Heyamekê rûpelên kovar û rojnameyan bi xwe ve mijûl kiribû, ew jî ji ber ku wek ew bi xwe dibêje şerê li dijî gendeliyê ragihandibû. Her çend di wî şerî de ne serketî bû lê zengila hişyariyê lêda.
Wek ku ew bi xwe dibêje, wî ji serkirdeyên vî welatî re gotiye, "Guhê min li awazeke nexweş e, awazeke ku ji hemû metirsiyên din ên li ser welatê me kujertir e. Heke ji kokê ve neyê çareserkirin, divê em hemû gindor bi çokên xwe bişkînin."
Ez qala Celalê Sam Axa dikim ku ji bo dema 8 salan rêveberê Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê bû.
Demek bû, min bi xwe dixwest, her wiha gelek kesayetiyan pêşniyara wê yekê ji min re kirin ku çima bernameya Pencemorê pê re çênakim. Her çend min ew ji nêz ve nas dikir û min gelek caran li mala wî ya li Girê Serçinarê serdana wî kiribû.
Ji ber ku mala wî wek tekyeyekê ye, her cure kesayetî berê xwe didinê û her dem qerebalix e. Şêwazê axaftin û vegotinên wî jî bi rengekî ne ku mirov ber bi xwe ve dikişîne, ji ber vê yekê gelek kes serdana wî dikin.
Dema ku ez diçûm balê, wî hin serpêhatiyên xwe vedigotin. Lê ji ber ku ewqas li ser gendeliyê hatiye gotin, loma min dixwest ku em zêdetir dîrokeke din û rûpeleke din a jiyana wî vebêjin, xasma dîroka Silêmaniyê û wê sala ku ew pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bûye di sala 1974an de.
Ev ji min re balkêş bûn. Lê ew ji nişka ve vedigeriya Dîwana Çavdêriyê û mijar dibir ser gendeliyê û diket canê wan berpirsên ku xema samanê vî welatî nexwarine û naxwin.
Ew dibêje, "Gendelî bi avakirina komîteyan û bi projeyan çareser nabe. Heke vîn û îrade nebe û her takekes ji serî heta binî li beramberî yasayê ne wek hev be û neyê cezakirin, çareser nabe."
Celalê Sam Axa hîn jî xwe wekî çepgir dibîne. Ji xwe ew dewranekê nêzîkî Partiya Komunîst a Îraqê bû. Lê ew dibêje: "Çepgiriyê ez nekirim endamê Partiya Komunîst a Îraqê, pêşmergatiyê ez nekirim Partî (endamê PDKyê) û dostaniya min a bi Mam Celal re ez nekirim Yekîtî (endamê YNKê)." Celalê Sam Axa gelek caran meseleya ne-hizbîbûna xwe di Pencemorê de ducar dike.
Celalê Sam Axa bi hesreteke mezin dabaşa serdema yek salî ya pêşmergatiya xwe ya li Nawpirdan, Gelale û Hacî Omranê dike. Behsa dostaniya xwe ya bi pêşmerge û berpirsên şoreşê re dike. Ji ber ku kek Celal karakterekî girîng ê nav şoreşê bûye li Emîndariya Giştî, ku bi serê xwe wezaretxaneyek bû û wan wek dewletekê kar dikir!
Ji bo ku ez suhbetê germtir bikim, jê dipirsim: "Gelo di şoreşê de jî gendelî hebû?" Piştî hinek fikirînê dibêje: "Hebû lê pir kêm bû û me lêpirsîn dikir. Hin kes hebûn ku bi lêpirsînê re bûn lê digotin bila em ne pir tund jî bin."
Bîranînên wî yên bi mala Ebdilxaliq Marûf re, Radyoya Şoreşê, serpêhatiya cenazeyê Mam Hejar hêjayî wê yekê ne ku dastan û fîlm li ser wan bêne çêkirin û bi wê rêyê nifşên niha û yên paşerojê bi dîrokekê bêne naskirin ku dilop bi dilop şanazî jê dibare.
Her çend Kek Celal xwe wek Kurdistanî dibîne û apê wî, Elî Sam Axa, ku dostekî min ê nêzîk bû, ji Kajîkên kevn bû (endamê Komeleya Vejîna Kurdistanê – JK bû), lê hesteke Silêmanîtiyê tê de tê dîtin.
Ji ber ku dema qala Kek Îdrîs Barzanî dike, wî wek zilamekî vekirî, xwedî berpirsiyarî û bi dîsîplîn binav dike. Lê bi bişirînekê dibêje, "Bi Xwedê, tameke xwecihî ji bavê min dihat," mebesta wî tameke Silêmaniyê.
Min dixwest wî zêdetir tev bidim deqene dabaşa serdema şoreşê ji min re bike. Jê re dibêjim: "Gelo Kek Celal rast e ku dibêjin, nivîskar û hunermend bibûn bar li ser milê pêşmergeyan û her bi vegotina pêkenok û henekan û jiyana xwe ve mijûl bûn, nediçûn eniyên şer û xwe jê vedidizîn?"
Kek Celal dibêje, "Ji sedî 70 ji bersiva pirsa te, erê ye." Ew serpêhatiyeke xwe û Îdrîs Barzanî û nivîskar û wêjevanên Kurd vedibêje, ku em dê di bernameyê de bibînin. Kek Celal carekê du caran wê yekê dubare dike ku Îdrîs Barzanî kesayetiyeke taybet bû, "Loma min her wê demê ji hevalên xwe re digot, di paşerojê de ev zilam dê bibe Kissingerê Kurdan."
Kissinger wezîrê derve yê Amerîkayê bû di wê serdemê de, ku di dîroka cîhanê de ji hinek serokkomarên Amerîkayê zêdetir navûdengê wî heye. Kissinger piştî dûrketina ji karê dewletê, şêwirmendî daye gelek serok û navendên Amerîkayê.
Her çend ezmûneke Kurdan a tal pê re hebû lê Kissinger kesayetiyeke cîhanî ye û di dîrokê de belkî tenê ewqas li ser şiyanên Churchillê Brîtanî hatiye axaftin.
Gelek mijarên taybet di bernameya Pencemorê de bi Celalê Sam Axa re diçin rûpelên dîrokê. Naxwazim her pesnê Kek Celal bidim, lewra min jê pirsî: "Kek Celal, xelk dibêjin tu bi roj li dijî berpirs û gendelkaran diaxivî û bi şev jî bi wan re dîşleme (cureyek xwarin) dixwar?"
Celalê Sam Axa dibêje, "Mam Celal ne hevalê min bû lê dostê min bû. Her dem têkiliya min bi Mam Celal re baş bû. Wî wekî 'Kek Celalê min' gazî min dikir. Lê ez bi eşkereyî pê re diaxivîm û min bi bîra wî dixist ku guhê min li zengila xirabûnê ye."
Min hez dikir ku ez rûpela rebeniya wî vekim û sedema wê bizanibim lê wî nexwest li binê meseleyê bixe, ji ber vê yekê got: "Dev jê berde, ew daxek e û bila bi min re here bin axê."
Qala hezkirina xwe û keçeke Ereb dike, hezkirina keçeke ji eşîreke navdar a Ereb. Ez hest dikim ku ewqas bandor li ser ruhê wî kiriye, loma gelek caran bi malikeke helbestê yan pendeke Erebî dixwaze yê beramberî xwe qayîl bike.
Gelek serpêhatî û vegotinên taybet bi pêşmergatiyê, hikumdariyê, gendeliyê û dostaniya bi serkirdeyên Kurd re di Pencemora ku bi Celalê Sam Axa re hatiye tomarkirin de şahidî li ser wan tê dayîn.
Tiştê ku min got, tenê gurzek ji 6 demijmêrên bernameya Pencemorê bû.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse