Çavê Rûdaw - Çîroka Yaşar Kemal û kalemêrekî koçer

23 February 2024
Çavê Rûdaw - Çîroka Yaşar Kemal û kalemêrekî koçer
Çîroka Yaşar Kemal û kalemêrekî koçer

Dema mirov navê Yaşar Kemal tîne, bi taybetî ji aliyê xwendevan, nivîskar û siyasetmedarên Kurd ve navekî naskirî ye, yek ji diyartirîn û navdartirîn nivîskarên Kurd e û li cîhanê jî tê naskirin.

Yaşar Kamal di sala 1923yan de li gundê Gogçeliyê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Yek ji navdartirîn şaheserên wî, romana Mihemedê Zirav e ku bi çend zimanan hatiye wergerandin.

Sadiq Gogçeli, biraziyê Yaşar Kemal e ku di piraniya serdanên wî de ligel wî bû, ew çîrokeke Yaşar Kemal vedibêje ku rojekê di ber çend malên koçeran li Bakurê Kurdistanê bike derbas dibe û piştre ji biraziyê xwe re gotiye ka em serdaneke wan malan bikin.

Sadiq got: Gava em çûn malan kalemêrekî bêtirî 90 salî li wir bû, zarokekî pirtûkek jê re dixwend, Yaşar Yaşar Kemal jê pirsî ev pirtûk çi ye? Kamelêr got ev kitêbeke zaf hêja ye, romana Mihemedê Zirav a Yaşar Kemal e, dibe ku tu nizanibî Yaşar Kemal kî ye, Yaşar Kemal jê re dibêje 
bavo ez wî dinasim, ez Yaşar Kemal im.

Kalemêr gava piştrast dibe ku ew Yaşar Kemal e wî hembêz dike û dibêje spas bo Xwedê li dawiya emrê min be jî min carekê tu dîtî, her çiqasî nizanim bixwînim jî, lê her roj ev zarok çend saetan ji min re dixwîne û ez jî guhdarî dikim.

Yaşar Kemal roja 28/2/2015an di 91 saliya xwe de li Stenbolê koça dawî kir.

Mala Fêrbûna Piyanoyê ya Dildar Wirya Ehmed

Li bajarê Hewlêrê hunermendekî diyar ê muzîkjen heye ku li mala xwe amûra muzîkî ya piyano daniye û genc û zarokên vî bajarî hînî muzîkjenînê dike.
Dildar Wirya Ehmed koleja Hunerên Bedew a Hewlêrê qedandiye û bi salan mamostetiya muzîkê li Peymangeha Hunerên Bedew a Hewlêrê kiriye.

Wî ligel jina xwe ji bo kesên ku dixwazin fêrî muzîkê bibin atmosfereke tije hezkirin û muzîk peyda kirine.

Dildar kurê muzîkjenê Kurd ê navdar Wirya Ehmed e. Di zarokatiya xwe de di bin bandora bavê xwe de fêrî mûzîkê bûye û piştre ji Enstîtuya Hunerên Bedew qedandiye.

Dildar Wirya Ehmed dibêje: “Li Hewlêrê di warê fêrkirina mûzîkê de kêmasî hebû û gelek kesan dixwestin ku fêrî mûzîkê bibin, lê cihê fêrbûna mûzîkê nebû, lewra min ev derfet dabîn kir û ez di mala xwe de kesên ku ji muzîkê hez dikin, hîn dikim. Hin kes hene ku dixwazin hîn bibin û ez serdana wan dikim."

Di adara sala 2023yan de, mala Dildar ji bo hînkirina amûra muzîkî ya piyanoyê tê vekirin. Ji bo her kursê nêzî 30 xwendekaran hene.

Îlke keçeke faris e ku di tîrmeha sala 2023yan de ji şarê Nûşehra Îranê hatiye Hewlêrê. Bi hatina Hewlêrê re jî beşdarî kursa hînbûna piyanoyê bû.

Îlke dibêje: Ez ji Mozart û Chopin zaf hez dikim. Ez dixwazim bibim piyanîsteke mezin. Min pir balkêş dît ku ji dersa yekem mamoste ez li ser piyanoyê danîm. Li gor min, tiştê ku ev kurs cuda kir ev e. Kurseke pir baş e û ez jê razî me. Ez dixwazim rojekê ji rojan welatekî bo jiyanê hilbijrêim û di konseran de li piyanoyê bixim.

Fener Demîrcî dayika keçeke 4 salî ya bi navê Denîzê ye. Her roj bi keça xwe re tê mala mamoste Dildar, ji zarokatiya wê ve dixwaze wî fêrî piyanoyê bike.
Fener Demîrcî dibêje: Dê û bav dixwazin zarokê wan bibe doktor an endezyar, lê hêviya min ew e ku keça min bibe muzîkjen.

Xwendekareke din a piyanoyê, keçeke Kurd e ku ji Almanyayê vegeriyaye, ew her roj bi bavê xwe re ji bo fêrbûna piyanoyê serdana mala mamoste Dildar dike.

Mîna Sîrwan dibêje: Min dixwest fêrî lêxistina piyanoyê bibim û bavê min ez anîm ser fikra fêrbûna piyanoyê. Me bi mamosteyê xwe re gelek rahênan kir û ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk de bikaribim piyanoyê lêxim.

Dildar ji bilî hînkirina mûzîkê, ji bo xwendekar û malbatên wan jî atmosfereke xweş çêdike, ew û jina xwe bi dendik, çay û qehweyê pêşwaziya mêvanan dikin.

Aşê avê ji bo çêkirina raşiyê li Zaxoyê

Li ser çemê Xabûrê li Zaxoyê aşekî avê hatiye çêkirin ku cureyekî raşiya xwezayî çêdike ku mirov ji xwarina wê têr nabe.

Raşî ji kunciyên xomalî bi vî aşî tê çêkirin, ku tu maddeyeke kîmyewî û tewra ne jî elektrîk jî jê re nayê bikaranîn.

Ev aş li gundê Dûkerê hatiye çêkirin ku karker û xwediyê wê jî ji gund in.

Ebû Elî xwediyê aş e û dibêje: “Ev aş bi avê kar dike û em raşîyê herî baş û xweş çêdikin."

Tevahiya kunciyan li vî aşî dikin tehîn, berhemên gundên Zaxo ne û ji hêla cotkarên vî bajarî ve tên çêkirin.

Mihemed Xidir, hostayê aşê avê got: “Ji bo her qonaxeke çêkirina raşiyê, pêdiviya me bi 5 saetan heye da ku em kunciyan bixine raşiyê de."

Ebû Eliyê xwediyê aş dibêje: Em her saetekê 20 kîlo raşî çêdikin. Firotina wê zêde ye û namîne. 6 sal in ev aş hatiye avakirin û em salane 65 ton raşî berhem tînin ku 45 ton raşî tê hinardekirin.

Avakirina Mafûra sûnî li Mûsilê

Li bajarê Mûsilê gelek pîşeyên taybet hene ku ji serdema Osmaniyan heta niha berdewam in.

Yek ji van pîşeyan çêkirina mafûr, cilkên nimêjê û berrikên rûniştinê bi rêyên kevn e.

Dr. Mihemed Ebdilcebar xelkê Mûsilê ye, doktora di warê werzişê de wergirtiye, lê heya vêga karê bav û kalên xwe berdewam dike.

Li Mûsilê ji vê pîşeyê re dibêjin cûme û li Hewlêrê jî jê re dibêjin colayî ango tevnkerî. Dr. Mihemed ji bo vê pîşeya çandî û dîrokî ya bajarê xwe biparêze vî karî dike.

Dr. Mihemed Ebdilcebar “Cume pîşeyeke pir kevn e li Mûsilê, ji serdema Osmaniyan ve li Mûsilê heye û heta niha jî berdewam e. Gelek kesan li bajarê Mûsilê ev kar dikir, di demên berê de piraniya xelkê Mûsilê ev kar dikir. Çi Xiristiyan bin û çi Misilman, hemûyan ev kar dikir, nemaze di mijara merezê de. Malbata me di vî karî de pir navdar bû. Min ev pîşe ji bav û kalên xwe, rehma Xwedê li wan be, mîras wergirtiye. Ji ber ku ez hez dikim çanda bajarê xwe biparêzim.”

Çêkirina betaniyên merez di çend qonaxan re derbas dibe. Pêşî tayekî spî ye û bi gelek rengan direngînin. Paşê datînin ser amûra tevnê û dest bi çêkirina wê tê kirin.

Seba çêkirina betaniyeke tenê nêzîkî sê rojan jê re lazim e, çimkî karekî pir bi hûrgilî ye.

Amûra tevnê ji darên xwezayî tê çêkirin.

Ev amûra tevnê zaf kevn e. Wê çaxê amûra dirûtina cil û kincan nebû, loma ev amûr seba rêstin û tevnê dixebitandin.

Dr. Mihemed Ebdilcebar “Çêtirîn hirî ji bo çêkirina van berheman hiriya pêz e ku çendîn berhem jê tên çêkirin.”

Li ser daxwaza kiryaran, berheman çêdikin û her yek bi neqş û rengekî taybet û balkêş dixwaze.

Dr. Mihemed hin betanî parastine ku dîroka wan zaf kevn e.

Her roj xelk serdana vî cihê Mihemed dikin û li berheman dinêrin, her yek ji wan tiştekî kevn wekî bîranîn dikire.