Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê 10 endamên meclisên şaredariyên CHPyê bi hinceta "endamtiya PKKyê" hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînek li ser 9 şaredariyên CHPyê yên Stenbolê vekiribû û bi hinceta ku "endamên PKKyê di rêveberiya şaredariyan de bi cih kirine" 10 kes desteser kiribûn.
Di nava wan 10 kesên de alîkarên serokên şaredariyên Kartal û Ataşehîrê jî hebûn.
Doh her 10 kes li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê derketin pêşberî dadgehê û bi tohmeta "endamtiya rêxistina çekdar" hatin girtin.
Beşdariya wan a di protestoyên li dijî qeyûman de di îdîanameyê de wekî sûc hatiye diyarkirin.
Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu û çend parlamenterên din ên CHPyê ji bo piştgiriyê li Çaglayanê hazir bûn.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 11ê Sibata 2025an di dema desteserkirina wan 10 kesan de daxuyaniyek belav kiribû.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin, "Hat dîtin ku formula 'Lihevkirina Bajaran' ji aliyê rêveberiya rêxistinê ve hatiye amadekirin.
Formula 'Lihevkirina Bajaran' wiha ye: Eger Kurd li bajar û navçeyên rojava şaredariyan bi dest nexin jî dê di meclisên şaredariyan de kotayeke wan hebe û dê karibin biryaran bidin.
Armanc ew e ku di rêveberiyên xwecihî de cih bigirin û bibin hêzeke siyasî.
Sîstema Xweseriyê û 'Lihevkirina Bajaran' sîstemên rêxistinî yên DBP, HDK û DEM Partiyê û saziyên bingehîn ên rêxistinê ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse