Sedema nakokiya li ser Serokwezîriya Îraqê çi ye?

10 demjimêr berê
Mehmûd Baban
Nîşan Îraq Posta Serokweziriyê Budce Desthilat Nakokî Serowezîr
A+ A-

Piştî hilbijartinên sala 2005an di navbera Şîeyên Îraqê de li ser hilbijartina Serokwezîrê Federal ê Îraqê nakokiyên mezin çêdibin. Sedema vê yekê ew desthilata darayî ye ku Serokwezîrê Îraqê piştî hilbijartinê werdigire.

Ev desthilat sal bi sal zêdetir dibe. Bi taybetî jî desthilata xercîkirinê zêde dibe ku van salên dawiyê gihîştiye ser 9,3 trîlyon dînarî (7,15 milyar dolar).

Salên piştî hilbijartina yekem a li Îraqê, ji aliyê darayî ve ew budceya ku ji bo Lijneya Wezîran a Federal a Îraqê dihat veqetandin, ji budceya Serokkomariyê kêmtir bû. Ev budce nîvê wî pereyî bû ku ji bo Parlamentoya Federal a Îraqê dihat veqetandin.

Lê belê niha ew budce û desthilata xercîkirinê ya ku didin Encumena Wezîran (Serokwezîr), qet bi ya Serokkomariyê nayê berawirdkirin û di salekê de 36 qatê budceya Parlamentoya Îraqê ye.

Sala 2005an tevahiya xerciyên ku ji bo Serokkomariyê hatine veqetandin 70 milyar dînar bûn. Yê ku ji bo Parlamentoya Îraqê hatibû xercîkirin 69,7 milyar dînar bû û yê Encumena Wezîran jî 66,6 milyar dînar bû.

Lê piştî bist salan, anku sala 2025an, xerciyê Serokkomariyê daket 52,4 milyar dînarî. Xerciyê Parlametoya Îraqê gihîşt 628 milyar dînarî. Lê xerciyê Encumena Wezîran ji 9,3 trîlyon dînarî derbas bû.

Li gorî Madeya 76an a Destûra Federal a Îraqê, dema yasayî ya ji bo raspartina Serokwezîr piştî hilbijartina Serokkomar 15 roj in. Anku îro 26ê Nîsana 2026an roja dawî ye ji bo fraksiyona herî mezin a parlamentoyê da ku navê berbijêrê xwe bide Serokkomar.

Lê belê heta niha Çarçoveya Hevahengiyê nekarîye berbijêrekî diyar bike. Diyarkirina kesekî, bi wateya diyarkirina kesekî ye ku xwedî desthilata xerciya 9 heta 10 trîlyon dînarên salane ye ji bo maweyê çar salan.

Dahat û xerciyên salane di dema 6 serokwezîran de

Piştî 2003yan, li Îraqê 6 serokwezîran desthilata Îraqê bi rê ve biriye. Maweyên wan ji hev cuda bûn ku Nûrî Malikî herî zêde li ser kar maye. Adil Ebdulmehdî û Mistefa Kazimî jî herî kêm li ser kar mane.

Her wiha ew dema ku Eyad Elewî di serdema Encumena Hukmê de serokwezîr bû, budceyeke wî ya diyarkirî û pesendkirî ya ji aliyê parlamentoyê ve nebû.

Ji sedî 90ê tevahiya dahat û budceya giştî ya Îraqê girêdayî petrolê ye. Firotina petrolê jî bi rêyên hinardekirinê, bihayê bermîleke petrolê ya li cîhanê û krîzên cîhanî yên ku bandorê li bazara petrolê dikin ve girêdayî ye. Wekî mînak, krîza pandemiya Covid-19ê ya li cîhanê ku bihayê petrolê gelekî daxist.

Grafîka yekem nîşanderê tevahiya dahat, pereyê hatiye xercîkirin û naverasta wan a salane ya di navbera salên 2004-2025an de ye ji bo her serokwezîrekî. Tiştê ku ji amaran dertê holê bilindbûn û daketina mezin a dahatan a li beramberî xerciyan e. Sal bi sal xerciyan bilindbûneke bêhempa bi xwe ve dîtine.

Salên destpêkê yên piştî 2003yan û di salên 2004-2005an de dema ku Îbrahîm Ceferî serokwezîr bû, tevahiya xerciyên salane yên dewleta Îraqê 22 trîlyon dînar bû û para Herêma Kurdistanê jî dihat dayîn. Di serdema yekem a Nûrî Malikî de xercî bûn du qat û gihîştin 50 trîlyon dînarî.

Di salên 2011-2014an û di serdema duyem a Nûrî Malikî de, tevahiya xerciyên salane bi naverastî gihîşt 84 trîlyon dînarî. Lê belê di serdema Heyder Ebadî de xercî kêm bûn û salane bûn 68 trîlyon dînar û para Herêma Kurdistanê jî nehat şandin.

Di maweyê wan çar salên ku Adil Ebdulmehdî û Mistefa Kazimî li Îraqê serokwezîr bûn û budceya Herêma Kurdistanê hatibû birîn û beşeke kêm a pereyê meaşan didan Herêma Kurdistanê, xercî zêdetir bûn. Bi awayekî ku di dema desthilata Adil Ebdulmehdî de bi naverastî tevahiya xerciyên salane 93 trîlyon dînar bû û di dema Mistefa Kazimî de gihîşt 109 trîlyon dînarî.

Niha di serdema Mihemed Şiya Sûdanî de xercî wekî ku dibêjin "firiyane" û budceya giştî ya salane ya Îraqê bi naverastî gihîştiye 165 trîlyon dînarî. Ev jî tê wateya ku di demeke kêmtirî du dehikan de xercî bûne şeş qat.

Di heman demê de nifûsa Îraqê bûye nêzikî du qatan û ji 28 milyonan derketiye 47 milyon kesî lê xercî ji 22 trîlyon dînarî gihîştine 165 trîlyon dînarî di salekê de.

Grafîka 1em: Dahat û xerciyên salane di dema serokwezîrên Îraqê de 2005-2025

 Xerciyên Lijneya Wezîran, Parlamento û Serokkomariyê (2004-2025)

Li Îraqê xerciyan bi astên cuda bilindbûn û daketin dîtine û ev yek jî ji pêwîstiyê zêdetir bi rêjeya dahatê ve girêdayî ye. Eger salekê dahat zêdetir bûbe, xercî jî zêdetir bûne û berevajî.

Lê belê tiştê ku di nav her sê serokatiyan de tim ber bi bilindbûn û zêdebûnê ve diçe, xerciyê Lijneya Wezîran e ku ev xercî sala 2005an tenê 67 milyar dînar bû lê sala 2025an gihîşt 9,3 trîlyon dînarî. Di heman demê de xerciyên Serokkomariyê ji 70 milyar dînarî daxistin bin 45 milyar dînarî.

Xişteya duyem, tevahiya xerciyê hersê serokatiyên Îraqê yên di maweyê du dehikên borî de ye. Anku ew pereyê ku ji bo Serokkomar û dezgehên wê, Lijneya Wezîran (Serokwezîrî) û dezgehên wê û Parlamento û dezgehên wê hatiye xercîkirin.

Di rastiyê de, xerciyên van saziyan ji veberhênan û xerciyên din zêdetir ji bo meaşan e. Ji ber vê yekê ye ku ew pereyê ji bo Lijneya Wezîran sala 2024an gihîşt ser 10,6 trîlyon dînarî anku 8 milyar dolarî, du qatê hemû budceya giştî ya welatekî wekî Sûriyeyê ye ku nifûsa wê zêdetirî 26 milyon kesî ye.

Rast e ku xerciyên van her sê serokatiyên Îraqê ne tenê ji bo wan saziyan bi xwe ne û saziyên wekî desteyên serbixwe jî li xwe digire lê belê xerciyekî 10 trîlyon dînarî cihê rawestandinê ye. Ev post dikare bibe sedema dabeşbûn û yekbûna di navxweyê Îraqê û derve de.

Ew dezgeh û saziyên ku bi ser Lijneya Wezîran ve ne û xerciyên wan ji wan 9 heta 10 trîlyon dînarî tên dayîn ev in: Dîwana Lijneya Wezîran, Serokatiya Lijneya Wezîran, Ofîsa Serokwezîr, Desteya Heşdî Şabî, Hêza 12 Hezarî ya Taybet, Dîwana Weqfa Şîe, Dîwana Weqfa Sune, Dezgeha Îstixbarata Îraqê, Kolêjên Îmam Ezem, Îmam Kazim, Desteya Niştimanî ya Veberhênanê, Desteya Wizeya Atomê, Desteya Pîşesaziya Leşkerî, Saziya Şehîdan û Saziya Girtiyên Siyasî û hwd.

Li gorî budceya sê salan (2023-2024-2025) rûpelên 60 û 61an, salane 11,8 trîlyon dînar ji bo xerciyên karkirin û veberhênanê ji bo Lijneya Wezîran hatiye danîn. Herî zêde jî bi 1,2 trîlyon dînarî ji bo Serokatiya Lijneya Wezîran e. Ji bo Dîwana Weqfa Şîe 1,5 trîlyon dînar û ji bo Desteya Heşdî Şabî jî 3,7 trîlyon dînar e.

Anku ev her sê sazî nîvî zêdetirê tevahiya xerciyên dezgehên Lijneya Wezîran pêk tînin û herî zêde jî ji bo karkirinê ne ku di nav xerciyên karkirinê de jî piraniya wê ji bo meaşan tê xercîkirin.

Grafîka 2yem: Xerciyên her sê serokatiyên Îraqê di qonaxa serokwezîran de 2004-2025

 Şerê hêzên derve û navxwe

Ji bilî nav mala Şîeyên Îraqê bi baskên wan ên sivîl û leşkerî ku rikberiyeke tund li ser postê Serokwezîr dikin; piştî rûxandina rejîma Sedam, her du welatên ku bandora wan li ser asta cîhanê (Amerîka) û herêmê (Îran) heye, bi berdewamî di hilbijartina Serokwezîrê Îraqê de xwedî rikberî û bandor in.

Wan her tim xwestiye ku serokwezîrê bê bi dilê wan be û li gorî arasteya ku ew dixwazin bixebite. Ji ber vê yekê ye ku em serdana Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdarên Îranê ya Bexdayê û zexta Amerîkayê ya ji bo neşandina dolaran a bo Îraqê di wê çarçoveyê de dibînin.

Niha xerciyên Lijneya Wezîran a Îraqê salane di navbera 9 û 10 trîlyon dînarî de ye. Ji ber vê yekê, kî bibe serokwezîr, bi wateya bidestxistina desthilateke salane ya 10 trîlyon dînarî ye.

Ev pereyê ku desthilata xercîkirina wî di salekê de di destê Serokwezîrê Îraqê de ye, anku nêzîkî du qatê budceya salekê ya Sûriyeya nû ye ku budceya wê ji bo sala 2025an nêzîkî 3,4 milyar dolar an jî 52,6 trîlyon lîreyên Sûriyeyê ye û nifûsa wê jî ji 20 milyon kesî zêdetir e.

Tiştê ku wekî encama du dehikên borî dertê holê ev e: Piştî şeş xulên hilbijartinê, kê herî zêde serokwezîrtî kiribe, bandora wî ya siyasî zêdetir bûye û desthilata wî jî bi maweya wî ve girêdayî ye.

Mihemed Şiya Sûdanî jî mîna Nûrî Malikî dixwaze cara duyemîn hikûmetê ava bike. Nûrî Malikî jî dixwaze ew bi xwe yan kesekî nêzîkî wî ji bo cara sêyemîn bibe serokwezîr. Eger ew kesê ku tê raspartin kesekî berê be, dê bibe serkirdeyekî hegemonîk di nav Şîeyên Îraqê de û eger navekî nû be, dê bibe serkirdeyekî nû yê nav Çarçoveya Hevahengiyê û dê bibe karîzmayeke nû ji bo hilbijartinên bê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst