VÎDEO - Di pîrozbahiyan de hewl dan ala HUDA PARê bişewitînin

31-05-2023
RÛDAW
Bûyer li navçeya Bagcilar a Stenbolê rû daye
Bûyer li navçeya Bagcilar a Stenbolê rû daye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeke ku li Stenbolê, beşdarî pîrozbahiyên şampiyoniya Galatasarayê bibûn hewl dan ala HUDA PARê bişewitînin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku hin kesên beşdarî di pîrozbahiya şampiyoniya Galatasarayê de kirine, hewl didin ala HUDA PARê ya ji bo hilbijartinan hatiye daliqandin daxînin û bişewîtin.

Bûyer li navçeya Bagcilar a Stenbolê rû daye.

Komek alîgirên Galatasarayê ala HUDA PARê ya ku li stûnê hatibû daliqandin daxistin û agir berdan alê. Di wê demê de 2 kesên li wê derê amade,  midexaleyê ciwanan dike û yek ji wan şeqekê li ciwanekî dide.

Li ser vê yekê alîgirên din ên tîma Galatasarayê diçin cihê bûyerê û bo demeke kurt rageşî çêdibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst