Çavê Rûdaw - Çîroka serketina Şewqê li Mûsilê

10 May 2024
Çavê Rûdaw - Çîroka serketina Şewqê li Mûsilê
Çîroka serketina Şewqê li Mûsilê

Li bajarê Mûsilê ku duyem parêzgeha herî mezin a Îraqê ye, piştî şerê sêsalî yê Îraqê gelek kes li vî bajarî bêkar man. Her wiha ji ber adetên bajêr keç kêmtir dibin xwedîkar.

Şewq Elî keçeke ciwan a Mûsilê ye, piştî kedeke mezin karî kompanyayeke çap û dîzaynê ava bike û niha gelek karmendên wê hene.

Piştî azadiya Mûsilê, ti karekî Şewqê nebû, lewra hewl da ku kompanyayekê ji bo çapkirina logoyên şirketan û cihên firotinê ava bike.

Rêvebera Kompanyaya Besmeyê Şewq Elî dibêje "Di destpêkê de pir zehmet bû. Kelema yekem razîkirina malbata min bû ku ez ê neçar bibim derkevim û herim kompanyayan. Di demekê de ku ti pileyeke min a fermî nîne û ez bi tenê diçim şirketên mezin û hewl didim wan razî bikim ku nasnameya xwe ya dîtbar biguherînin. Hevdîtinên piraniya xwediyên şirketan bi şev in çimkî sibehan mijûlî karûbarên din in. Ji ber hin hûrguliyan, hevdîtinên xwe dixistin demên pir dereng. Wek jinekê, ji min re pir zehmet bû, çimkî pêwîst bû ku ez hevjîn, malbat û xizmên xwe razî bikim ku ev tişt girîng e, çimkî wan ew girîng nedidît."

Tevî ku ev yek ji bo keçekê zehmet bû jî, lê bi alîkariya bav û malbata xwe, karîbû bibe xwediya şirketekê û niha çend kes di kompanyaya wê de kar dikin.

Berpirsa Firotinê li Kompanyaya Besmeyê Cilus Hanî Elî dibêje "Ji dil, ez rastî gelek zehmetiyan hatim, çimkî civaka me Mûsil e, keç zanîngehê diqedîne û li malê rûdine yan jî heke hebû karekî hikûmî dike. Xwe ji sektora taybet pir dûr dixin, keç tê de kar nakin, sektora taybet nîne, karê taybet nîne û postê ti keçekê jî nîne. Bi rastî, ez qenciya wê qet ji bîr nakim. Şewqê bandoreke mezin li min kir. Berî her tiştî, bandora wê li ser mala me hebû çimkî carinan kar wiha dixwaze ku ez heta dereng bimînim û wê ez digihandim malê. Bê guman, vê yekê kir ku malbata me piştevaniya karkirina min bike û bibe hander û piştevana min."

Koma Çiyadostên Kurdistanê

Li Germiyanê çend ciwanan komeke bi navê Koma Çiyadostên Kurdistanê ava kir. Karê vê komê ew e ku li şax û çiyayên Kurdistanê bigerin, vîdyo û wêneyên ajelên kovî tomar bikin û nîşanî hemû cîhanê bidin.

Serokê Koma Çiyadostan Nîmet Melo dibêje "Me koma xwe di sala 2018an de ava kir, ji ber ku me didît ku li Germiyanê û li Kurdistanê bi giştî jî metirsî li ser jîngehê heye, ajalên kovî tên nêçîrkirin û daristan tên şewitandin, loma me koma xwe damezrand ji bo ku em jîngeha Kurdistanê biparêzin û ajelan ji nemanê biparêzin."

Endamê Komeleya Çiyadostên Kurdistanê Necîb Omer dibêje "Li gorî amaran, %80 ji jîndarên kovî yên wek xezalan li Germiyanê ji nav çûne.  Sedem jî xwezayî û mirovî ne, nêçîra bêserûber û herwiha kêmbaranî û hişkesaliya salên borî du sedemên sereke yên kêmbûna hejmara asikan in."

Gora maqûlê Cihû Deyvid Hezanî li Amêdiyê

Amêdî yek ji navçeyên herî xweş û balkêş ên Kurdistanê ye û dikeve ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê. Li vê navçeyê goreke kevn û dîrokî heye ku dîroka wê vedigere sala 1560ê zayînî.

Ev gora maqûlekî Cihû ye ku jê re dibêjin Deyvid Hezanî. Çend agahî li ser gorê bi tîpên Îbrî hatine nivîsandin. Dîrokzanê Kurd Dr. Firset Merî dibêje: "Ev tirba Deyvid Hezanî ye ku yek ji maqûl û weliyên Cihû li Amêdiyê ye. Dîroka vî mêrmaqûlî vedigere serdema Yewnanî û Îskenderê Maqedonî."

Heya vêga jî Misilman û Xirîstiyan serdana vê gorê dikin û ji bo mirazên xwe dua dikin.

Qehremanê zoranbaziya Asyayê Kurdekî Kirgizistanê ye

Hûn dizanin ku li piraniya komarên ku berê girêdayî Yekîtiya Sovyetê bûn, hejmareke mezin a Kurdan heye. Li bajarê Bişkekê li Komara Kirgizistanê xortekî bi navê Îsmaîl Hesenov heye ku şampiyonê zoranbaziyê li wî welatî ye.

Ji sala 2000 û vir ve ciwanên Kurd zêdetirî 20 caran bûne qehremanên Kirgizistan û Asyayê. Îsmaîl Hesenov heya niha sê caran bûye qehremanê Asya û herwisa Kirgizistanê jî. Xewna Hesenov ew e ku dewleteke kurdî hebe û bi ala Kurdistanê beşdarî qehremaniyan bibe.