Şerê 2026an ê Îranê yek ji wan bûyeran e ku şiyana wî ya arastekirina jeopolîtîk a çarêka duyem a sedsala 21an li Rojhilata Navîn heye û hevdem dikare rûyê Pirsgirêka Kurdan jî biguhere. Her çi qasî şer bi awayê fermî bi dawî nehatibe jî Amerîka û Îran di berzexa "aşitiyeke sar" yan jî îhtimala vegera li pevçûna leşkerî de mane.
Encama vê nakokiyê çi dibe bila bibe şerê 40 rojî bandorên xwe yên bingehîn li pey xwe hiştine, bi awayekî ku ne Îrana paşerojê vedigere rewşa berî şer û ne jî hevsengiyên herêmê wekî xwe dimînin. Di vê hevkêşeyê de Kurd wekî beşeke jêneger a şer derketin, wan bi rengê fermî bêalîbûna xwe ragihandibû lê dîsa jî vê yekê rû da!
Di rastiyê de ji bo cografyayeke wekî Kurdistanê bêalîbûna ne vebijêrkek e ku tenê bi îradeya navxweyî were diyarkirin. Berevajî vê, pêdiviya wê bi naskirina aliyên navneteweyî û herêmî jî heye lê arasteya bûyeran nîşan da ku ev bêalîbûn bi berjewendiya ti cemserên şer re nedigunciya û nagunce. Di vê navberê de rewşa Herêma Kurdistanê û Pirsgirêka Kurdan a li Rojhilat, ber bi qonaxeke nû û cuda ve gavê diavêje.
Kurd di stratejiya şer a Amerîka û Îsraîlê de
Amerîkayê di şerê 40 rojî de Îran qels kir lê nekarî tune bike. Her çi qasî eniya Amerîka-Îsraîl serdestiya asmanî û îstîxbaratî hebe jî lê hîn armancên wan ên stratejîk ên wekî nehiştina 440 kg uranyuma dewlemendkirî ya bi rêjeya ji sedî 60 û qelskirina şiyana mûşekî û nifûza herêmî pêk nehatine û rejîma siyasî jî neguheriye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî behsa lêdana zêdetirî 13 hezar armancan li navxweya Îranê kiriye û her ji destpêka şer ve mijara vekirina eniya Kurdan a şer bûye mijareke medyayî. Di rastiyê de ev ji bo Amerîka û Îsraîlê bêhtir rêbazeke xapandina Îranê bû, ne planeke leşkerî ya kamil ku bi nêta serxistina wê bin.
Her wiha dibe ku rêkarek be ji bo rawestandina Tirkiyeyê da ku rasterast alîkariya Îranê neke. Wan bi derxistina bi dizî ya van agahiyan, beşek ji bala leşkerî ya Îranê ber bi eniya bejahî ve kişand lê piştî 40 rojan eşkere bû ku ti plana pratîk a bi wî rengî li dar nebûye.
Her ji bingehê de derxistina vê mijarê di medyaya Amerîkayê de nîşana wê yekê bû ku planeke xapandinê ye ne êrişeke rast çimkî eger planeke leşkerî ji bo bikaranîna eniya Kurdan wekî qadeke şer hebûya, bi bêdengiyeke temam dihat bicihkirin.
Qalkirina vê mijarê li gel çend aktorên cuda yên Kurdan -eger rast be- dipeyitîne dike ku Washingtonê her ji destpêka nexwestiye ev bi kirdarî here serî. Tewr eger qal kiribe jî, çimkî eşkerekirina planeke "veşartî" li gel çendîn aliyên cuda yên ku îdeolojî, berjewendî û pêwendiyeke herêmî ya cuda hene, tê wê wateyê ku wan xwestiye ew sira wan eşkere bibe! Her wiha berevajî hinek propagandayên medyayî, Trump rasterast li gel ti serkirdeyên partiyên Rojhilat ji bo vê mijarê nepeyivîbû.
Her cure operasyona ji bo vekirina eniyeke Kurdan a li dijî Îranê, pêdivî bi êrişeke asmanî ya giran û berdewam li herêmên Kurdan hebû, wekî ku di amara êrişan de jî diyar dibe ev yek heta radeyekê qewimiye lê di çarçoveya hewleke giştî de ji bo qelskirina şiyana şer û şiyana birêvebirina Îranê bûye, ne ku tiştekî taybet ê li herêmên Kurdan be.
ACLEDê di navbera 28ê Sibatê û 11ê Nîsanê de bi giştî 2958 bûyerên teqîn û tundiya ji dûr ve (Explosions/Remote Violence) li 32 cihan li Îranê tomar kirine ku li gorî şiroveya amarê, tê texmînkirin ku nêzîkî ji sedî 86ê wan ji ber dron, mûşek û êrişên asmanî bûne. Ji êrişan ji sedî 8,85ê êrişan wê li çar parêzgehên Kurdan ên Kirmaşan, Îlam, Kurdistan (Sine), Azerbeycana Rojava (Urmiye) rû daye lê ji sedî 21ê êrişan li 8 cihên başûrê Îranê bûne. Tehran bi ji sedî 31ê ve ji her derê bêhtir hatiye bombebarankirin û derdora ji sedî 17 li herêmên navîn ên Îranê bûne.
Di roja ewil a destpêkirina şer de 553 êriş li ser Îranê hatine kirin ku tenê 25 hebên wan li çar parêzgehên Kurdan bûne û di nav de jî nêzîkî nîvê wê li Kirmaşanê bûye. Ew jî tê texmînkirin ku ji ber hebûna herî kêm 5 saytên mûşekî yên girîng be. Wextê xwe Elî Xamineyî (rêberê berê yê Îranê) behsa têgeha "çiyayê çekdar" kiribû, wekî amajeyekê ji bo girîngiya çiyayan di danîna saytên mûşekan û pergalên parastin û êrişkirinê de. Ji ber ku zincîreçiyayê Zagrosê bi herêmên Kurdan ve ber bi xwarê Îranê ve ye ev herêm di navenda stratejiya leşkerî ya Îran, Amerîka û Îsraîlê de bûn.
Li aliyekî din ji bilî armanca belavkirina şiyana leşkerî ya Îranê, dibe ku armanceke kifşkirina wê mijara vekirina eniya Kurdan, aloziya pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê be. Bê guman yek ji armancên sereke yên Îranê, bikaranîna şiyana komên çekdar ên "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" li dijî Amerîka û Îsraîlê bû lê ji ber mijûlbûna wan a bi Pirsgirêka Kurdan re kêmtir ew yek ji wan re hat kirin. Li gorî amareke hikûmetê ji 28ê Sibatê heta 20ê Nîsana îsal, 809 heb dron û mûşek ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin ku nêzîkî ji sedî 87ê wan dron bûn û beşeke zêde ya wan jî ji navxweya Îraqê ve hatine teqandin.
Dibe ku rêlibergirtina hevkariya Tirkiye-Îranê jî armanceke din a vê "tektîka kifşkirinê" be. Tirkiye ji Îranê bêhtir ji tevgera hêzên Kurdan dilgiran bû. Bê guman Enqere "Îraneke qels" di berjewendiya xwe de dibîne lê naxwaze Îsraîl bibe serdestê herêmê, lewma îhtimala hevkariya Tirkiyeyê ji bo Îranê di maweyê şer de tiştekî çaverêkirî bû. Li vir xuya dibe ku Amerîka/Îsraîl hestiyariya Tirkiyeyê ya li hemberî Pirsgirêka Kurdan wekî "karteke pêşîgir" bi kar anîbe çimkî vê yekê bi kirdarî rê li ber wê girt ku Tirkiye di vî şerî de alîkariya Îranê bike.
Pirsgirêka Kurdan wekî mijareke zindî, di qonaxa "lihevhatina sar" de wekî pêdiviyeke stratejîk ji bo Washingtonê dimîne. Bêdengiya pergalên parastinê li hemberî beşeke berbiçav ji wan zêdetirî 30 êrişên ku piştî agirbestê li ser baregehên partiyên Rojhilat hatine kirin, nîşana daxwaza Amerîkayê ye ji bo "birêvebirina krîzê" li gel Îranê. Di vê navberê de Herêma Kurdistanê ne tenê ji bo Amerîkayê, ji bo welatên Kendav û Tirkiyeyê jî dibe navenda hevsengiyê, ji bo rêlibergirtina hejmûna komên çekdar a li Îraqê. Tirkiye pêşbîniya aloziyeke zêdetir bi Îsraîlê re dike, lewma dibe ku hewl bide pêwendiyeke zêdetir bi Kurdan re bi pêş bixe.
Eniya Kurdan û daxwaza Îranê
Hem Herêma Kurdistanê, hem jî partiyên Kurdan ên mixalefeta Tehranê di navenda stratejiya şer û piştî şerê Îranê de ne. Şer pêwendiyên "Kurd-Îran-Bexda" birine qonaxeke aloz û tew fişareke bêwêne jî li ser Kurdan çêkiriye. Di rastiyê de mijara êrişa bejahî û îhtimala çûna hêzên Kurdan, her ji destpêka ji bo Îraniyan jî karteke propagandayê yê bikêr bû ji bo ku hestê neteweperweriya alîgirên xwe, bi taybetî di nav Fars û Azeriyan de geş bikin û hesteke pan-Şiî li Îraq û herêmê bibilînin. Dibe ku sedemeke din a berdewamiya êrişên li ser partiyên Rojhilat piştî agirbest û dan û standina bi Amerîkayê re, her zindîhiştina wê hestê be ku dibe Tehran ji bo qonaxa piştî şer jî pêdiviya wê pê hebe.
Eger şer dest pê nekeve, îhtimala destpêkirina xwenîşandan û derketina nakokiya navxweyî ya elîta desthilatdar li wî welatî tiştekî xerîb nabe, wekî ya ku piştî şerê 12 rojî sala 2025an qewimî. Hikûmetê Îranê bi awayê fermî wekî zerera şer behsa 270 milyar dolaran kîriye ku bi zêdetirî nîvê dahata neteweyî ya nesafî (GDP) a wî welatî tê hesabkirin. Sindoqa Navneteweyî ya Pereyan jî pêşbînî kîriye ku aboriya Îranê herî kêm zêdetirî ji sedî 6an biçûktir bibe û amarên Îranê jî di senaryoya herî geşbîn de, heta dawiya salê behsa enflasyoneke zêdetirî ji sedî 50î dikin, amareke ku ne tenê li Îranê, li her derê dinyayê be, wekî zemîna derketina nerazîbûnê tê dîtin, bi taybetî jî li herêmên paşguhkirî.
Li aliyekî din, hîn diyar nîne ku dînamîka nakokiya navxweyî ya desthilatê li Îranê dê çawa be lê hinek nîşan hene nîşan didin ku dibe ku her wilo bêkêşe nebe. Hê berî her tiştî mirov dikare bibêje ku di maweyê şer de mijara mana rejîma siyasî beşeke zêde ji xetên nakokiya navbera elîta desthilatdar a Îranî bi reformxwaz û mihafezekar, zilamên olî û pasdaran ve tiji kîriye lê ne şert e bi nemana rewşa şer re ev bi wî rengî bimîne.
Balkêş e ku Tehran piştî agirbestê di navbera du nêrînên dijber de diçe û tê; li aliyekî peymanê dixwaze û li aliyê din jî li ser helwesta xwe bi biryar e. Her çi qasî eniya Amerîka-Îsraîl serdestiya asmanî û îstîxbaratî di şer de hebû jî hîn armancên wan ên stratejîk ên wekî heniştina 440 kg uranyuma dewlemendkirî ya ji sedî 60î û qelskirina şiyana mûşekî û nifûza herêmî ya Îranê- bi dest nexistine û rejîma siyasî jî neguheriye. Ev ji bilî wê yekê ku agirbestek hatiye kirin û hîn cureyekî dan û standinê li dar e. Dibe ku vê jî ew nêrîn li cem elîta desthilatdar a Îranê çêkiribe ku tirsa rûxandina rejîmê nemaye, lewma hebûna cureyekî ji nakokiya navxweyî bi asayî bibînin.
Di dema dan û standinên Îslamabadê de, ajansa nûçeyan a Farsê mijareke kurt belav kir li ser wê yekê ku Husên Tayib ku wextê xwe fermandarê sîxuriya pasdaran bûye, rê li peymana tîma dan û standinan girtiye, ku "bi nêta wê bûn her tiştî bidin bêyî ku tiştekî bistînin." Di encama wan rexneyên ku lê dihatin girtin Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hevpeyvîneke kir û got, "Bi wî rengî nîne ku em ji daxwazên xwe werin xwarê" û li mikur hat ku Amerîka û Îsraîl di warê leşkerî de ji Îranê bihêztir in û tecrubeya wan zêdetir e lê got stratejiya wan xelet bûye û ya Îranê bibandortir bûye.
Malpera Întîxabê behsa wê kîriye ku Eniya Paydarî û alîgirên Seîd Celîlî amade nebûne daxuyaniyeke parlamentoyê ji bo piştgiriya Qalîbaf û tîma dan û standinan îmze bikin. Her di wî çarçoveyê de her du malperên Reca News û ajansa Tesnîmê li dijî hev nivîs belav kirine ku tiştên wilo mînakên wan kêm bûne. Wê demê jî ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Eraqçî behsa vekirina Tengava Hurmizê kiribû, êrişeke medyayî ya zêde li ser hatibû kirin, ev ji bilî wê yekê ku berdewam gotara dijî Ruhanî-Zerîf li navxweya wî welatî tê belavkirin.
Helbet dem dê nîşan bide ku ev dibin sedema nakokiyeke kûrtir a desthilatê yan wekî tiştekî demkî dimînin lê ev li gel fişarên siyasî û aborî yên şer wiha dikin ku zindîhiştina mijara partiyên Rojhilat hem hinceta ewlehîkirina navçeyên Kurdî çêbike ku pir caran amadehiya xwenîşandan û nerazîbûnê tê de heye, hem jî "tirsa cudaxwaziya Kurdan" wekî sedemek ji bo kêmkirina nerazîbûnê li cihên din bi kêrî hikûmetê were.
Tehran derbarê hêzên Kurdan ên Rojhilat jî di destpêkê de hewl dide wekî modela "Mucahîdînê Xelq" hêzên Kurdan ji Herêma Kurdistanê derxe lê bi egerekê piştî şer neçar dibe li rêyeke din bigere yan vegera li peymaneke din a ewlehiyê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, yan jî xwestina dan û standineke wekî ya ku di navbera PKK û Tirkiyeyê de diqewime.
Eger şer dest pê nekeve, bi îhtimaleke mezin Îran hewl dide nifûza xwe li Îraqê jî zêdetir bike lê ev astengiyên zêde li pêşiya wê hene. Îraq zerermendê yekem ê nakokiya Îran û Amerîkayê ye û diyar nîne heta kengî dikare baceke mezin ji bo wê bide. Wisa tê çaverêkirin piştî pêkanîna hikûmetê, ber bi helwesteke nermtir li gel Amerîkayê biçe û neçar be pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re di warê aborî û siyasî de birêkûpêk bike.
Her çi qasî "hestê pan-Şiî" di dema şer de geş bû lê ev demkî ye çimkî piştgiriyên darayî yên berê yên Îranê ji grûpên Îraqê kêm bûye û niha bêhtir rola pêwendiyeke îdeolojîk-olî li pêş e ku ev jî nikare li ber pêla nerazîbûnan li navxweya Îraqê bigire ku dibe bi hatina demsala havînê re zêdetir bin. Lewma di dawiyê de îhtimala şistbûna pêwendiyên Şîeyên Îraqê yên bi Îranê re (wekî xwenîşandanên Tişrînê) gelekî bi hêz e. Ha li vir e ku pêdiviya aborî-siyasî ya Îranê bi Herêma Kurdistanê ducare zêde dibe.
Herêma Kurdistanê dikare bibe derfeteke girîng ji bo Îraqê jî ji bo birêvebirina pêwendiyên xwe bi Amerîka û welatên Kendavê re ku ji ber vî şerî zerereke zêde ditiye. Bi giştî jî Îraq ji 2003yan ve heta niha derfeteke mezin li pêşiya wê heye da ku bibe dewleteke model di Pirsgirêka Kurdan de û li şûna ku Kurdan wekî gef bibîne, bike sedema bihêzbûn û rabûna jeopolîtîk a xwe lê êrişa komên çekdar û destwerdana di kar û barên navxwe yên Herêma Kurdistanê de û bikaranîna siyasî ya budceyê û mijara nakokiya navxweyî ya Kurdan ku dibe ji bo hinek aliyên Îraqî tiştekî balkêş û karteke bihêz were ber çavan, hêdî hêdî astengiya mezin ji bo wê çêdike. Îraq bi modela destûrî ya 2005an ve dikare ji ber Kurdan rabûneke jeopolîtîk a mezin bike lê bi rêya teqlîdkirina welatên din ên herêmê û hewldana ji bo ewlehîkirina Pirsgirêka Kurdan, dikeve xefikeke dîrokî ku dibe ber bi bêaramiyeke dûvdirêj a din ve bibe.
Dawî
Mijara vekirina "eniya Kurdan" a di şerê Îranê de mijareke du-alî ye ku bi awayekî cuda xizmeta berjewendiya her du aliyên dijber dike. Li aliyekî ji bo Herêma Kurdistanê maneya Îranê bi qelsî -bi awayekî ku pêwendiyên wê bi Washingtonê re aloz bin- wekî baştirîn bijardeya stratejîk tê dîtin; li aliyê din jî partiyên Kurdan ên Rojhilat guherîna tevgera rejîmê yan guherîna pergalê siyasî wekî armanca xwe ya sereke dibînin.
Li gel vê jî di warê leşkerî de her ji destpêka amadehiyeke pratîk a ji bo vekirina eniyeke Kurdî li dar nebû. Herêma Kurdistanê ji ber rewşa nebaş a navxweyî, girêdayîbûna budceyê, nebûna pergala parastina asmanî ya kamil û hebûna eniyeke pişta vekirî li ber êrişa komên çekdar, ti carî di pêgehekê de nebûye beşdarî şerekî bi wî rengî bibe. Hevdem tecrubeya şerên Hemas, PKK û HSDyê, ew rastî ji bo partiyên Rojhilat jî îsbat kîriye ku destpêkirina şerekî bêbername tenê wêrankariyeke zêdetir ji bo herêmên Kurdan bi dû xwe re tîne; bi taybetî ku pêgeh û kampên wan bi temamî eşkere ne û ji nîveka salên 90î ve dest ji şerê çekdarî yê pêşmergane yê dijî Tehranê berdaye. Bi îhtimaleke mezin qonaxa piştî şer dawî li wî modelê karê partiyan tîne ku di çend dehsaliyên borî de hebûye.
Li aliyekî din nezelaliya plana Donald Trump ji bo Îranê wekî "metelokeke siyasî" bandor li ser gelek aliyan hebû. Di dema xwenîşandanên dawiya sala borî û destpêka îsal de sozên Trump ên ji bo piştgiriya xwenîşanderan nehatin bicihkirin û gelek xelk bûn qurbanî. Cihê balê ye di wan xwenîşandanan de asta beşdariya Kurdan li gorî carên berê kêmtir bû, ev jî hevdem li gel helwesta partiyan di dema şer de pêdiviya wê bi hûrbûneke zêdetir heye.
Di paşerojê de helwesta Tehranê di navbera du bijardeyan de dimîne: Yan vekirina deriyê lihevkirineke siyasî, helbet eger modela dan û standina PKK û Tirkiyeyê bi ser bikeve yan girtina rêkareke ewlehî û leşkerî ya tundtir. Li vir ew zelal e ku ji bo çareserkirina nakokiyan tenê bikaranîna hêzê ne bes e çimkî dibe ku tevgerên Kurdan di qonaxekê de werin çewisandin lê tune nebin û dîrokê nîşan daye ku bi hêzeke zêdetir ve serî hildidin.
Şerê 2026an ê Îranê careke din ew rastî piştrast kir ku serdestiya leşkerî bi tenê nikare tevgera aktoran biguhere. Di van şeran de tew aliyên qels jî dikarin bi rêya "stratejiya parastina nehevseng" ve xwe ragirin. Ev taybetiyeke diyar a şerên hevdem e; wekî çawa Rûsyayê ji sala 2022yan ve nekarî şerê Ukraynayê safî bike, Îsraîlê jî di salên 2023 û 2024an de nekarî dawî li Hemas û Hizbulahê bîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse