Çavê Rûdawê | Xwarina taştê li ser keştiyeke Stenbolê

08 March 2024
Çavê Rûdawê | Xwarina taştê li ser keştiyeke Stenbolê
Xwarina taştê li ser keştiyeke Stenbolê
Stenbol yek ji bajarên herî dilrevîn ên cîhanê ye. Li vî bajarî gelek çalakiyên cuda cuda pêşkêşî geştyaran tên kirin. Taştê li Stenbolê yek ji danên xwarinê ye ku xelk li xwaringehan di dorê de disekinin.

Yek ji taştêyên herî balkêş xwaringeheke li ser keştiyekê ye ku di dema xwarina taştê de di Tengava Bosforê de çerx dibe û mirov dîmenên balkêş di dema xwarinê de dibîne.

Ji bo bidestxistina xwarinekê di vê gemiyê de, geştyar serê sibehê diçin peravên Bosforê û dikevin dorê da ku li keştiyê siwar bibin. Ji ber ku di vê keştiyê de cih hatine diyarkirin, kesê ku bikaribe li keştiyê siwar bibe gelekî bi şens e.

Berpirsa keştiya taştê li Stenbolê Nîlofer Çekmek dibêje: Ev çar sal in ku me ev keştî ji bo taştê amade kiriye ku di dema xwarinê de tu dikarî dîmenên balkêş ên Stenbolê bibînî.

Pira Evînê li Almanyayê
Li bajarê Kolnê yê Almanyayê pirek heye ku bi navê Pira Evînê tê nasîn. Pira Hohenzollernringê yek ji pirên herî navdar ên Almanyayê ye ku li ser çemê Rhine-ê li vî bajarî cih digire.

Li wir xort û keçên ku ji hev hez dikin an jî hevjînên hev in, wekî sembola zindîbûn, dilsozî û hezkirinê, qeflekê bi pirê ve girê didin û kilîta wê diavêjin çemê Rhine-ê.

Hejmara qefleyan ewqasî zêde ye, kes nikare wan bijmêre. Li ser her qeflekê çîrokeke evînê yan jî bîranînek hatiye neqişandin.

Xaniyên dîrokî yên Mûsilê
Ji ber ku bajarekî kevn e û yek ji girîngtirîn wîlayetên Dewleta Osmanî bû, li Mûsilê gelek xanî, şûnwar û avahiyên kevn û dîrokî hebûn, lê piştî hatina DAIŞê, ji bilî ku gelek xanî hatin hilweşandin û jinavbirin, gelek kes jî bûn kirêdar.

Em dabaşa jiyana Seid Mihemedê ku karê wî tenekeçî ye li Mûsilê dikin. Xaniyekî kevn ji bav û kalên wî jê re mabû, lê ji ber şerê DAIŞê ku Mûsil dihat bombebarankirin, xaniyê wî hildiweşe û tenê parçeyek erd maye, niha tevî zarokên xwe di xaniyekî kirê de dijî û heta niha jî nehatiye qerebûkirin.

Seid Mihemed dibêje: Em pir zirarmend bûn, di destpêkê de zarokên min birîndar bûn, tu jî dizanî dema ku tu di xaniyê xwe de rûniştîbî û bi berdewamî moşekan berdin ser te, çi tê serê te. Bê guman, dê tiştek were serê te. Di encamê de zarokên min birîndar bûn û derûna me pir têk çû. Piştî şer jî em pir westiyan û heta ku min zarokên xwe vegerandin jiyaneke xwezayî, demeke dirêj girt. Xaniyê te, milkê te bibe bermahî, ji vê ziyanê zêdetir çi bikim?