Çavê Rûdawê – Nasir Rezazî berhemên nû tomar dike

19 April 2024
Çavê Rûdawê – Nasir Rezazî berhemên nû tomar dike

Nasir Rezazî berhemên nû tomar dike

Nasir Rezazî yek ji hunermendên navdar ên Kurdistanê ye ku kariye bi hemû zaravayên kurdî stranan bibêje.

Nasir di sala 1955an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Her li wê derê dest bi stranbêjiyê kir û di 14 saliya xwe de li ser dikê strana Desmalê û desmalê got.

Nasir Rezazî di sala 1978an de bi hunermenda kurd Merziya Ferîqî re zewicî.

Nasir Rezazî di dema serhildana Îranê ya sala 1979an de hat girtin û ket zîndanê. Piştî ku hat berdan çû çiyê û bû pêşmergeyê Komeleyê.

Di sala 1985an de tevî Merziya û du zarokên xwe çû Ewropayê û karê xwe yê hunerî berdewam kir.

Piştî azadbûna Iraq û Herêma Kurdistanê di sala 2003ê de, Nasir Rezazî li ser daxwaza Mam Celal vegeriya Herêma Kurdistanê û li navçeya Dûkanê akincî bû.

Di sala 2005an de jina wî Merziya ji ber emeliyata dil mir. Piştre dîsa bi keçeke din a Rojhilatî ya bi navê Îranê re zewicî.

Nasir Rezazî niha ligel çend hunermendên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li ser çend berhemên nû kar dike.

Gelek caran bûyerekê yan çîrokekê dibîne û bi lez û bez kilamekê jê re dinivîse û dike stran. Nasir behsa wê kêliyê dike ku Fetaneya Welîdî dîtiye.

Nasir Rezazî ji bilî stranbêjiyê, nivîskar û wergêr e jî û hemû çarînên Xeyam wergerandine kurdî her wisa çend beşên bîranînên xwe jî nivîsandine.

Her wisa ferhenga kurdî jî zengîn dike. Bi berhevkirina peyvên kurdî yên ku li deverên dûr mane û tenê ji aliyê kesên temenmezin ve tên bikaranîn.

Nasir Rezazî niha navekî navdar e di hunera Kurdî de, bi berhemên xwe kariye arşîva hunera Kurdî dewlemend bike û dîroka hunera Kurdî jî di dema 100 salên borî de di pirtûkeke berhev bike.

Hêdî Ehmed, Ajeldostekî Silêmaniyê

li Silêmaniyê, em behsa jiyana ajeldostekî dikin ku rojane xwarinê ji ajelên bêxwedî re peyda dike û her wisa birîndar û nexweşan jî derman dike.

Hêdî Ehmed ajeldostekî ciwan e û ajelên bêxwedî dengê Hêdî nas dikin û gava wî dibînin li dora wî dicivin. Hêdî heya vêga bi dehan kûçik û pisîkên nexweş û birîndar derman kirine û ji wan re bi sedan xwarin jî amade kirine.

Hêdî Ehmed, Ajeldost dibêje: Kûçikek hebû fîşek lê dabûn, cewrik di zikê wê de bû, niha çar cewrikên wê hene, em nikarin tiştekî jê re bikin ji ber cewrikên wê. Hinek hene hatine jehrîkirin. Ez ji xelkê daxwaz dikim ku ji bo xatirê Xwedê tiştekî bikin ku di xizmeta heywanan de be.

Hêdî ji bilî dermankirinê, ji kûçikan re xwarinê jî amade dike. Hêdî Ehmed dibêje: Ez mirîşk, masiyên qutiyan û firdikên nêan tev li hev dikim û didim wan.

Hêdî bi tena serê xwe kar dike û ji aliyê Kurdên diyasporayê ve tê piştgirîkirin.

Hêdî Ehmed, Ajeldost dibêje: Ez spasiya hemû Kurdên Ewropayê dikim ji bo piştgiriya wan a madî û manewî.

Bav û dêya wî ya bitemen piştgir û alîkarên Hêdî ne û her du dibêjin ku karê kurê wan ew rehet kirine.

Hêdî Ehmed, Ajeldost dibêje: Ev ne zehmet e û ne jî wext dixwe. Tenê tiştên ku hûn dixwin bermahiyên wan neavêjin û bidin ajelekî ji bo xatirê Xwedê.


Çêkirina tenûra nan li Mûsilê

 
Em diçin taxa kevin ya Musilê, li vê taxê bi sedan coreyên pîşeyan hene ku hinek ji wan bo serdema Osmanî û kevintir jî vedgerin.

Li cadeyeke vî bajarî, Reid Ebdulcebar û zarokên xwe mijûlî  amadekirina herriyê bo çêkirina tenûrê ne. 

Reid 53 salî ye ji binemala Kewazî ye. Ji zaroktiyê ve li gel bavê xwe vî karî dike û heta niha jî li ser karê xwe berdewam e.

Reid Ebdulcebar, Hostayê Tenûran dibêje :Ez xelkê bajarê Musilê me û  sala 1970an jidayîk bûme, temenê min 53 sal in û hemû temenê xwe bi çêkirina tenûran derbas kiriye. Ev pîşe ji bab û bapîrên min ji min re maye. Dirûstkirina tenûran bi Sê qunaxan re derbas dibe ji ax, ka, hiriya pez û avê tê çêkirin.
 
Di destpêkê de, hemû keresteyan tevlî hev dikin û bi lingê xwe nerim dikin heta dibe weke hevîrekî. Piştre wî hevîrî li ser maseyekî datînin  û bi destan pehn dikin bi awayekî ku dirêjahiya wî bighêje Metir û nîvekê û firehiya wê jî 40 Sentîmetran. Bi vî awayî qunaxa yekem ya çêkirina tenûrê  bidawî dibe. 

Reid Ebdulcebar, Hostayê Tenûran dibêje :Ez û kurê xwe vî hevîrî datînin û dest bi qunaxa yekem dikin ku ya bingehîn e, piştî ku ziwa dibe dest bi qunaxa duyem dikin. Tenûr bi Sê qunaxan derbas dibe, bingehîn, naverast û serê wê.

Piştî bidawîhatina hersê qunaxan, Tenûr bo ziwakirinê têne amadekirin, eger zivistan be agir di nava tenûrê de pê dixin bo ku ziwa bibe, lê eger havîn be li ber tavê datînin.
Niha xelkê bajêr kêmtir tenûran dikirin lê piranya kiryarên wan ji gundên derdora Musilê ne. 

Reid Ebdulcebar, Hostayê Tenûran dibêje :Piranya tenûran ji aliyê xelkê gundan ve têne kirîn, ji ber ku berdewam li gundan dar û sûtemenî ber dest in, lewma xelkê gundan zêdetir ji nanê tenûrê hez dikin.

 Salih Mehmûd xelkê Geyare  li başûrê Musilê ye, her çend rojan carekê serdana Reid dike, her carê jî zêdetirî ji 10 tenûran jê dikire û bo gundên derdora Geyare dibe.

Salih Mehmûd, Kiryar dibêje: Em tenûrên ji herriyê gelekî bikar tînin ji ber ku neft û elektirîka me nîne, lê dar bo dirûstkirina nan heye. Bab û babpîrên me jî ev kar kirine. Xelkê din jî gelek hene ku weke Reid tenûran çê dikin lê weke wî nizanin. Em pêşwext tên û tenûran  destnîşan dikin, ji berî hefteyekê ez li bendê me heta ku îro dora  min hat.

Nirxê her tenûrekê 15 bo 20 hezar dînaran 

Reid Ebdulcebar, Hostayê Tenûran dibêje :Nameya bavê min ew bû ku hemû jiyana min li  gel tenûran be, niha em nikarin karekî din bikin, Me bi van tenûran zarokên xwe mezin kirin. Pêwîstiyên jiyana me li ser van tenûran e. ji bapîrên me û heta niha , em vî karî dikin û zarokên me jî vî karî dikin. Min jî wesyet li zarokên  xwe re kiriye ku dest ji vî karî bernedin. 

 Tenûrên Reid di nava bajêr de jî hene lê bi tenê nanxane van tenûran bikar tînin. Her çiqasî daxwaziyeke zêde li ser tenûrên Reid jî hene lê her roj bi tenê 5 bo 8 tenûran çê dike. 

Teha Salih – Xweşnivîs û Nîgarkêş

Teha Salih di sala 1967an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye û her li wir dest bi karê xweşnivîsiyê û hunera wênekêşanê kiriye. Ji ber ku nebû endamê Partiya Beisê li Koleja Hunerên Bedew a Bexdayê nehat qebûlkirin. Di sala 1993an de çû Ewropayê û heya vêga li Almanyayê akincî ye.

Teha bi tabloyên xwe beşdarî bi dehan pêşangehan bûye. Bi çend hevalên xwe re komeke şanoyê damezirand û wek lîstikvan beşdarî şanoyan dibe.

Teha Salih di tabloyên xwe de malzemeyên cuda bi kar tîne. Nîgarên li ser bergê pirtûkên wî çîrokeke wî ya balkêş e.

Teha lîstikvanekî şanoyê yê serkeftî ye ku bi çend hevalên xwe re li Almanyayê komeke şanoyê ya bi navê Sketchê ava kiriye. Ew yekem car di 20 saliya xwe de beşdarî şanoyê bûye. Teha Salih li Ewropa û Kurdistanê beşdarî bi dehan pêşangehên taybet û hevbeş bûye.