Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku divê ti kes baweriyê bi gotegotên tarî yên li derveyî daxuyaniyên bijîşkan ên derbarê Sirri Sureyya Onder neyîne.”
Tedawiya Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û endamê şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder berdewam dike.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser rewşa Onder postek belav kir.
“Hêvî berdewam dike”
Ayşegulê xwest ku kes guh nede “gotegotên tarî” û wiha got:
"Rawestîna me ya bi hêvî ya ji bo hevalê me yê hêja, hevkarê me Sirri Sureyya Onder berdewam dike.
Baweriyê bi gotegotên tarî ên li derveyî daxuyaniyên dawî yên bijîşkan neyînin. Em di nobeta şîfayê de ne; bi dua, hêvî û xweziyên baş..."
Çi bûbû?
Sirri Sureyya Onder 15ê Nîsanê ji ber firehbûna damara aortê krîza dil kir û hat emeliyatkirin.
Tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê berdewam dike û rewşa wî hîn jî krîtik e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse