Çavê Rûdawê – Li Dubeyê bazara markeyeke cilûbergên Kurdî germ e

26 April 2024
Çavê Rûdawê – Li Dubeyê bazara markeyeke cilûbergên Kurdî germ e
Pirtûkeke Kurdî ji bo 7 zimanan tê wergerandin

Sermed Letîf ciwanekî bajarê Silêmaniyê ye û lêkolînek li ser giringiya avê di jiyana mirovan de kiriye û ji bo lêkolîna xwe herdu bendavên Dûkan li Herêma Kurdistanê û bendava Waragambayê li Auwstralyayê wek mînak girtine.

Di lêkolîna xwe de, Sermed bi rêya jîriya çêkirî, pêşbînî dike ku di siberojê de çiqas av dê derbasî bendava Dûkanê bibe, lê ji ber girtina çavkaniyên ava Dûkanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, pêşbînî ne baş in.

Pirtûka Sermed ji ber girîngiya xwe ji aliyê navenda çap û weşanê ya Lambergê ya Almanî ve ji bo heft zimanên cuda hatiye wergerandin.

Sermed Letîf dibêje: Mijar têkildarî ewlehiya avê ye. Bi rêya teknolojiya jîriya çêkirî, min du teknîkên herî nû bi kar anîn. Ji ber girîngiya mijarê ji bilî zimanê Îngilîzî bi zimanên Almanî, Spanî, Îtalî, Fransî, Portekîzî û Rûsî jî hatiye çapkirin.

Evîn Xelîfe dîzaynera cilûbergan

Jina Kurd Evîn Xelîfe dîzayner û bazirgan e û di warê dîzaynerî û cilûbergan de kar dike. Kargeheke wê ya taybet bi cilûbergan li Silêmaniyê heye û markeya wê bi navê Evîn Xelîfe ye û 19 kes li kargeha wê kar dikin. Çend sal bûn ku berhemên Evînê li bazarên Başûrê Kurdistan û Iraqê hebûn, niha berhemên wê li hin derên Îmaratê jî têne firotin.

Di vê fîçerê de, em ê dîzayna cil û kincên taybet ên Evîn Xelîfe bibînin.

Evîn Xelîfe dibêje: Karsaziya min mîratî ye, ji xaltîkên min ên mezin ji dêya min re ma û piştre jî ji min re ma. Em niha cilûbergên xwe bi kalîteyeke pir bilind pêşkêş dikin.

Niha cil û kincên Evîn Xelîfe li bazarên welatên Kendavê, nemaze li Dubeyê pir têne firotin. Evîn Xelîfe dibêje: Rikberî li Dubeyê pir e, ji ber pirbûna markeyan, loma divê tu cuda bî. Bi kêfxweşî pêşwaziyeke baş li markeya me tê kirin. Ji ber bedewî, rengînî û kalîteyê.

Koma Hunerî ya Bajarê Zeytûnê

Li Başîqayê, 12 xort û keçên êzîdî ji sala 2022yan ve komeke hunerî bi navê Koma Hunerî ya Bajarê Zeytûnê ava kirine. Ji bilî muzîka resen a kurdên êzîdî, ev kom dîlana folklorî ya êzîdiyan jî pêşkêş dike.

Ew her hefte du sê rojan diçin ser mezarê Şêx Bekir. Pêşî duayên xêrê dikin û paşê dest bi rahênanên xwe dikin. Xasma rahênanê li ser semayên dîlan, gulşeynê û suletkê ku sê dîlanên pîroz ên êzîdiyan e, dikin.

Endama Koma Bajarê Zeytûnê Karêz Reid dibêje: "Ez pêşî beşdarî bernameyeke torên civakî bûm. Ez keça yekem bûm ku tevlî vê komê bûm. Paşê keçên din jî hatin. Pêşî gelek rexne li me kirin, çimkî keç pir kêm vî karî dikin. Lê me guh nedayê û dê û bavê min pir alîkariya min kirin. Dema ku ew hemû keç hatin, me bawer kir ku ev ne karekî xirab e."

Ev kom dixwaze çand û dîroka kurdên êzîdî li Deşta Neynewayê bi taybetî û li Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî biparêze.

Tu aliyek hevkariya komê nake. Ew bi xwe cil û kinc û pêdiviyên koma xwe dikirin. Lê dîsa jî li ser parastina çanda kurdên êzîdî germ û gurr in.

Endamê Koma Bajarê Zeytûnê Elyas Elî dibêje: "Alîkariya me baş nayê kirin, bo nimûne, me ev cilên xwe bi pereyên xwe kirîne. Her endamek cilan ji xwe re dikire. Carinan ez pêdiviyan ji dikana xwe ji koma me re tînim."

Ew di piraniya hilkeft û festîvalên xwe yên neteweyî de beşdar dibin û dixwazin çanda koma xwe bi cîhanê bidin nasîn. Ji ber vê yekê bi dilekî xweş di koma xwe de berdewam dikin.

Festîvala bafirokan li Washingtonê

Li Washingtonê, em ê dîmenên bedew ên festîvala bafirokan bibînin.

Ji sala 1967an û vir ve, festîvala bafirokan her sal bi beşdarbûna bi hezaran kes li Washington û wîlayetên din jî tê sazkirin. Di festîvalê de, bi dehan dîzayn û bafirokên rengîn têne hildan û esmanê bajêr bi bafirokên tijî dibe. Di dawiya festîvalê de, pileyên yekem û duyem têne hilbijartin û xelat bi wan têne dayîn.

Avî Ayker, xwebeş li festîvala bafirokên dibêje "Wek xwebexş, em alîkariya çêkirina bafirokan ji bo festîvala hildana bafirokan dikin. Xelk parçeyên bafirokan tînin, em wan çêdikin û rengîn dikin. Em werîsekî pê ve girêdidin û paşê bafirok ji bo hildanê amade dibe."

Ji bilî şêniyên Washingtonê, xelk ji wîlayetên din jî xasma ji bo festîvalê berî didin vî bajarî.

Emely Smith, beşdar di festîvala bafirokan de dibêje "Ev sala duyem e ku ez beşdarî festîvala bafirokan dibim. Ez ji bo dîtina gulên gêlazê hatibûm, paşê jî hatim vir, loma min plan jê re nedanîbû. Lê sala borî ez pêşdem lê fikirîbûm û hatim festîvalê û min demeke xweş derbas kir. Îsal jî min ev bafirok li Kostakoyê kirî da ku demeke xweş derbas bikim û hin hevalên xwe jî bibînim. Ez kêfxweş im ku baran îro nebariya."