Çavê Rûdaw - Koma Şanoya Zaravayê Zazakî li Dêrsimê

16 February 2024
Çavê Rûdaw - Koma Şanoya Zaravayê Zazakî li Dêrsimê
Koma Şanoya Zaravayê Zazakî li Dêrsimê

Li gorî daneyên UNESCOyê, 18 zimanên cîhanî ku metirsiya nemanê li ser wan heye li Tirkiyê ne, zaravayê Zazakî yê zimanê kurdî jî yek ji wan e.

Ev jî ji ber ku li salên 1993-1994an, hikûmeta Tirkiyê piraniya gundên Dêrsimê ku bi Zazakî dipeyivin bi darê rozê vala kirin.

Loma di sala 2009an de çend kesan koma şanoyê ya bi navê Ariyaqayê ku tê wateya Aşê Nimandinê ava kirin û piştre li hemî Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê dest bi nimandinên xwe kir.

Serokê Koma Şanoyê ya Aşê Nimandinê Yilmaz Can dibêje: Tevî ku me koma xwe ya şanoyê di nava şert û mercên pir dijwar de damezrand jî, lê di demeke kin de mezin bû.

Yilmaz Can – Serokê Koma Şanoyê ya Aşê Nimandinê dibêje: "Koma Şanoya Ariyaqayê li Stenbolê hat avakirin û me pêşî bi sê temaşevanan dest pê kir. 

Piştre me xebata xwe berfirehtir kir û me li gelek parêzgehên wekî Dêrsim û Enqereyê nimayiş kir. 
Herwisa li Almanya, Swîsre, Îngilîstan û Awûstûryayê jî me nimayiş kir. Piştî pêşkêşkirina berhemên me yên şanoyê, xelkê fêm kir ku pêkan e şano bi vî zimanê me jî bê pêşkêşkirin."

Ev kom li hemî Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û tewra Ewropayê jî çalakiyên şanoyî bi zaravayê Zazakî nimayiş dike.

Danyar Yehya - Wênekêşekî behremend li Kelarê

Danyar Yehya Reşîd wênekêşekî bajarê Kelarê yê Germiyanê ye ku tabloyên balkêş û rengîn diafirîne. Danyar qet xwendina wênekêşiyê nekiriye, lê behreyeke wî ya taybet di wênekêşiyê de xasma portreyan heye.

Danyar sala 2011an dest bi vî karî kiriye. Tenê beşdarî xuleke wênekêşanê bûye û dûvre tabloyên balkêş çêkirine.

Wî vêga li sûka Kelarê dikanek vekiriye û wêneyên kesên ku jê dixwazin çêdike.

Danyar dibêje: Di destpêkê de min bi rengê zeytî û herwisa bi pênûsên dar wêne saz dikir, lê niha ez zêdetir bi çêkirina tabloyên bi komirê ve mijûl im, lewra ez piraniya tabloyên xwe yên niha bi komirê çêdikim.

Mistefa Kemal - Rahênerê Melevaniyê

Li şarê Hewlêrê xortekî bi navê Mistefa Kemal heye, rahênerekî diyar ê melevaniyê ye û gelek kes li jêr destî wî fêrî avjeniyê bûne.

Mistefa di 9 saliya xwe de li melevangeheke Hewlêrê dibe karmend û karê paqijkirina melevangehê dike, piştre dibe melevan û niha jî rahênerekî pir baş ê avjeniyê ye.

Mistefa kesên ku ji aliyê bijîjkan ve melevanî ji bo wan fena çareseriya xwezayî hatiye danîn, çareser dike.

Mistefa dibêje: Gelek kesên ku ji aliyê bijîjkan ve wek çareseriyeke xwezayî avjenî ji wan re hatiye nivîsandin têne vir û ez çareseriya wan ji wan re dikim. Bi taybetî yên ku celteyê li wan xistiye.

Şeza Elî - Jineke destrengîn li Mûsilê

Şeza Elî jineke destrengîn a Mûsilê ye. Ew ji karton, ta, qehwe, sîkotîn û derziyan bi dehan karên destan û ciwankariyê çêdike ku bo xwaringeh, dîwanxane, kafeterya û otêlan mifa ji wan tê wergirtin.

Şeza bi van karan jiyana zarokên xwe dabîn dike û karên xwe bi rêya medyaya civakî û herwisa li bazarê jî difiroşe.

Şeza Elî dibêje: Ez di sala 1982an de li Mûsilê ji dayik bûme û xewna min karê destî û bedewkarî ye, ez di serdema Sedam Hisên de nîgarkêş bûm. 
Min tablo saz dikirin û karê destî dikir, lê ez piştre zewicîm û ji karê xwe dûr ketim, piştî ku ez bûm dayika sê zarokan, ez ji mêrê xwe cuda bûm û niha jî vî karî dikim.

Şeza nîvê dema xwe ya rojane bi karên xwe yên ciwankarî û beşa din jî bi zarokên xwe re derbas dike, ew dixwaze cihê xwe mezin bike û hejmarek jinebî bi xwe re bixebitîne.