Çavê Rûdaw - Kêrên kêmpeydayên Mûsilê

09 February 2024
Çavê Rûdaw - Kêrên kêmpeydayên Mûsilê
Kêrên kêmpeydayên Mûsilê

li Mûsila Kevin, em gelek tiştên cuda cuda dibînin ku dîroka hin ji wan vedigere serdema Osmaniyan û berî wê jî. 

Riyaz Nimetullah ji zarokatiya xwe ve bi bavê xwe re di vê dikanê de kar dikir û niha jî piştî mirina bavê xwe ev kar domandiye. Li Mûsilê peyva suferçî ji serdema Osmaniyan ve ji bo kesên ku kêr û şûran çêdikin, tê bikaranîn.

Riyaz Nimetullah, Suferçî Dibêje (Ez dixwazim xizmeta bajarê xwe bikim, hemû hêz û şiyana xwe pêşkêşî bikin û pîşeya xwe baştir bikim, çunke pîşeya min nasandina çand û dîroka vî bajarî ye, wek mizgeft, çuxme, pir û xaniyên kevin. Ev hemû dîroka bajarê Mûsilê ne. Pîşeyên suferçî, misgerî, dartaşî û hesinkariyê jî dîroka vî bajarî ne û ji bav û kalên me gihane destê me.)

Bav û kalên Riyaz ji berê ve vî karî dikin, wêneyê mamekî xwe ku di sala 1950î de karê çêkirina kêran dikir, li dikana xwe daleqandiye. Malbata wî bi navê suferçî tê naskirin.

Riyaz Nimetullah,  Suferçî Dibêje (Ev wêneyê apê min e, Xwedê wî efû bike. Di destpêka salên 50î de li vir kar dikir, heta sala 2000 gava koça dawî kir li ser karê xwe berdewam bû. Bavê min di salên 80yan de dest bi vî karî kir, heta sala 1997an, rojekê ji vê dikanê derket, hîn bermahiya karê wî li ser destên wî mabû, mir.)

Dikana Riyaz li Mûsila kevin yek ji dikanên herî navdar e ku xelk ji parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî serdana wê dikin.

Abdullah Hesen, Xelkê Hewlêrê Dibêje (Bi piranî dema ez têm Mûsilê, mebesta min kirîna tiştên ku bi dest tên çêkirin e. Yek ji wan li vê sûkê kêrên pir xweşik tên çêkirin. Ji bo min, kêr xwedî nirxeke taybet e. Ez herim ku derê, kêrekê dikirim ku wek bîranîna wê derê dimîne. Çunke ez li malê guh didim tiştên rind.)

 
Li gundê Hesen Nûran 45 santîm berf bariya

Li gundê Hesen Nûran ê ser bi bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê zivistaneke dijwar heye û gundî dibêjin ku 45 santîmetre berf bariya, lewra jî dema 3 rojan e rêyên çûnûhatina ji gund heta bajêr hatine girtin. 

Lê ji ber ku piraniya gundiyan bi xwe pêdiviyên xwe çêdikin û market jî li gund heye, tenê çêj ji hatina berfê wergirtine.

Hejmara rûniştvanên gundê Hesen Nûranê 700 kes e û li ser 150 malan parve bûne. Tevahiya jiyana xwe bi ajeldarî û çandiniyê derbas dikin.

Mezin û biçûkên gund beşeke rojê bi şerê gulokên berfê derbas dikin. Xalid Hemzezadeyê 77 salî yek ji mêrên gund e. Weke ku ew dibêje, di salên borî de kêmtir berf bariya, îsal jî herî zêde berf di 20 salên borî de bariya. 

Demeke dirêj e ku ev berf li vir nebariyaye, îsal berfeke zêde bariya, Xwedê ji me re wekî rehm û bereket hesab bike.

Piraniya rojên zivistanê bi lîstikên kurdewarî û vegotina çîrok û gotinên pêşiyan û domînoyê û xwarina dendikan derbas dikin.

Ji ber pirbûna barîna berfê li deverên çiyayî, çend rojan rêya piraniya gundan hat girtin. Li gundê Hesen Nûranê, nêzî 45 santîmetre berf bariya.


Tabloyên xweşnivîyê yên Dana Reşîd li Silêmaniyê

Dema ku em qala hunera xweşnivîyê dikin, bala me diçe ser nivîsên mezin ên li ser mizgeft, şûnwar û tabloyan, bêguman ev jî bi destê xweşnivî û hunermendên xweşnivî ve têne amadekirin.

Li vir em dabaşa yek ji xweşnivîsên navdar ên şarê Silêmaniyê bi navê Dana Reşîd dikin. Dana li Kolana Pîremêrd li bajarê Silêmaniyê dikaneke xweşnivîyê vekiriye ku tabloyên pir balkêş ên xweşnivîyê çêdike û beşdarî pêşbirk û pêşangehan jî dibe.

Dana Reşîd dibêje: Yekem karê min ê hunerî vedigere sala 1992an ku vekirina pêşangehekê bû, piştre ez beşdarî piraniya pêşangehên navxweyî û navdewletî jî bûm. Ez vê dawiyê li bajarê Londonê beşdarî pêşbirkekê bûm û min ristika pêşangehê bi dest xist.

Dana helbestên hin helbestvanên klasîk dike tabloyên xweşnivîyê. Herwisa Dana Reşîd dibêje: Min li mala Sofî Kerîmê Serac pêşangeheke taybet bi helbestên klasîk ên helbestvanên wek Nalî û Mehwî vekir. 

Gelek kes lê amade bûn û heyteholeke baş çêkir.


Qebîle Fatih jinika destrengîn a Germiyanê

Li Qezaya Kifriyê jineke destrengîn heye ku odeyeke mala xwe bi kelûpelên destan çêkirî yên gund û navçeyên Germiyanê xemilandiye.

Qebîle Fatih li gundê Kingirbanê li Germiyanê ji dayîk bûye, di 20.04.1987an de gundê wan ji aliyê rejîma Beisê ve tê wêrankirin û ew jî koçberî Kifriyê dibin, lewra heta vêga li Kifriyê niştecih e.

Qebîle dibêje: Ji ber hezkirina gundê me ku neviyên me nizanin em li van gundan çawa jiyane, loma ez çanda gundê xwe û tiştên ku min bi çavên xwe li gundê xwe dîtine ji nû ve diafirînim û di odeyekê de bi cih dikim.

Qebîle Fatih her tiştê ku di zarokatiya xwe de û di ciwaniya xwe de li gundê xwe dîtiye çêkiriye, tew otomobîla Ehmed Begê Baban jî ku di sala 1950î de dîtiye ji nû ve dirust kiriye.

Hin tiştên ku wan ji nû ve diafirîne çandî ne û hin jî tiştên cîhanî ne ku wan ji nû ve çêdike wek Hecê û Beyta Mala Xwedê.