Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê got, “Rojên xweş nêzîk in, em dê bi hev re ava bikin”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê bi boneya sala nû peyamek belav kir.
Hevserokan di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya aştî û diyalogê û got, "Rojên xweş nêzîk in, em dê bi hev re ava bikin."
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari di peyama sala nû de diyar kir ku saleke zehmet derbas bûye lê girîngiya hêza hevgirtinê û baweriya bi aştiyê jî hatiye dîtin.
Di peyamê de amaje bi pêvajoya çareseriyê hat dayîn û hat tekezîkirin ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
"Me hêza hevgirtinê dît"
Di peyama hevpar a hevserokan de wiha hat gotin:
"Em bi hêvî û bi hev re dikevin sala nû. Sala ku me li pey xwe hişt dijwar bû, li herêma me şer û neheqiyan em hemû westandin.
Lê belê tiştên ku fêrî me kirin jî gelek bûn: Me hêza hevgirtinê, nirxê xwedîderketina li hev û girîngiya baweriya bi aştiyê careke din dît.
Niha em li pêşiya xwe dinêrin. Sala nû, destpêkek nû ye. Em dixwazin bibe salek ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn hemû mirov di nav aramiyê de bijîn.
Ev ne tenê daxwazek e, ev soza me ye ku em dê ji bo vê bixebitin."
"Çareseriya her pirsgirêkê di lêgerîna bi hev re de ye"
Bakirhan û Hatîmogullariyê destnîşan kir ku bi axaftin û guhdarîkirinê hemû pirsgirêk çareser dibin û got:
"Em bawer dikin ku bi axaftin, guhdarîkirin û fêmkirina hevdû, ti pirsgirêkên ku em nekaribin çareser bikin nînin.
Ji Pirsgirêka Kurdan heta pirsgirêkên kedê, ji mafên jinan heta paşeroja ciwanan, çareseriya her pirsgirêkan di lêgerîna bi hev re de ye.
Wekî DEM Partiyê, ji bo siyaset û çareseriyeke ku ti kesî li derve nahêle û her kesî hembêz dike, em dê bi hemû hêza xwe bixebitin."
"Aştiya rastîn bi wekheviyê pêkan e"
Di dawiya peyamê de wiha hat gotin:
"Em dê li gel ked, wekhevî û edaletê bin. Lewra em dizanin ku aştiya rastîn, tenê li welatekî ku em hemû tê de wekhev û azad bin pêkan e.
Bila ev sala nû ji bo me hemûyan bibe sala aştî, demokrasî û biratiyê. Hêviya me mezin e, biryardariya me tam e.
Em sala nû ya hemû gelên me bi hestên xwe yên herî ji dil pîroz dikin. Rojên xweş nêzîk in, em dê bi hev re ava bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse