:
Bursa çaremîn bajarê mezin ê Tirkiyeyê ye û li vê derê jî AK Partî û CHP rikeberiya hev dikin.
Di hilbijartinên 2019an de AK Partî bi rêjeya ji sedî 49 bi ser ketibû û CHPê jî ji sedî 47 wergirtibû.
2019an HDPyê piştgiriya CHPyê kiribû û di van hilbijartinan de DEM Partiyê berbijêr nîşan daye û piştgiriya CHPyê nake. Vê yekê karê CHPyê zehmettir kiriye lê dîsa jî şansê wê heye.
3 – Antalya:
Antalya yek ji wan bajaran bû ku sala 2019an CHP bi piştgiriya HDPyê bi ser ketibû û şaredarî ji AK Partiyê wergirtibû.
Li gor rapirsiyan li Antalyayê îhtimala serkeftina berbijêrê AK Partî û CHPyê nêzîkî hev in. Lê derxistina berbijêr ji aliyê DEM Partiyê ve li vê parêzgehê jî karê CHPyê zehmettir kiriye.
4 – Aydin:
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê jî di navbera AK Partî û CHPyê de rikeberiyeke tund heye.
Tevî ku niha şaredarî di destê CHPyê de ye jî li gorî rapirsiyan AK Partî ji sedî 1.5 li pêş e.
Lê vê derê jî berovajî hilbijartinên 2019an DEM Partiyê berbijêr nîşan daye û vê carê piştgiriya CHPyê nake.
5 – Mêrsîn:
Rikeberiya li Mêrsînê di navbera CHP û MHPyê de ye. Li Mêrsînê sala 2019an CHP bi piştgiriya dengên Kurdan bi ser ketibû û şaredarî ji MHPyê wergirtibû.
AK Partiyê li Mêrsînê wekî 2019an berbijêr nîşan nedaye û di çarçoveya Hevpeymaniya Cumhur de piştgiriya berbijêrê MHPyê dike.
Berovajî bajarê mezin ên din DEM Partî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê piştgiriya CHPyê dike, li hember jî li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê CHP piştgiriya DEM Partiyê dike.
Li Mêrsînê hejmareke zêde ya Kurdan heye û dengên Kurdan yekalîker in.
6 – Edene:
Li Edeneyê jî sala 2019an CHPyê bi piştgiriya dengên HDPyê şaredarî ji MHPyê wergirtibû lê vê carê MHPyê berbijêr nîşan nedaye û di çarçoveya Hevpeymaniya Cumhur de piştgiriya berbijêrê AK Partiyê dike.
Ji ber ku DEM Partiyê berbijêr nîşan daye, di navbera berbijêrên AK Partî û CHPyê de rikeberiyeke tund heye.
Li gorî rapirsiyan berbijêrê CHPyê li pêş e lê ferqa di navbera berbijêrên CHP û AK Partiyê de tenê ji sedî 1-2 ye.
7 – Riha:
Riha yek ji wan bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku rikeberiyeke tund li ser Şaredariya Bajarê Mezin heye.
Li Rihayê DEM Partî, AK Partî û Yenîden Refah rikeberiya hev dikin.
Partiya Yenîden Refahê parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Kasim Gulpinar nîşan daye û vê yekê li Rihayê balansa hilbijartinê li dijî AK Partiyê guheriye.
Li gorî rapirsiyan li Rihayê îhtimala serkeftina DEM Partî, AK Partî û Yenîden Refahê wekî hev e û şansê her sêyan jî heye.
8 – Qers:
Li Qersa ku sala 2019an HDP bi ser ketibû û piştre qeyûm li ser hatibû danîn, rikeberî di navbera DEM Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê de ye.
AK Partiyê li vî bajarî Bakurê Kurdistanê berbijêr nîşan nedaye û piştgiriya MHPyê dike.
Berbijêrê ÎYÎ Partiyê jî bihêz e lê li gorî piraniya rapirsiyan li Qersê di hilbijartinên 31ê Adarê de berbijêrê DEM Partiyê bi ferqeke kêm bi ser dikeve.
9 – Çewlîg:
Li Çewlîgê jî rikeberî di navbera AK Partî û DEM Partiyê de ye.
Piştî ku sala 1999an DTP li Çewlîgê bi ser ketibû, careke din şaredarî neketibû destê partiyên Kurdan.
Ji sala 2004an ve AK Partî di hilbijartinên xwecihî de bi ser dikeve lê vê carê li gorî rapirsiyan şansê DEM Partiyê zêde ye.
Bihêzbûna Partiya Yenîden Refahê û berbijêrê HUDA PARê ku her du jî partiyên Îslamî ne li Çewlîgê karê AK Partiyê zehmettir dike û şansê DEM Partiyê zêdetir dike.
10 – Agirî:
Agirî jî yek ji wan bajaran e ku rikeberî di navbera AK Partî û DEM Partiyê de ye.
AK Partî piştî salên dirêj 2019an li hemberî HDPyê bi ferqeke zêde bi ser ketibû lê vê carê li gorî rapirsiyan şansê DEM Partiyê zêdetir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse