Pîşesaziya leşkerî ya Tirkiyeyê gihiştiye çi astê?

30-08-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wesayîtên leşkerî yên Tirkiyeyê /Wêne: Rûdaw
Wesayîtên leşkerî yên Tirkiyeyê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Pîşesaziya Leşkerî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiye di van salên dawî de di mijara pîşesaziya leşkerî de gelek bipêşketinên girîng hene.

Ev yeke bandora xwe li ser hinerdeya Tirkiyeyê ya çekan jî dike.

Li gorî raporeke Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê ji 2020î heta sala 2024an  wate di nava 4 salan de hinardeya Tirkiyeyê ya çekan ji sedî 1,7 zêde bûye û niha di mijara hinerdekirina çekan de di nav welatên cihanê de di rêza 11ê de ye.

Li gorî amareke Wezareta Parastinê yaTirkiyeyê jî hikumetê sala 2025an ji bo pîşesaziya leşkerî 45 milyar dolar bûtçe terxan kiriye.

Bipêşketinên pîşesaziya leşkerî li Enqereyê di panelêke Navenda Ragehandina Serokkomariya Tirkiyeyê de  hate gotûbêj kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pîşesayiya parastinê ya Tirkiyeyê wiha got:

"Ez îro li Pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê dinêrim, pîşesaziya me ya parastinê ji bo welatê me bûye cihê şanaziyê û di hemû qadan de destan têne tomar kirin.

Dostên me pesnê serkevtinên me didin û neyarên me jî bi tirs û şepirzeyî dixwazin bigehin asta me."

Bipêşketinên sektora pîşesaziya leşkerî li Tirkiyeyê dibe mijara lêkolîn û semîner û panêlan jî.

Navenda Ragehandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê jî bi beşdariya hejmarek akademisyen û şarezayan di derbarê pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê panêlek li dar xist.

"Em ne girêdayî derve ne"

Akademisyenê Zanîngeha Dumlupinarê Dr. Bariş Adibellî amaje bi çekên xwemalî kir û wiha anî zimên:

"Em gelek ji rewşa heyî kêfxweş in. Hûn dizanin di mijara çekan de em zêdetir girêdayî derve bûn.

Îro êdî em ne muhtacê derve ne û rêjeya çekên me yên xwemalî û netewî jî zêde bûne.

Di vê panelê de jî behsa vê hate kirin. Em şanaziyê bi welatê xwe dikin."

Beşdara panelê Aysel Demîrê got, "Ez bipêşketinên pîşesaziya leşkerî ya welatê me bi şanaziyê ve dişopînim.

Ev sektor di nav cihanê de jî bi şanazî nûneratiya me dike.

Karên bi qehramanane têne kirin ji bo ciwanên me jî dibine nimune bi her awayî li dervey Tirkiyeyê jî serê me bi van karan bilind e."

"Eger pêvajo bi ser bikeve dê zerera 40 salan bê qerebûkirin"

Yekî ji beşdarên panêlê Mete Çubukçu jî bi taybetî amaje bi pêvajoya aştî û çareseriyê dike.

Bi dîtina Çubukçu Tirkiyeyê heta niha dahateke zêde ji ber şerê PKKyê ji dest daye lê eger pêvajo bi ser bikeve Tirkiye dikare xercên xwe yên leşkerî kêm bike û wiha pê de çû:

"Eger pêvajo bi ser bikeve û Tirkiye bigihîje armanca xwe ya `Tirkiyeya Bêteror` di encamê de Tirkiye pareyê xwe yê ku ji bo vî karî xerc dike dê vegerîne nav aboriya xwe û di qadên din de jî dê sûdê jê bibîne û zirara 40 salên borî jî dê bête qerebûkirin."

Îmarat di rêza yekem de ye

Li gorî raporên pêwendîdar bi mijarê, Tirkiye niha çekan dişîne 18 welatên cihanê.

Di wan welatan de Îmarat bi rêjeya 18 ji sedî di rêza yekem de ye Pakistan bi rêjeya 10 ji sedî di rêza duyem û Qeter bi rêjeya 9,9 ji sedî di rêza seyem de ye.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst