Di jiyana mirovan de, cihê herî ewle ku mirov xwe tê de aram hîs dike mal e. Her wiha jîngeha ku têkiliyên endamên malbatê xurt dike jî her mal e.
Mirov her tim dixwaze ji teq û reqa jiyana rojane, ji stres, tevlihevî û metirsiyên cîhana derve bireve û were mala xwe. Mirov li mala xwe, xwe di nav endamên malbata xwe de aram û parastî hîs dike.
Endamên malbatê li malê xwe azad hîs dikin. Mirov li mala xwe, bi rehetî, bêsansur kûrahiya dilê xwe ji endamên malbatê re vedibêje. Hestên herî dijwar yên wekî evînî, hezkirin, nexweşî, hêrs, xemgînî, kêf û şahiyê bi awayekî samîmî li malê tên vegotin.
Ji bo yekî şêweya herî rehet a îfadekirina van hestan jî her gav zimanê zikmakî yê wî/wê ye.
Ji ber vê yekê ye ku bi milyon heta bi milyaran malbat li çar aliyê cîhanê li malê bi zimanê xwe yê dayîkê dipeyivin û bi zimanê xwe dijîn.
Mirov li malê fêrî nirxên bingehîn ên jiyanê yên wekî rastgoyî, rêzgirtin, evîn, hevkariyê û hwd. dibe. Ji bo zarokan mal destpêka temrîna jiyanê ye.
Zarok li malê di nav atmosfereke ewle û hêsan de eslê xwe, zimanê xwe, çanda xwe nas dike û fêr dibe.
Aîdiyeta xwe bi xêra ziman û çanda dê û bavê xwe, di jîngeha malê de bi dest dixe. Dê û bav jî tiştên ku ew ji dê û bavên xwe fêr bûne, fêrî zarokên xwe dikin. Bi vî awayî ziman û çand ji nifşan derbasî nifşan dibin.
Li malê axaftina bi zimanê dayîkê bûyereke pir xwezayî û yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e.
Lê hezar car mixabin, ev mafê bingehîn ê mirovahiyê li Bakurê Kurdistanê û her wiha ji bo Kurdên ku li nav sînorên Tirkiyeyê dijîn ne bûyereke xwezayî ye.
Ji ber ku gelek malbatên Kurd dev ji zimanê xwe yê dayîkê berdane û ew bi zimanê dagirkerên xwe, yanê bi Tirkî diaxivin.
Sedema herî mezin a ku Kurdan dest pê kiriye li malên xwe bi Tirkî dipeyivin, bêguman bêdewletbûyîna wan e.
Dewleta Tirkiyeyê ji roja ava bûye heta roja me ya îro, ne nasname, ne jî zimanê Kurdan nas kiriye.
Li gorî qanûnên Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê tenê Tirk hene. Û wisa xuya dike ku heta demeke dûr û dirêj jî dewleta Tirkiyeyê dê dev ji siyaseta xwe ya li dijî kurdbûyînê bernede. Û herwiha siyaseta ku îro li Bakurê Kurdistanê Kurdan temsîl dike jî ji doza Kurd û Kurdistanê pir dûr ketiye.
Ew zimanê Kurdî jî wekî zimanekî nefonksiyonel (zimanê bêfêde, zimanê nebikêr, yê bi kar nayê) dinirxînin û rizgariya Kurdan jî di entegrebûna xwebexş, yanê di tirkiyeyîbûnê de dibînin.
Gotineke Dimiliyan heye dibêjin ‘Cilo kewto milo’, bi kurtî qedera paşeroja zimanê Kurdî ketiye ser milên Kurdên xwenas.
Ji bo vê erka giran a birûmet a hêja, yanê paşeroja zimanê Kurdî, divê her maleke Kurdî bibe dibistanek.
Ji bo ku em vî zimanê xwe yê qedîm ku bi hezaran sal e bi hezar û yek zehmetiyê heta roja me hatiye biparêzin, divê em li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.
Her çi qasî li Tirkiyeyê derfetên perwerdeya bi zimanê dayîkê tunebin jî em baş dizanin ku zarok li malê fêrî zimanê xwe yê dayîkê (zikmakî) dibe.
Ji ber ku zarok di salên xwe yên ewil de zêdetir wextê xwe li malê derbas dikin. Jîngeha malê yek ji faktorên herî girîng e ku zarok fêrî zimanê dayîkê bibe û ji aliyê civakî ve bi pêş bikeve.
Bi kurtî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên we dê û bavan, salmezinan û kal û pîran.
Ji ber ku zimanê dayîkê ew ziman e ku zarok ji roja jidayîkbûnê ve bi awayekî xwezayî, bêyî perwerdehiyek fermî, ji malbata xwe, bi taybetî jî ji diya xwe fêr dibe. Ji bo vê jê re zimanê dayîkê tê gotin.
Bingeha zimanê zarokan li malê tê danîn. Ji ber vê yekê dê û bav û malbata zarok, bi taybetî jî dayîk xwedî roleke sereke ye. Dayîk dikarin li malê alîkariya zarokên xwe bikin ku ew zimanê dayîka xwe fêr bibin.
Dîsa em dizanin ku ziman amûra yekem û herî girîng e ku bi awayekî piralî bandorê li tenduristî û laşsaxiya zarok dike.
Zarok bi alîkariya ziman xwe fêm dike, derdora xwe fêm dike. Bi xêra hêza ziman, bingeha aîdiyeta çandî û afirandina bixwebaweriyê li ba zarok çêdibe.
Zarok bi xêra ziman raman, hest û hewcedariyên xwe tîne zimên. Axaftina zarok bi lez û bez di salên ewil ên jiyana wê/wî de tê hilberîn, afirandin û pêş dikeve.
Li gorî zimannas û pedagogan zarokek berî ku dest bi dibistanê bike, hîn di şeş saliya xwe de dikare xwediyê 5-6 hezar peyvên zimanê dayîkê be.
Eger malbatek bixwaze xezîneya peyvan a zarokê/a wan zêde bike, ew dikarin hejmara xezîneya peyvan a zarokê/a xwe bigihînin 10 hezar peyvan.
Dê û bavên hêja: Em Kurd jî miletek in û zimanê me jî Kurdî ye û bi hezaran sal in dê û bavên me, pîr û bapîrên me bi zimanê Kurdî peyivîne.
Dayîkên delal!
Eger dê û bav şûna zimanê dayîkê, zimanekî din fêrî zarok bikin, gava zarok mezin dibe, nezanîna zimanê dayîkê bandoreke negatîv li ser jiyana zarok dike.
Pirsên wekî ‘ez kî me, ez çi me?’ dê her tim di jiyana zarokan de mîna pirsên bêbersiv û rewşa derûnî ya têkder bimînin. Loma jî ji bo ku zarokên we di nav ewlehî, xweşî û aramiyê de mezin bibin û serkeftî bin, divê hûn li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin û wan fêrî Kurdî bikin.
Zarokên ku zimanê xwe yê dayîkê dizanin, jiyana civakî ya ewletir dijîn û ji aliyê derûnî ve zêdetir bi xwe bawer in.
Em dizanin ku îro qanûnên Tirkiyeyê rê nadin ku zarokên Kurdan li baxçeyê zarokan û pêşdibistanan de fêrî zimanê Kurdî bibin. Ji ber vê yekê jî divê em li malê zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.
Ez hêvî dikim ku hûn dê zarokên xwe bi zimanê wan ê dayîkê ku ji wan re wekî şîrê diya wan paqij û helal e mezin bikin.
Hêvîdar im dê û bavên îro mîna dê û bavên xwe ji bo zarokên xwe bibin pirek ku zimanê Kurdî ji ser wê pirê ji nifşekî derbasî nifşê din bibe.
Eger dê û bav zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin, Kurdî ji mirinê rizgar dikin û temenê zimanê Kurdî 70-80 salan dirêjtir dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse