Yapicioglu: Gelê me rê neda hêzên hewl didin siyaseta Tirkiyê dîzayn bikin

29-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand kir ku dengdêran ji bo aramî û selameta Tirkiyê  terciha xwe kirin û got, "Gelê me rê neda zihniyeta mandaxwaz û hêzên mêtinger ên ku hewl didin siyaseta Tirkiyê dîzayn bikin."

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li navenda giştî ya partiya xwe di civîna çapemeniyê de behsa encamên gera duyemîn a Hilbijartina Serokomar kir û bibîr xist ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan li gorî encamên destpêkê dîsan weke serokomar hatiye hilbijartin.

Yapicioglu ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinê de pîrozbahî li Erdogan kir û hêvî xwest ku encamên hilbijartinê ji bo Tirkiyê û xelkê wî welatî bibe sedema xêrê.

Serokê Giştî yê HUDA PARê anî ziman ku “tevî zimanê nefretê yên hinek aliyan, gel eqlê selîm parast û îradeya xwe derxist holê” û wiha pê de çû: "Gelê me ji aliyê aramî û selameta memlaket û îstiqrara rêveberiyê de terciha xwe kir. Gelê me rê neda zihniyeta mandaxwaz û hêzên mêtinger ên ku hewl didin siyaseta Tirkiyê dîzayn bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin