Dema ku dawiya sala 2024an Beşar Esed reviya û deriyên zindanan, bi taybetî zindana Şamê, hatin vekirin Kemal Seydo hate bîra min. Êvara wê roja ku Esed reviya, hevjîna Kemal Seydo, xatûn Angelîka Seydo telefon kir û bi dengekî bilind sirûda "Ey Reqîb" lê dabû da ku Kemal ji bo axaftin û şahiyê bilivîne. Kêliyeke gelekî xemgîn bû, dema min dît ku Kemal Seydo di wê rojê de, rojeke ku tê de dîktatorek direve ti bertekê nîşan nade.
Sala 1959an, Kemal Seydo xortekî 20 salî bû lê ji ber daxwaza azadiyê û jiyaneke xweş, jiyaneke wekî mirov, ew avêtin zindanê û rastî rewşeke gelekî dijwar hat. Nijadperestan şkenceya laşî û derûnî lê kir lê baweriya Seydo ya bi Kurdbûnê xurttir bû. Li gel kesên ji xwe mezintir û bi tecrubetir rojên zîndanê derbas kirin, li gel Osman Sebrî û Nûredîn Zaza. Wî her tim bi rêz û rûmet behsa Osman Sebrî dikir û digot: "Mamosteyê min ê mezin di hezkirin û pabendbûna min a bi doza neteweya min re."
Seydo piştî ku ji zindanê derket, biryar da ku Sûriyeyê biterikîne. Wî soz da xwe ku heta Sûriye nebe welatekî azad û demokratîk, heta ku tê de rêz li rûmeta mirov neyê girtin, qet venegere. Kemal soza xwe anî cih û venegeriya Sûriyeyê; Sûriyeya ku heta îro jî înkara hebûna her deng û rengekî cuda dike.
Nîvroya roja 1ê Îlona 2025an xatûn Angelîka Seydo telefon kir. Her tim berê peyameke kurt dişand, vê carê bê peyam û yekser telefon kir, dilê min kete xofê û xofa dilê min jî rast derket. "Ezîzê min, me Kemal ji dest da, îro serê sibehê, saet 07:10 deqe Kemalê delal xatir ji me xwest."
Di kêliyên bihîstina mirinê de peyv bi hawara mirov nayên, di wan kêliyan de mirov matmayî dimîne lê tevî wê rewşê min ji Angelîka xatûnê re got: "Hûn bi hev re bextewar bûn, Kemal bextewar bû ku li gel hezkirina te jiya û te jî heta kêliya dawî canê tijî hesret ê Kemal bi tîrêjên hezkirina xwe bi enerjî dikir. Ez şahidê wê yekê me ku Angelîka xatûnê di van salên dawî de dema Kemal Seydo nexweş bû, çi hezkirineke mezin didayê, hezkirineke ku eger ji berê ne zêdetir bûya, kêmtir nebû." Nêzîkî şêst salan jiyana bi hev re, jiyaneke di nav hezkirinê de û parastina wê hezkirinê bi wî rengî zelal, cureyek ji efsûnê ye.
Li Almanyayê sala 1967an dema ku Kemal Seydo beşa fîlm û TVyê xelas dike, hîn li Kurdistanê şer e. Dawiya sala 1969an xwe digihîne herêmên şoreşê û fîlm û roportajan derbarê rewşê de ji bo TVya Almanyayê tomar û amade dike.
Wî bi xwe digot: "Ev qada min e, ez dixwazim di vî warî de xizmeta pirs û doza neteweya xwe bikim." Sala 1970 û 1972an du caran tê Kurdistanê û her du caran tîmên kar tîne û belgefîlman derbarê rewşa Kurdistanê, gotûbêj û şer de amade dikin. Di wê demê de, Kemal Seydo fikra avakirina TVyeke Kurdî kiribû lê mixabin rewşa Kurdistanê ji bo karekî wisa ne guncav bû. Carinan jî wekî ku wî bi xwe digot: "Hinek ji berpirsên şoreşê henekên xwe bi fikra min dikirin."

Beşeke girîng a tomarên wan geştên Seydo ku bi kameraya xwe kişandine, mane. Seydo li Almanyayê bi piranî li bajarên Koln û Munsterê 35 salan wekî kameraman û serkarkerê wênagiran ji bo TVya Almanî WDRê kar kir û bi rêzdarî malnişîn bû.
Ji bo me jî endamekî malbata me ji dest çû, axir nêzîkî şeş sal in Kemal û Angelîka bûne bapîr û dapîra manewî ya keça me Mînayê.
Herî dawî dawiya sala 2024an me hev dît lê mixabin Seydo her tişt ji bîr kiribû. Tekane tiştê ku di bîra wî de mabû, hinek awazên stranên Kurdî bûn. Nedaxivî lê di ber xwe de her tim awazên Cemîl Horo û "Cejne cejna Kurdistanê ye, cejna Newrozê" digot.

Ew xelkê Efrînê bû lê her du zaravayên Kurdî jî baş dizanî, ji ber ku ji zimanê Kurdî hez dikir. Kêfa wî ji Eyşe Şan û ji Xaliqî re jî dihat. Heta ku nexweş ket, Kurdbûn ji bingehên girîng ên jiyana wî bû. Hezkirina wî ya ji bo Kurdistan û Almanyayê her tim zêde dibû. Spasdarê Almanyayê bû ku li wî welatî jiyana xwe ava kiribû. Her dem dilnizm, her dem bi rêz û dilovan.
Di koça dawî ya vî hevalê dilovan de, dilê min li cem kesekî ye, dilê min li cem Angelîka xatûnê ye û ez hêvîdar im ku karibe li ber vê xemê bisekine. Dengê giriyê Angelîka yê di telefonê de bi evîneke gelekî kûr a di navbera van her du hevjîn û hevalan de barkirî bû.
Angelîkaya ezîz, ji hêsirên te bi bandortir, ev ne dilovaniya cîhanê ye; şer, kuştin, birçîbûn û koçberbûna mirovan bi destê hev. Azadnebûna welat, ziman û mirovan bi destê mirovan. Mixabin, Kemal Seydo mir û Sûriye azad nebû. Mixabin Seydo mir û hesreta azadiyê bi xwe re bir binê axê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse