Çavê Rûdawê – Erdogan piyanoyekê diyarî zarokekî Kurd ê 12 salî dike

02 February 2024
Çavê Rûdawê – Erdogan piyanoyekê diyarî zarokekî Kurd ê 12 salî dike
Çavê Rûdawê – Erdogan piyanoyekê diyarî zarokekî Kurd ê 12 salî dike

Fîçer - Erdogan piyanoyekê diyarî zarokekî Kurd ê 12 salî dike


Gelek kesên behremend û xwedî şiyan di nav zarokên Kurd de hene ku bala gelek kesên navdar û serokên cîhanê kişandine ser xwe.

Yek ji wan zarokan Bager Çalişkî yê 12 salî ye û xelkê bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ye. Bager her çend zarokekî kor e jî lê di lêxistina piyanoyê de xwedî behreyeke xwedayî ye.

Bager dibêje: "Ez ji piyanîstan bêtir ji Beethoven hez dikim. Herwisa ez ji kilamên dengbêjên Kurd jî zaf hez dikim. Ez her dem rahênanê li ser piyanoyê dikim. Hêviya min ew e ku ez li cîhanê konseran saz bikim."

Bi sedema weşandina vîdyoyên Bager gava li piyanoyê dixe, navûdengê wî li hemî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî belav bû. Loma jî muzîkjenên navdar ên Tirkiyê serdana wî dikin.

Tew navdariya wî gihaştiye Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî. Behremendiya vî zarokê Kurd wer li Erdogan dike telefonî wî bike û herwisa pianoyekê jî jê re diyarî bişîne.

Fîçer- Jiyana malbateke ajelvan li Xorasanê

Qela Beyg yek ji gundên mezin ên bajarê Şêrwan li Xorasanê ye. Hemî rûniştvanên vî gundî Kurd in û bi sewalkarî û çandiniyê mijûl in.

Her maleke vî gundî bêtirî 500 serî ajelên mezin û biçûk xwedî dike û vê jî wisa kiriye ji %8ê goştê hemî Îranê dabîn bikin. Ji bilî berhemên spî.

Reza Caferî û Şeref Pîçranlû jin û mêrekî Kurd ên vî gundî ne ku bi sewalkariyê mijûl in. Zêdeyî 500 serî dewarên wan hene û tevahiya jiyana xwe vî karî dikin.

Li tevahiya gundên Xorasanê, 5 hezar malbatên ajeldar hene ku hezar ji wan koçer in û her sal çend caran diçin çol û zozanan.

Li gorî gotina welatiyên Xorasanê, zêdetirî ji sedî 90ê dahata xelkê wê ji sewalkarî û çandiniyê tê.

Fîçer- Bermahiyên mal û kinîştên Cihûyan li Mûsilê

Heta sala 1951ê, hejmareke mezin ji Cihûyan li Iraqê hebûn ku li piraniya bajar û bajarokan xwediyên mal, xênî û dikanan bûn. Ew hertim mijûlî bazirganiyê bûn.

Li Mûsila kevin hê jî taxek ku bi navê Taxa Cihûyan tê nasîn heye. Mal, dikan, kinîşt û dibistanên Cihûyan li vê taxê mane, tew nivîsên Îbranî jî ku wan berê li ser mermerên Mûsilê nivîsandine û di mal û perestgehên xwe de daliqandine mane.

Musenna Fazil - niştecihê Mûsila Kevin e, got: "Em li nêzîkî taxa Cihûyan li taxa Şêx Fethî bûn. Hemû dikandar Cihû bûn û bav û kalên me digotin ku Cihû mirovên aştîxwaz bûn."

Salim Helaqê 85 salî xelkê taxa Nebî Cercîs a Mûsilê ye. Bîranînên wî yên zarokatiyê bi Cihûyan re hene. Gelek caran ji dikanên Cihûyan şîranî û pêlîstokên zarokan dikirîn. Salim got “Ez zarok bûm, lê tê bîra min ku ez her roj diçûm dikanên Cihûyan. Wan baş dizanibû çawa qezenc bikin. Li Mûsilê zêdetirî 600 malên cihûyan hebûn.

Li gorî serjimariyeke Dewleta Osmanî ya sala 1917an, wê serdemê Cihû ji sedî 40ê şêniyên Iraqê pêk dianîn.

Lê piştî damezrandina dewleta Îsraîlê di sala 1948an de, nakokî û kampanyayên dijî Cihûyan li deverê zêde bûn û loma piraniya wan neçar man ku ji Iraqê derkevin û berê xwe bidin Îsraîlê.

Fîçer- Azadî gundî navên Mamlê

Gundê Azadî yek ji gundên sînorê Başûrê Kurdistanê ye, gundê herî dawî ye li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li ser sînorê Hacî Omeranê ye.

Ji ber nêzîkbûna wan, awayê axaftina xelkê ji xelkê Rojhilat nêzîktir e, herwisa ji dengê hunermendên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî Mihemedê Mamlê zaf hez dikin, ji ber wê jî gelek kesan ji wan paşnavê Mamlê li xwe kirine.

Kemal Mistefa yek ji şêniyên gund e û wekî Kemalê Mamlê tê nasîn, dibêje: Navê min Kemal Mistefa Kakela ye, ez wekî Kemal Mamlê têm naskirin. Hunermendekî wisa mezin dê careke din neyê afirandin.

Kemal Mistefa ewqasî ji Mihemedê Mamlê hez dike ku navê yekî ji kurên xwe kiriye Mamlê.

Herwisa jin û jinxwazî di navbera xelkê gund û şêniyên nêzî sînorê Rojhilatê Kurdistanê de heye. Li vî gundî 10 jinên gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê hene ku bi mêrên vî gundî re zewicîne.

Befrîn Birayim xelka Nexdeyê ye û bi ciwanekî ji gundê Azadî re zewicî ye dibêje: Her jinek ji cihekî cuda hatiye, yek ji me ji Xanê û ya din ji Şinoyê.