Çavê Rûdaw - Çêkirina Çîtê li gundê Dûgomanê

01 March 2024
Çavê Rûdaw - Çêkirina Çîtê li gundê Dûgomanê

Çêkirina Çîtê li gundê Dûgomanê
Dûgoman yek ji gundên diyar û xweş ên navçeya Pişderê ye. Li vî gundî komeke jinan her roj li cihekî kom dibin û Çîtê çêdikin.
Çît, bi qamûş, hirî û têlê tê çêkirin, ku weke dîwarekê yan jî wek perjînekê ji bo derdora konan tê bikaranîn û zêdetir ji aliyê koçeran ve tê kirîn.
Amîne Ebdullah, jineke xelka wî gundi ye û zêdetirî 30 salane vî karî dike, ew çîtên xwe weke tabloyên rengareng dixemilîne ku hin kes wan tabloyan ji bo dîwanxane, hotel û kafeteryayên xwe dikirin.

Gundê Palingan; Biheşta Hewramana Text
Yek ji gundên xweş ên Rojhilatê Kurdistanê ku bala mirov dikişîne ser xwe, gundê Palinganê ye ku weke Biheşta Rojhilatê tê naskirin. Rojane geştyar ji hemû bajarên Îranê serdana wî gundî dikin.
Ji ber ku gund pêlekanî ye, otomobîl nikarin biçin hemû cihên wî gundî, lewra jî her zarokek kerekî wî heye û kolberiyê dikin.
Zarok rojane 5 heta 10 baran bo geştyaran vediguhêzin, ku ji bo her barekî 20 hezar tumenan werdigirin.
Geştyar ji ber wan keran kêfxweşin, çimku ji bo veguhastina pêdawîstiyan karê wan asan dibe û ew dikarin dîmenên bedew ên vê biheştê bibînin.
Geştyar, Elî Danişwer dibêje, "Em hatine bo kêfxweşiyê û bo seyranê, zarok ligel kerên xwe zehmetiyan dibînin, ji me re asankariyên baş dikin, barên me dibin serî û tînin xwarê, ew yek ji wan re bûye karekî pir dahat, ez gelek spasiya wan dikim."
Ji ber ku hin ji geştyaran ker bi destê wan nakeve, bi xwe kelûpelên xwe dibin serî, lê bi wê yekê gelek diwestin.
Heta rojavabûnê, zarok ligel kerên xwe mijûlî birina barên geştyaran dibin, dema êvar jî tê, bi berîkên germ vedigerin malên xwe.

Mihemed Ziyaedîn; Hunermendê Nîgarkêş ê Mûsilê
Bi sedema şerê DAIŞê, piraniya avahî û şûnwarên Mûsilê herifî ne. Lê belê hunermend û endazyarên bajêr bi tablo û peykeran, ew şûnwar çêkirine.
Ev Mihemed Ziyaedîn e, yek ji peykersaz û nîgarkêşên navdar ên Mûsilê ye, li Taxa Zihûr. Mihemed bi heriyê dehan tablo û peykerên avahî û şûnwarên navdarên vî bajêrî çêkirine.
 Ew dibêje: Ez heriya amade ji navçeya Ekaşat a Bexdayê tînim, çimku axa wê taybet e bo karê seramîk û peykersaziyê, gelek paqij e û ti kevir û madeyên ku zirara wan hebe têde nîne.
Mihemed ji malbateke hunermend jidayik bûye û dayik, bav, mam, xal, xûşk û birayên wî jî hunermend in. Bavê wî, nîgarkêşekî navdar ê Mûsilê bû. Ew jî bûye sedem ku Mihemed li ser wê hunerê berdewam be.
Ew hunermendê nîgarkêş, zêdetir li ser dîroka Îraqê û bi taybet Mûsilê kar dike, niha mijûlî çêkirina Minareya Hedba ye bi slaymê (heriya destçêkirî).
Ji bilî peykersaziya bi heriyê, Mihemed bi aluminyum û zîvê bi şêweyekî gelekî taybet tabloyên balkêş çêdike, 20 rojan li ser her tabloyekê dixebite, ji ber gelek hûrgilî têde hene.
Dema mirov serdana mala Mihemed dike, hest dike ku serdana muzexaneyeke diyar a Îraqê kiriye. Tevaya dîwarên malê bi tabloyên balkêşê ên nîgarkêşiyê hatine nixûmandin. Tablo derbarê dîroka Aşûriyan, Babil û dîroka kev a Îraqê de ne. Keleha Baştapiya û Girê Nebî Yûnis li mala wî tên dîtin.
Di mala wî de 150 peykerên ji heriyê û tabloyên ji aluminyumê hatine danîn. Ji bo ku bîreweriyên Mûsilê li ber çavên wî bin.

Rebîh, tomargeha herî kevnar a Mûsilê
Tomargeha Rebîh a li Taxa Dewase ya bajarê Mûsilê yek ji tomargehên diyar ên vî bajêrî ye ku sala 1968an hatiye vekirin û heta niha jî berdewam e. Di vê tomargehê de bi hezaran berhemên hunerî yên Kurdî, Erebî, Tirkî û biyanî tên parastin.
Emar Teha, Xwediyê Tomargeha Rebîh dibêje: Ev tomargeha herî kevnar e, ji aliyê bavê min ve hatiye damzrandin, di nava 5 mehan de zêdetir ji 40 hezar demjimêr berhemên hunerî arşîv kirine.
Dema 50 ta 60 salan e ku berhemên hunermendên resen ên Kurd di wê tomargehê de tên parastin. Di serdema DAIŞê de, Emar hemû berhemên tomargehê veguhestin malê û ew veşartin. Wî bo dema 3 salan cihê tomargeha xwe kire cihê firotina cilûbergan. Piştî derxistina DAIŞê ji bajêr, wî cardin ew der kir tomargeh.