Mitînga Aştiyê ya Stenbolê: 'Çavên her kesî li gavên dewletê ye'

31-08-2025
Omer Sonmez
Nîşan Stenbol DEM Partî
A+ A-

Stenbol - Bi boneya 1ê Îlonê Roja Cîhanî ya Aştiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Çareseriyê de, li Stenbolê mitîngeke girseyî hat lidarxistin.

Di mitînga ku bi pêşengiya Partiya Gelan a Wekhevî Demokrasiyê (DEM Partî) û Platforma Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Kadikoyê hat organîzekirin de, daxwaza sereke çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û pêkanîna aştiyê bû.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari bangî dewletê kir ku gavan bavêje û her wiha peyama Abdullah Ocalan a ji bo 1ê Îlonê jî hat xwendin.

Di mitînga ku bi dirûşma “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” hat lidarxistin de, partî, rêxistin, sazî û sendîkayan bi kortej û bi dirûşmayan ber bi qadê ve meşiyan.

Zimanê mitîngê bi Kurdî û Tirkî bû û daxwaza sereke ya beşdaran pêkanîna aştî û wekheviyê bû.

Dayîkeke Kurd a bi navê Selahat Dargayê hestên xwe wiha anî zimên, “Em aştiyê dixwazin. Bila serokê me were parlamentoyê û şer bide rawestandin. Bila deriyên heps û zîndanan bên vekirin.”

Dayîka Aştiyê Bêzar Bîngolê jî got, “Em aştî û azadiyê dixwazin. Me zarokên xwe kiriye berdêl. Zarokên me xwîna xwe rijandine. Em dixwazin li ser xwîna wan êdî aştî çêbe.”

Hatimogullari: Divê girtiyên Doza Kobaniyê bên berdan

Tulay Hatimogullari di mitîngê de bi laçika spî ku sembola aştiyê ye derket ser dikê û bangî dewletê kir.

Hatimogullari xwest ku ji bo pêvajoyê gavên şênber bên avêtin û got:

“Komîsyona li parlamentoyê ji bo pêvajoyê bilezîne divê sererastkirinên yasayî pêk bîne. Ji yasaya înfazê bigirin heta yasaya rakirina qeyûman û yasaya birvebiriyên herêmî yên demokratîk.

Hin pêngav jî hene ku bêyî yasa jî dikarin bên avêtin.

Wekî berdana girtiyên nexweş û kesên înfaza wan tên şewitandin.

Divê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên Doza Kobaniyê derhal bên berdan.”

Peyama Ocalan: Aştî avakirina jiyaneke demokratîk e

Di mitîngê de posterekî mezin ê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hat vekirin û dirûşmayên ji bo azadiya wî hatin avêtin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê peyama Ocalan a ji bo 1ê Îlonê xwend.

Di peyamê de hat gotin ku “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, avakirina jiyaneke demokratîk e.”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê jî li ser pêvajoyê jî wiha got: “Îro li her derê rihê aştiyê derketiye holê. Dema em lê dinêrin ji sedî 70ê gelê Tirkiyeyê piştgirî dide pêvajoyê.

Ji aliyê PKKyê ve gavên hewce hatine avêtin. Ji loma jî îro çavên her kesî li gavên dewletê ne.”

Daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî

Dayîkên Aştiyê jî li ser dikê peyam da û got, “Ew dewleta ku zimanê me nas neke, em jî dê wan nas nekin.”

Her wiha Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî bi pankarta “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” li qada mitîngê daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî kir.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak got, “Em dixwazin Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn.

Daxwaza sereke ya Kurdan ev e, pêwîst e Kurdî bibe xwedî statu.

Divê zarokên me ji dibistana seretayî heta zanîngehê karibin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.”

Di mitîngê de her wiha piştgirî ji bo gelên Filistîn, Ukrayna û Rojavayê Kurdistanê jî hat dayîn. Mitîng bi konsera Koma Babetna û govend û dîlanê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin