Çavê Rûdawê – Şûnwareke serdema Îngilîzan li Germiyanê

03 May 2024
Çavê Rûdawê – Şûnwareke serdema Îngilîzan li Germiyanê
Şûnwara kargeha xiştên sor

Germiyan yek ji navçeyên dewlemend bi şûnwarên dîrokî li Herêma Kurdistan û Iraqê ye.

Li gundê Goreşeleyê yê ser bi qezaya Xaneqînê, şûnwara kargeheke çêkirina xiştên sor heye ku di destpêka sedsala borî de ji hêla Îngilîzan ve hatiye çêkirin.

Piraniya xiştên ku di vê kargehê de hatine çêkirin, xanî, avahî, sazî û dezgehên serdema Îngilîzan bi wan hatine çêkirin.

Niha, ji ber bandora avûhewayê û herwisa giringî pê nedanê, ev şûnwar dike bi tevahî ji nav biçe.

Entîkxaneya Zekeriya li Mûsilê

Mûsil bajarê duyem ê herî mezin li Iraqê. Ew yek ji wan bajaran e ku bazara kelûpelên kevn û entîke yên serdema Osmaniyan lê heye.

Li taxa Dergezliye ku li milê çepê yê bajêr e, entîkxaneyek heye ku bi hezaran parçeyên kevn tê de hatine nîşandan û dîroka hin parçeyan vedigere serdema Osmaniyan.

Zekeriya Mewla xwediyê entîkxaneyê ye û parçeyên kevn ên vî bajarî parastiye. Ew dixwaze dîroka kevn a Mûsilê biparêze û nîşanî nifşa nû bide.

Xwediyê Entîkxaneyê Zekeriya Mewla dibêje: "Parçeyên kevn ên vê dikanê jiyana min in. Pêdiviya vî bajarî bi kombendeke rewşenbîrî heye da ku kesên rewşenbîr tê de kom bibin. Loma min ev cih çêkir. Ji Necefê, Hewlêrê, Dihokê, Silêmaniyê, Besraya delal û ji hemî bajarên Iraqê geştyar serdana me dikin."

Piraniya serdankeran li parçeyên entîkxaneya Zekeriya mêze dikin. Ji bo ku fêm bikin ka jiyana vî bajarî ya berî 100 salî çawa bû. Hin ji wan ji parçeyekê hez dikin û ji bo xemilandina malên xwe dikirin.

Xwediyê Entîkxaneyê Zekeriya Mewla dibêje: "Malbatên Mûsilê serdana vê dikanê dikin, zarokên xwe bi xwe re tînin û dîroka Mûsilê bi wan didin nasîn. Bêhna bav û kalên me ji piraniya parçeyên me tê. Rast e parçe xwerû ne, lê bîranînên pir xweşik di hundirê parçeyan de hene. Ji hemû bajaran û tewra ji derveyî Iraqê jî serdana me dikin, li çand û dîroka welatê me mêze dikin."

Komeleya Kurdên Kirgizistanê

Li gorî daneyên fermî, li Komara Kirgizistanê 13 hezar û 500 Kurd dijîn. Hemû Kurdên vê komarê di navbera salên 1933 ta 1944an ji aliyê rejîma komunîst ve ji deverên xwe hatin cîhilkirin û derbiderkirin.

Bi sedema pêwendiyên wan ên baş bi desthilatdarên Komara Kirgizistanê re, ala Kurdistanê yekane ala welatekî bê dewlet e ku li kêleka alên dewletên serbixwe li paytexta vî welatî hatiye bilindkirin.

Di sala 1993an de li Kirgizistanê komeleyeke kurdî hat damezrandin ku demekê kursên hînbûna zimanê kurdî vedikir, lê niha ji ber kêmbûna karmendan kurs êdî nayê vekirin.

Kolana herî xweşik a bajarê Bonnê li Almanyayê

Li Almanyayê, di vê demsalê de, kolanekê bala tevahiya geştyarên wî welatî kişandiye ser xwe. Li bajarê Bonnê kolanek heye ku zêdeyî 100 darên gêlazê lê hene û di vê demsalê de bi kulîlkên xwe yên rengîn bûye kolana herî xweşik a bajêr.

Ciyamîn, xwendekarekî zanîngehê ye, dibêje: "Ez gelek caran hatime vir. Heşt sal in ez li Almanyayê dijîm. Ez her sal ji bo dîtina kulîlkan û vê kolanê tême vir. Hevala min a keç herdem dixwaze li vir wêneyan bikişîne ku pir bedew e, her wisa qehwexaneyên xweş li van quncikan hene."

Elbaro ji Kolombyayê ye û zêdetirî 20 sal in li vê kolanê xwediyê marketeke biçûk e. Ew dibêje: "Ev dem ji bo min zaf xweş e. Tu bargiraniyek nîne. Ez herdem kêfxweş im ku gêlaz gul vedidin; ev ji bo min xala herî bilind a bextewariyê û ya herî baş e."

Vê yekê wer kiriye ku youtuber, fotografer û hunermend dîmenên xwe li vê kolanê tomar bikin. Ji bilî Almanan, welatiyên Holenda û Belcîkayê jî ji bo derbaskirina demeke xweş serdana vê kolanê dikin.