Stenbol (Rûdaw) - Li aliyekî tenduristiya Sirri Sureyya Onder û li aliyê din jî çarenivîsa “pêvajoya çareseriyê” tê meraqkirin.
15ê vê mehê krîza dil li Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder da.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê îro ragihand ku metirsiya li ser jiyana Onder berdewam dike.
Ev nexweşxaneya ku Onder lê tê dermankirin bûye navenda serlêdana kes û derdorên cuda.
Nexweşxane bûye navenda siyaset, burokrasî, dîplomasî, hevgirtin û piştevaniyê.
Di asta herî bilind de serlêdanên fermî û siyasî berdewam dikin.
Alîkarê Serokkomar, Serokê Parlamentoyê, serok û serkirdeyên partiyên siyasî, siyasetmedarên ji hemû alî û partiyan, xelk, hunermend û derdorên cuda cuda li ser hev berê xwe didin nexweşxaneyê.
Hevgirtin û dilxweşiya ji bo Onder ji sînorên partî, hizb û welêt jî derbas bûye.
"Em hêvîdar in dê tenduristiya wî baş bibe"
Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk derbarê rewşa Onder got:
"Em dia dikin, em hêvîdar in. Him gelê Tirk him gelê Kurd dizane wî xebateke gelekî bi rûmet kir.
Ew siyasetmedar û kes û hevalekî hêja ye. Em hêvîdar in ew ê di demeke nêzîk de bigihîje tenduristiya xwe.
Em dixwazin Sirrî wek berê, wek ku me dîtiye careke din bibînin."
Aqûbeta pêvajoya çareseriyê
Li nexweşxaneyê rewş ew e lê mijareke din jî tê meraqkirin ew jî çawaniya “pêvajoya çareseriyê” ye.
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Dadê re hat bipaşxistin.
Çûyîna Îmraliyê ne diyar e û pirs ew e, “Bê ka ji vir pê ve dê çi bibe, gelo dê kesekî din li şûna Onder bê erkdarkirin an dê hevdîtin bêyî wî bên kirin?”
Alîkarê Serokkomar û Berdevkê AK Partiyê didin zanîn ku pêvajo dê wekî ku hatiye plankirin berdewam bike.
“Bernameya pêvajoyê diyar e”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got ku ya girîng “îrade” ye û li pey çû:
“Di çarçoveya vê îradeyê de jî Serokkomarê me, Birêz Devlet Bahçelî û DEM Partiyê rolek wergirtiye û wan îradeya xwe daniye holê.
Ji derdorên cûda jî piştevanî heye û bernameya pêvajoyê diyar e."
“Ew pêvajoya ku heye dê berdewam bike”
Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz jî daxuyand ku “pêvajo” berdewam dike û got:
"Pêvajoya Tirkiyeya bê teror bi avayekî tendurist, bi xebata hemû saziyan dê berdewam bike.
Ti pirsgirêk û asteng nînin û nabin. Helbet xebata Sirri Beg gelekî girîng e û kes nikare înkar bike lê helbet ew pêvajoya ku heye dê berdewam bike."
Ji ber ku rewşa Onder ne diyar e û başbûna wî dê demeke dirêj biajo, tê payîn beşdarbûna kesek an kesên din a Heyeta Îmraliyê di rojên bê de were rojevê.
Nûnerên DEM Partiyê didin zanîn ku niha bo wan tiştê herî lezgîn tenduristiya Onder e û heta niha li ser Heyeta Îmraliyê ti nîqaş nînin.
“Tenê ev mijar di rojeva me de ye”
Parlementerê DEM Partiyê Temellî li ser mijarê got:
"Ji kêliya ku Sirri Beg qeyran derbas kiriye vir ve em hemû li vir in û tenê ev mijar di rojeva me de ye.
Ji ber wê jî bêyî wê di rojeva me de tiştekî din, mijareke din nîne."
Her çi qasî ne piştraskirî be jî navên hinek kesan di rojevê de ne lê divê him dewlet û him jî Ocalan li ser wan navên nû qayîl bin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên DEM Partiyê, dibe ku di rojên pêş de Pervîn Bûldan seriyekî bide Ocalan û li ser navên nû raya wî wergire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse