Mihemed Xoşnaw
Em niha di serdemekê de dijîn ku serdema cenga vîrûs û robotan e. Xêleke din wiha lê tê alavên zîrek ên destkird û robot cihê kar û şuxl û wezîfeyan bigirin. Xwerista dorhêla me di guherînê de ye û em nizanin dê bigihe kû!
Em îro li pêşber serdemeke nû ya bixof in. Herroj guhê me li tawanên wiha dibe ku em neçar in bêjin gelo bi rastî herifîn û têkçûna exlaqî li Herêma Kurdistanê qewimiye?
Duh di nûçeyekê de hat belavkirin ku li Çemçemalê kesekî birayê xwe kuştiye. Berê jî dihat belavkirin ku lawekî bavê xwe kuştiye, merivek jina xwe dikuje yan law diya xwe kuştiye.
Ji hemûyî taltir û nexweştir ew e ku ev dîmena kezebsoj bi mobaylan tê wênegirtin. Mobayl bûye şeytan û hest û dilîniya mirovan li ser hev nemaye.
Em di heyameke hişk û ziwa a wisa de dijîn ku tu ne piştrast î ji wê yekê ku tu bi biraderekî xwe re yî yan bi merivekî re diaxivî û tavilê gotinên te romar dike yan wiha lê hatiye merivek li pêşber te bikeve tu ne amade yî alîkariya wî bikî.
Ev têkçûna rewiştî li ser şêwaza axaftin, reftar û tevgera me jî reng vedaye. Peyvên bedew, sibeha te bi xêr an roj baş nemaye, were li reftara dijmindar a ajotina otomobîlan a hin kesan mêze bike!
Civaka me rehm û mirovatî winda kiriye. Tawanên ku me qala wan kir nû ne û berê di civaka Kurdistanê de nebûn û haleteke xerîb û sosret bûn li cem me.
Xelk bi dilgiranî li cûre û hejmara wan tawanên ku diqewimin dinihêrin. Pêwîst e li ber van tawanan were rawestandin. Gelo ji ber rewşa aborî ya xerab an jî ji belavbûna madeyên hişbir ev tawan diqewimin. Madeyên hişbir hiş û wijdanê nahêlin û meriv ber bi têkdan û karên dijmindar ên pir bixof ve dibin. An ku em ber bi îflasbûna ruhî û valabûna meriv ji nirx û prensîbên meriv diçin.
A rast teknolojiya jî tevî sûdên xwe bûye sedema hilweşîna malbatê û jiyana malbatî sar û seqem kiriye. Hebûna perwerdeyê di dibistan, camî, dêr û programên televîzyonê de ku ji çêbûna aqilê kolektîf berpirs in, pir qels û lawaz e.
Ev diyardeya civakî ya reftarî ku em gihandin vê rewşa derûnî û reftarî, daxwazê ji me dike em li çareseriyekê bigrerin. Çunkî ev nexweşiya pir xerab tê ku bêhtir belav bibe û car caran qurbaniyên nû û tawanên bixoftir diqewimin.
Lewma divê hemî alî û ewên ku li ser siberoj û nifşên siberojê ditirsin dest bi tevger û kêferatê bikin. Nabe li ber sînorên cezayên qanûnî yan çareseriyên ewlekarî were rawestandin. Lê pêwîstî bi kampanyayên hişyarkirina seranserî heye, xasma malbat bi rola sereke radibe, çunkî malbat çêkera zarokan û perwerdekara nifşan û hilgira nirxên çê û qenc e. Bi vî awayî amadekirina nijadekî baş pêkan dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse