Hevdîtina 2 generalên Kurdistanê

07-09-2025
Kawe Emîn
Nîşan General Mistefa Barzanî General Îhsan Nûrî Paşa Hevdîtin
A+ A-

Dîroka Kurdan şahidiyê li ser rola gelek kesayetiyên mezin ên Kurd dike ku heta dawiya jiyana xwe ji bo neteweya xwe wefadar mane. Du generalên Kurd ku dîroka Kurdistanê şahidiya wan dike, General Mistefa Barzanî û General Îhsan Nûrî Paşa ne.

General Îhsan Nûrî Paşa rêbertiya Şoreşa Araratê kir (di navbera salên 1927-1930î de), her wiha General Mistefa Barzanî jî serkirdayetiya çendîn serhildan û şoreşan kir ku di nav wan de Şoreşa Îlonê (1961-1975) hebû ku şoreşa herî dirêj a Kurdistanê bû.

Tiştê ku ez dixwazim di vê nivîsa kurt de ronî bikim, ne xebat û berxwedan û lehengiya wan her du generalên Kurd e ku wan hemû jiyana xwe pêşkêşî neteweya xwe kir, belkî hevdîtineke kurt a di navbera her du generalan de ya li Tehranê ye. Şahidê zindî yê wê hevdîtinê yek ji hevalên General Barzanî ye ku hîn li jiyanê ye, ew jî birêz Muhsîn Dizeyî ye.

Çend sal berê, bi mebesta tomarkirina bernameyeke dîrokî (Pencemor) me li mala wî ya li Hewlêrê serdana birêz Muhsîn kir, ji ber ku ew yek ji wan kesan e ku xwedî ezmûn û bîranînên zêde yên li gel General Barzanî ye û ji nêzîk ve General Îhsan Nûrî Paşa jî dîtiye.

Wê demê ku me ew dît, tevî temenê wî yê mezin, hîn jî wekî ku wî bi xwe digot bîranînên wî xiyanet lê nedikir, bi zelalî xal dixist ser tîpan û bûyer bi hûrgilî vedigotin. Dema ku wî behsa General Barzanî dikir, digot, “Ez bawer nakim ku dîroka Kurdan General Barzaniyekî din bibîne, kes nikare cihê wî yê vala dagire, ji ber ku ew zilamek bû ku ji bo neteweya xwe jiya, kêliyekê jî xwe ji cotkar û hejarên neteweya xwe cuda nekir, pişta wî bi hejarên Kurdan xurt bû.”

Yek ji wan mijarên dîrokî yên ku li cem min xwedî girîngiyeke dîrokî ya cuda bû di wê gotûbêjê de, hevdîtina di navbera General Îhsan Nûrî Paşa û General Barzanî de li Tehranê bû, loma min xwest em bi hûrgilî li ser biaxivin, ji ber ku heta piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, Îraniyan rê nedida Barzanî ku serdana Îhsan Nûrî Paşa bike yan jî berevajî.

Muhsîn Dizeyî digot, Îraniyan her carê hincetek dianî, wan carekê digot nexweş e û nikare biaxive, carekê digot çûye seferê. Bi kurtasî, Îranî bi hevdîtineke bi vî rengî dilxweş nedibûn lê sala 1975an dema ku em bi neçarî çûbûn Îranê, Îraniyan bi xwe ji Serok Barzanî re pêşniyar kir ku eger bixwaze dikare li mala wî serdana General Îhsan bike, Barzanî jî bêyî ku bifikire bi “Belê” bersiv da!

Muhsîn Dizeyî dibêje, ez û Mam Hejar di xizmeta Barzanî de bûn dema ku em li daîreya wî ya biçûk ku ji odeyeke razanê û holekê pêk dihat, gihiştin xizmeta wî generalê kal. Ji ber ku serdan ne li bendê bû, di destpêkê de dema ku diçin hundir, Îhsan Nûrî Paşa Barzanî nas nake.

Dema ku jê re dibêjin “Ev Barzanî ye”, General Îhsan radibe ser xwe û Barzanî hembêz dike û giriyekî bi kovan wî digire. Wekî ku birêz Muhsîn digot, hevdîtin zêdetir civakî bû, di bin çavdêriya Îraniyan de bû lê hevdîtineke dîrokî bû. Hevdîtina du serkirdeyên siyasî û leşkerî yên Kurd bû ku bi dehan caran sînorên destçêkirî yên Kurdistanê derbas kiribûn û şerê artêşa sê welatan kiribûn, her çend bext ne bi wan re bû ku alaya welatê xwe di nav alayên neteweyên serbixwe yên cîhanê de bi şanazî bibînin.

Dema ku min jê pirsî: “Gelo General Barzanî di wê hevdîtinê de wekî General Îhsan Nûrî Paşa giriya?” birêz Muhsîn got, “Mela Mistefa zilamekî wêrek bû, di hemû wê dema ku ez pê re bûm min tenê carekê dît ku hêsir bi çavên wî de hat xwarê, ew jî wê demê bû ku Şêx Baboyê birayê wî koça dawî kir.” General Îhsan Nûrî Paşa beşdarî sersaxiya Şêx Babo jî bûbû.

Îranî bi wê yekê tên naskirin ku dijminên xwe bi şekir dixeniqînin, rabirdûyê ji bîr nakin. Li gorî rûpelên dîrokê çendîn serkirdeyên Kurd bi dek û dolaban ji aliyê rejîma Şahê Îranê ve hatine kuştin, loma guman tê kirin ku ew motorsîkleta ku 18ê Adara 1976an li Tehranê li General Îhsan Nûrî Paşa da, destê SAVAKê li pişt wê bûbe.

Birêz Muhsîn Dizeyî dibêje, “Li ser raspardeya General Barzanî, ez û Birêz Îdrîs Barzanî em beşdarî merasîma veşartina termê General Îhsan Nûrî bûn. Hinek Kurdên niştecihên Tehranê ku piraniya wan Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bûn, di wê şînê de amade bûn.”

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst