Biryar e di nêzîk de, di nav wê rewşa aloz a navxweyî û derve de, hikûmeteke nû li Bexdayê pêk were û dest bi kar bibe. Ew hikûmet bêyî derengketin, rûbirûyî du rêyan dibe: Yan pejirandin û bicihkirina polîtîkayeke wêrek ji bo pêkanîna çaksaziyên rîşeyî, di nav wan de dûrxistina aliyên navdewletî ji saziyên dewletê, yan jî metirsiya şimitîna ber bi rûbirûbûneke seranserî ya di navbera Amerîka û tora milîsên cîgir de ku dê bibe sedema encamên metirsîdar ji bo dewletê bi xwe.
Îraq xwedî pêgeheke lerzok e di nav aloziyên didomin ên Amerîka û Îranê de. Ew ne aliyekî çalak e di mîlmaniyan de û ne jî temaşevanekî silamet û parastî ye, belkî qadeke hevrikiyê ye ku rikaberiyên herêmî û navneteweyî tê de tên kirin. Pêdiviya Îraqê ya bi piştgiriya ewlehiyê ya Amerîkayê, li gel bandora kûr a Îranê ya di asta siyasî, aborî û ewlehî (milîsî) de, rewşeke aloz a bingehîn ji bo Îraqê afirandiye ku ev yek jî yek ji wan astengên herî berbiçav e ku rûbirûyî hikûmeta nû dibin.
Di meha adarê û destpêka Nîsana 2026an de, baregehên Amerîkayê yên li Îraqê bi sedan êrişên balafirên bêmirov (dron) û mûşekan hatin hedefgirtin ku ji aliyê Îranê ve rasterast yan nerasterast hatibûn arastekirin û gelek ji wan bi awayekî berbiçav ji aliyê milîsên hevpeyman ve ku di bin ala "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" de dixebitin, hatibûn kirin. Ev operasyon bûne sedema zererê li ser binesaziya leşkerî û dîplomatîk a Amerîkayê û tekezî li ser zêdebûna şiyana milîsan a ji bo pêkanîna operasyonên têkder ên di nav Îraqê de kirin.
Her wiha Herêma Kurdistana Îraqê ya ku wekî hevpeyman û jîngeheke guncav ji bo hêza leşkerî ya Amerîkayê tê dîtin, bi tundî hat hedefgirtin û nêzîkî 700 êrişên asmanî li ser hatin kirin. Zêdetirî nîvê wan êrişan ji aliyê hevpeymanên Îranê ve hatin kirin ku ji nav hêzên Heşda Şebiyê ve derketine. Yên din ji axa Îranê ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin. Van êrişan zerereke berbiçav gihand binesaziya enerjiyê, saziyên Pêşmergeyan û navçeyên sivîl. Herî kêm bûne sedema mirina 24 welatiyên sivîl, Pêşmergeyan û endamên grûpên Kurdî yên mixalefeta Îranê.
Wekî statuyeke bêdewlet û xwedî dahateke sînordar, Herêma Kurdistanê ne xwedî wê şiyanê ye ku bi awayekî serbixwe asmanê xwe biparêze yan pergaleke parastina asmanî ya pêşketî deyne. Tiştê ku heye, pergala parastinê ya Amerîkiyan e ku bi giranî û tenê li bajarê Hewlêrê hatiye sînordarkirin, ew jî di pileya yekem de ji bo parastina saziyên leşkerî û dîplomatîk ên wan e. Li derveyî vê navçeya sînordar, binesaziya giring li seranserê Herêma Kurdistanê li ber êrişên ducare vekirî dimîne. Ji bo Îran û milîsên hevpeymanên wê, di nav wê tabloya ewlehiyê ya parçekirî ya Îraqê de, Herêma Kurdistanê wekî armanceke hêsan û ji aliyê sembolîk ve giring tê dîtin. Êrişên wan jî xizmeta çend armancan dikin, di nav wan de: Rêlibergirtina operasyonên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li nêzîkî sînorên Îranê, nîşandana vîna stratejîk a rejîma wan, guvaşxistina ser Bexda û Hewlêrê ji bo sînordarkirina çalakiyên Amerîkayê û bihêzkirina rola milîsan bêyî ku çalakiyên wan bibin sedema gurbûna şer ber bi şerekî seranserî ve.
Di heman demê de hikûmeta Îraqê û lîstikvanên sereke yên Şîe di Çarçoveya Hevahengiyê de ne bi awayekî biryardar ev êriş şermezar kirine û ne jî rêkarên watedar ji bo rêlibergirtina wan êrişan girtine ber xwe. Ev bêhelwestiya berdewam dibe sedema gurbûna aloziyên navxweyî û ne dûr e di demeke nêzîk de bibe sedema karvedanên siyasî û ewlehiyê yên zêdetir. Şiyana sînordar a Bexdayê ya ji bo kontrolkirina grûpên çekdar ên hevpeymanên Îranê, rasteqîniyeke bingehîn a kûrtir nîşan dide. Ev lîstikvanên navneteweyî di nadewletê bi xwe de hatine çespandin, bi taybetî di bin sîwana Heşda Şebiyê de, lê ligel vê yekê jî pêkhateya kontrol û fermandariya xwe ya serbixwe parastine û dilsoziya wan ji bo merciyeta derve ye. Bandora wan li seranserê pergalên siyasî û birêvebirina Îraqê kûr e, di nav wan de desthilatên yasadanîn, cîbicîkar û dadwerî. Ev jî bûye sedema rewşekê ku serweriya Îraqê tê de bûye amêza dewlet û nadewletê, yanî desthilat parçe bûye. Pêvajoya birêvebirinê bi rêya dan û standinan tê teşekirin, ne ku bi temamî di bin kontrola hikûmeta şerî û navendî de be.
Ev dînamîk xwedî bandoreke kûr li ser pêwendiyên dewlet-milîs û pêwendiyên Bexda-Hewlêr û hevkariyên navneteweyî yên Îraqê ne. Hegemonyaya grûpên çekdar ên ku li derveyî kontrola dewletê dixebitin, baweriya bi desthilata Bexdayê kêm dikin û şiyana hikûmetê ya ji bo bicîhanîna erkên destûrî yan bicihkirina peymanan lawaztir dikin. Encama wan jî xelekeke ducare ya krîzên siyasî, ewlehî û aborî ye.
Bandora wê rewşê li ser Herêma Kurdistanê gelekî giran bûye. Êrişên berdewam jiyana sivîlan têk daye û baweriya giştî ya bi desthilat û hikûmetan lawaz kiriye. Ji aliyê aborî ve, êrişkirina li ser binesaziya enerjiyê hilberîn sînordar kiriye û hinartin bi paş xistiye û veberhênan jî rawestandiye. Guvaşên darayî giran bûne û pêvajoya birêvebirinê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan aloz bûne. Ev astengî ji ber parçekirina siyasî û ewlehiya navxweyî ya Herêmê (Kurdistan) jî aloz û girantir bûne û dê bibin.
Li ser asta Îraqê encamên rewşê metirsîdartir in. Berdewambûna operasyonên grûpên çekdar li derveyî kontrola temam a dewletê, şeriyeta saziyan têk dide û pergala ewlehiyê ya parçekirî zêdetir diçespîne, ev jî îhtimala wê yekê zêde dike ku Îraq bibe qadeke berdewam ji bo rûbirûbûna bi wekalet. Êrişên berdewam pêwendiyên Amerîka û Îraqê yên li ser hevkariyên ewlehiyê aloz dikin ku metirsiya tengkirina hevahengiya wan lê tê kirin ku dibe ku bibin sedema zêdebûna nîgeraniyên ewlehiyê yên niha li şûna hevbeşiya berfireh.
Ji wê jî cidîtir, metirsiya rûbirûbûna rasterast a di navbera Amerîka û milîsên Îraqê de li zêdebûnê ye. Di demekê de ku heta niha karvedanên Amerîkayê bi awayekî sînordarkirî mane, lê îhtimala gurbûnê ber bi helmeteke berfirehtir hîn maye, bêyî ku li rêça dan û standinên Amerîka û Îranê binêrin. Di nav wan de hedefgirtina serkirdayetiya milîsan, binesaziya hêzên wan û çavkaniya dronan. Di demekê de ku xeta cudaker a di navbera saziyên leşkerî yên dewletê û hêzên nadewletî de nezelal bûye, dibe ku binesaziya asayîşa dewletê jî ji aliyê Amerîkiyan ve bibe armanc. Ji xeynî vê jî, ne dûr e ku Washington berê xwe bide guvaşa darayî û aborî ya tund li ser Îraqê.
Her wiha pê de diçe ku Washington hikûmeta bê ya Îraqê wekî berdewamiya wê nîzama siyasî yê niha bibîne, bi wî rengî ku serokwezîrê bê dê berhemê heman (Çarçoveya Hevahengiyê) ya Şîe be ku kutleyên alîgirên Îranê û yên pêwendîdarî bi Heşdê ve lê serdest bin. Di encamê de, dibe ku hikûmeta nû jî bi heman şêwazî xwe di bin dest de bibîne, nekaribe rê li ber êrişa derve bigire, di demekê de ku tê çaverêkirin ku xercî û encamên siyasî û darayî yên wan êrişan bigire ser xwe. Ev dînamîk tekeziyê li ser lawazî û lerzokiya berdewam a pergala birêvebirinê dike û barê darayî yê dewletê giran dike, ew jî bi rêya nûjenkirin û daxwaza qerebûkirinê.
Ji aliyê herêmî ve, bandorên wê rewşê bi heman awayî encamên xerab ji bo Îraqê hene. Êrişên dronan ên ku ji aliyê grûpên hevpeyman ên di nav Heşdê de li dijî dewletên cîran, bi taybetî welatên Kendavê, Urdin û Sûriyeyê hatine kirin, wisa kiriye ku parçekirinên navxweyî yên Îraqê bandora wan bigihîje derveyî sînorên welêt, ev jî nêrîna cîhana Ereban a ji bo Îraqê ava kiriye. Heta ku şiyana milîsên çekdar parastî be ji bo bikaranîna axa Îraqê ji bo zextê, tolhildanê yan gihandina peyamê, dê Bexda rastî pirsgirêkan were ku xwe wekî hevbeşekî serwer û mîtemand nîşan bide. Têkçûna hikûmetê ya di çareserkirina van astengiyan de metirsîdar e, çimkî aloziyên bi cîranên nêzîk re kûr dike, ev jî dibe sedema kêmkirina piştgiriya siyasî û têkçûna baweriyê û hincetekê ji bo dûrketina Ereban. Ji ber vê yekê, vegerandina baweriyê tenê bi arambûna navxwe ya Îraqê pêk nayê; belkî pêdiviya wê bi pêbendbûneke bawerpêkirî heye ji bo rêlibergirtina bikaranîna axa Îraqê ji bo têkdana aramiya wê herêmê.
Bi nêrîna li paşeroja nêzîk, Îraq rûbirûyî komeke metirsiyan dibe: Gurbûna nakokiyan, lawazbûna saziyan û çeqbestina aborî. Pêşkevtin hewceyî aramkirina aloziyan û çaksaziya saziyan e, bi taybetî di diyarkirina xetên fermandariyê û kontrolkirina hêza çekdar de lê bi liberçavgirtina pêgeha çespandî ya lîstikvanên nadewletî, ku pêwendiyên derve yên serbixwe li gel Îranê hene, çaksaziya watedar û aloz û demdirêj dibe, heke qet were kirin.
Hikûmeta federal a Îraqê divê rêbazeke du-rêkî bişopîne, hêdî hêdî kontrola lîstikvanên çekdar ên navneteweyî bike, ew jî bi rêya peymanên siyasî, di heman demê de yekdestiya hêzê di nav saziyên şerî yên dewletê de misoger bike. Hevbeşên navneteweyî, her çend roj bi roj bêzar bibin jî lê şiyan û hevkarî û bandora wan dê bimîne, bi rêya beşdariya bimerc û piştgiriya armancdar. Ji ber nebûna çaksaziyeke watedar, dînamîka siyasî û ewlehiyê ya Îraqê di bin metirsiya wê de ye ku ber bi rûbirûbûn û pevçûneke berfireh ve biçe û rewş bêaramiya pergalî werbigire.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse