CHPyê biryar da: Gelo dê beşdarî komîsyonê bibe?

30-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Komîsyona Parlamentoyê CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku partiya wî dê beşdarî komisyona ku dê li Parlamentoyê bê avakirin bibe.

Ozgur Ozel piştî serdana xwe ya Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamogluyê ku li Silivriyê girtî ye, daxuyanî da çapemeniyê.

Ozel diyar kir ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr geriyaye û gotiye ku dê di biryarên komisyonê de şertê ‘piraniya wesfî’ bê bicihanîn.

Ozel anî ziman ku li ser vê bipêşketinê CHPyê biryar daye ku beşdarî komisyonê bibe û got, “Em dê sibe navê 10 hevalên xwe diyar bikin.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, di daxuyaniyên xwe yên berê de ji bo beşdarbûna komisyonê mercên nûnertiya wekhev û ‘piraniya wesfî’ danîbû pêş.

Numan Kurtulmuş di nameya ku ji partiyan re şandibû de xwestibû ku heta 31ê Tîrmehê ji bo endamtiya komisyonê navan diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst