Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) navên endamên xwe yên komîsyona pêvajoya çareseriyê ya ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin eşkere kirin.
Serokwekîlê AK Partiyê Abdullah Guler derbarê komîsyona ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin daxuyanî da.
Guler di daxuyaniya xwe de navên endamên ku ji bo komîsyonê hatine diyarkirin eşkere kirin.
"Nûnertiya ji 7 herêman"
Abdullah Guler anî ziman ku wan nûnertiya ji 7 herêman li ber çavan girtiye û got:
"Me di lîsteya xwe de cih da 4 parlamenterên ji Herêma Marmarayê, 2 ji Behra Reş, 3 ji Anatolyaya Navîn, 3 ji Herêma Başûrêrojhilatê Anadoluyê, 1 ji Egeyê, 3 ji Herêma Rojhilatê Anadoluyê û 5 jî ji Herêma Behra Spî.
Navên ku hatine diyarkirin ev in: Abdulhamit Gul, Mustafa Şen, Kurşad Zorlu, Huseyîn Yayman, Cuneyt Yuksel, Sunay Karamîk, Selamî Altinok, Kemal Çelîk, Mehmet Şahîn, Mehmet Saît Yaz, Mahmut Atîlla Kaya, Şengul Karsli, Ayşe Bohurler, Radiye Sezer Katircioglu, Tahîr Akyurek, Alî Kiratli, Cevahîr Asuman Yazmaci, Gokhan Dîktaş, Burhan Kayaturk, Abdurrahman Babacan û Ersan Aksu. Ez hêvî dikim ku komîsyon bi xêr be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse