Hewbîr Ehmed
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û berpirsên din ên Tirkiyê hewl didin mislimanên Tirkiyê û herêmê bi tometeke ne rast tewş bikin, ew jî ew e, ku qaşo Îsraîl li pişt referandûma Kurdistanê ye. Lê tenê ew û kesên weke wan hizir dikin ji van ûştan bawer dikin nexwe ti kes bawer nake.
Ev dijîtiya wan li hember îradeya gelê kurd e, ku piraniya wan misliman in û dixwazin bi awayekî aştiyane û demokratîk çarenivîsa xwe diyar bikin. Ev ji bo wan şermezarî û nîşana wê yekê ye, ku li ser mislimantî û piştgiriya mislimanan diaxivin. Ev yek qet ne rast e û îslamê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin, ne ji bo ji hev cudakirina heq û neheqiyê.
Beriya hemû tiştan, ti sînoreke Îsraîlê li gel Herêma Kurdistanê nîne. Herwiha ti nûnertiyeke Îsraîlê jî li Herêma Kurdistanê nîne. Lê Tirkiye yekemîn dewleta îslamî bûye, ku di sala 1949ê de Îsraîl nas kiriye û niha ala Îsraîlê li esmanên Enqerê li ba dibe, balyozê Tirkiyê jî li Tel Avîvê ye.
Tenê ji bo Erdogan biselmîne ku gelek giringiyê dide peywendiyên li gel Îsraîlê, di Ce,otmeha sala 2016ê de ragihand, ku Şêwirmendê Karûbarên Derve yê Civata Wezîrên Tirkiyê Kemal Okam dike balyozê Îsraîlê.
Ji sala 1994ê ve di navbera Tirkiye û Îsraîlê de rêkeftina hevkariya ewlekariyê hatiye îmzekirin. Herwiha di sala 1996ê de herdu welatan ji bo meşqa leşkerî ya Îsraîlê, rêkeftinek îmze kirine. Herdu dewletan bi hevre manıorên leşkerî kirine û leşkerên Îsraîlê di nava Artêşa Tirkiyê de kar kirine.
Di sala 2006ê de Tirkiyê li gel Îsraîlê rêkeftina stratejîk a hevbeş a leşkerî mor kir, ku li gorî vê rêkeftinê di navbera herdu aliyand e çendîn girêbestên eşkere û nehênî hatine îmzekirin. Di hemû bazirganiyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de qebareya çekan gihiştiye ji sedî 72yan.
Herwiha, di sala 2014ê de, ji bo 20 salan veguhestina gaza Îsraîlê bo Mersîna Tirkiyê, şîrketa Zorlû ya Tirkiyê, li Aşqelandê girêbestek li gel Wêstgeha Dorad mor kir. Wezareta Pîşesazî û Bazirganî ya Îsraîlê di sala 2013ê de ragihan, ku Tirkiye di pileya şeşemîn a welatên cîhanê ye, ku kelûpelan ji Îsraîlê dikirin. Piştî bûyera şetiya alîkariyên bo Xezzeyê, Tirkiyê hewl da demek ji ya din zûtir peyewendiyên xwe yên li gel Îsraîlê baş bike.
Ew kesên, ku hevkariya li gel Îsraîlê li dijî baweriya îslamê didin nîşandan bi xwe bi eşkere û nihênî hevkariya Îsraîlê dikin. Vêca bi çi rûyê dikarin bêjin destê Îsraîlê li pişt referandûma Kuridstanê ye. Ev gotin ji bilî tometbarkirinê ne tişteke din e.
Erdoganê ku gefan dixwe û dibêje ew dê gelê Herêma Kurdistanê ji birçîna bikuje, gefa girtina esman û deriyên sînorê Başûrê Kurdistanê dixwe, bi şêweyekî bê rêzî behsa arezûyên Serokatiya Herêma Kurdistanê yên ji bo serxwebûna Kurdistanê dike, dixwaze bi çîroka ne rast a “qaşo destê Îsraîlê li pişt giştpirsiyê ye”, hers û acizbûna kurdên li Tirkiye û hemû cîhanê kêm bike. Erdogan dixwaze bi vî awayî li gel dîndarên kurd biaxive. Ev di demekê de ye, ku dîndarên kurd, Mesûd Barzanî him weke serkirdeyekî rizgarîxwaz ê kurd û him jî weke kesayetekî oldar û şopînerê mezin ê tarîqata Neqşîbendî dibînin.
Recep Tayyîp Erdoganê serokomarê Tirkiyê, ku herdem dibêje ew serokê kongreya welatên îslamî ye, çawa rê dide xwe azadiya gelekê zeft bike, ku Xweda rewşa dîtiye.
Gelo ma Xwedê gotiye bila hemû gelên misliman azad bin lê tenê gelê Kurdistanê li ser rûyê erdî bindest bimînin? Çawa dikarin bi navê îslamê van nerastiyan bikin?
Êdî dema wê hatiye rastiya mislimantiya hemû kesan eşkere bibe. Misliman divê berevaniya mafê mislimanên din jî bike ne ku bibe dijberê wan. Mislimantiya rast ew e. Di cîhana niha de jî mislimantiya sexte jî ji mislimanan re ji hemû tiştan xiraptir bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse