Tirkiye û Îran ji aliyê dîrok, çand û nerîtên dewletî ve du welatên girîng in li Rojhilata Navîn. Tevî wekheviyên dîrokî, pêşbaziyeke jeopolîtîk a herêmî di navbera her du welatan de heye. Guherînên herêmî yên Rojhilata Navîn bi awayekî rasterast an nerasterast bandorê li ser pêwendiyên navbera her du welatan pêk tînin.
Ji bilî wê jî pêwendiyên Îran û Tirkiyeyê bi aktorên cîhanî re dînamîka pêşbazî û hevkariya navbera her du welatan jî diyar dike. Tirkiye û Îran ne dijmin in ne jî dost in. Hevahengiya dîplomasî û îstixbaratî ya girîng di navbera wan de heye lê her du alî bi baldarî bi hev re tevdigerin.
Çend dînamîkên herêmî hene ku roleke girîng di dariştina pêwendiyên dîplomasî û rikberiya jeopolîtîk a di navbera her du welatan de dilîzin.
Dînamîka Sûriyeyê
Tirkiye û Îran ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve, xwedî du siyasetên ji hev cuda bûn. Sînorekî 911 kîlometreyî yê Tirkiye bi Sûriyeyê re heye. Ligel destpêkirina aloziyên Sûriyeyê û hatina gelek penaberan ber bi Tirkiyeyê, Tirkiye ket hevrikiyeke tund li ser asta zimanê hişk ê dîplomasî ligel Sûriyeyê, heta radeyekê Tirkiye gihişt hewldana xistina rejîma Beşar Esed. Ji bo wê mebestê jî piştgiriya komên nerm û opozîsyona Sûriyeyê dikir.
Li hemberî wê demeke dirêj e Îran hevpeymana rejîma Beşar Esed e. Rewşa Sûriyeyê wisa kir ku Îran serdestiya xwe li wî welatî zêdetir û berfirehtir bike. Komên dûvelankên Îranê li Sûriyeyê zêdetir bûn, tewra Îran şêwirmendên leşkerî ji bo artêşa Esed dabîn dikir.
Sûriye bi tevahî bûbû qadeke manora leşkerî ya Îranê, lê armanca Îranê ji Tirkiyeyê bêtir Îsraîl bû.
Piştî ketina rejîma Beşar Esed, Îran yek ji welatên têkçûyî yên li Sûriyeyê bû. Li hemberî wê, Tirkiye ku piştevana enî, mixalefet û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bû, wek karakterekî serkeftî li Sûriyeyê tê dîtin lê Îran dev ji Sûriyeyê bernade. Di kûrahiya stratejîk a siyaseta derve ya Îranê de, Sûriye welatekî girîng e.
Loma di qonaxa bê ya Sûriyeyê de, Îran dê li rêçareyên dîplomasî yên din bigere ji bo ku pêwendiyê bi Sûriyeya nû re ava bike. Ji bo wê mebestê jî Tirkiye dikare navbeynkara dîplomasî di navbera Şam û Tehranê de be. Li hemberî wê, Tirkiye naxwaze di çarçoveya siyaseta "helwesta hevpar" de ji bo pirsên herêmî [ji wan jî pirsa Kurd] pişta xwe bide Îranê lê bi piştgirêdana bi ezmûnên dema borî ve, Tirkiye dê helwesteke bi hişyarî li hemberî Îranê wergire.
Dînamîka projeya Rêya Geşepêdanê li Îraqê
Projeya Rêya Bipêşketinê ya li Îraqê ku bi rêya otoban û hêla trênê Bendera Fawê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê dide, projeyeke girîng a stratejîk a deverê ye. Ji bilî sûda aborî ya wê projeyê, Tirkiye bi girîngî li wê projeya ku di bajarên stratejîk ên wekî Besra, Bexda û Mûsilê re derbas dibe, dimeyzîne; xasma ku têkiliyên dîrokî yên van bajaran bi Tirkiyeyê re hene.
Tirkiye di wê baweriyê de ye ku bi rêya piştgirîkirina wê projeyê serdestiya hêza wê ya nerm dê careke din li Îraqê zêdetir dibe.
Lewra jî hêviyeke wê ya mezin bi wê projeyê heye. Li kêleka wê jî, tê çaverêkirin ku ew proje qebareya pevguherîna bazirganî di navbera Tirkiye û Îraqê de bigihîne zêdeyî 30 milyar dolarî. [Niha qebareya bazirganî di navbera her du welatan de nêzîkî 20 milyar dolarî ye].
Di vî warî de, Tirkiye di sala 2024an de civînên girîng bi Îraq û welatên Kendavê re ku beşdarên wê projeyê ne, saz kirine. Her çi qasî di rûkeşê de Tirkiye wê projeyê fena navgîneke zêdekirina hevahengiya herêmî wesif dike lê di rastiyê de ew proje di warê serdestiya herêmî de faktoreke girîng e.
Îranê heta niha dijatiya wê projeyê nekiriye. Îranê girîngiya aborî û destkeftên wê projeyê li ber çav girtine. Hêviyeke Îranê bi projeya rêya veguhastina navdewletî ya bakur - başûr (INSTC) hebû ku Îran beşek jê ye û ji Hindistanê ber bi Rûsya û Ewropayê ve bi rêya Îranê derbas dibe lê di rewşa niha de xuya nake ku ev proje çalak bibe.
Lewra Îran naxwaze pirsgirêkan ji bo projeya Rêya Bipêşketinê çêbike lê bi rêya hegemonyaya ku li Îraqê heye, dixwaze bibe aliyekî mifadar ji wê projeyê û dibe ku ew proje zemîna nêzîkbûn û hevahengiya zêdetir di navbera Enqere û Tehranê xweştir bike.
Dînamîka Rêya Zengezûrê
Rêya Zengezûrê projeyeke stratejîk a navbera Tirkiye û Azerbaycanê ye ku Azerbaycanê bi rêya bejahiyê bi derbasbûna di herêma Naxçivana Azerî ve bi Tirkiyeyê ve girê dide. Rêya Zengezûrê mijareke din a girîng bû ku Tirkiye û Îran wek du hêzên mezin ên herêmî rûbirûyî hev dibin. Îran xwedî karvedaneke herî negatîf li hemberî çêkirina wê rêyê ye.
Îran dixwaze beşek ji wê rêyê di nav axa wê re derbas bibe ji bo ku bibe aliyekî sûdmend ji wê projeyê lê sedemine kûr û stratejîk ên din ên girîngtir hene ku Îran li dijî wê rêyê be. Yek ji sedeman ew e ku ew rê sînorê Îranê bi Ermenistanê re cuda dike.
Îran naxwaze sînorê xwe bi Ermenistanê re ji dest bide û bi vê yekê pêwendiya xwe bi başûrê welatên Qefqasyayê re jî ji dest dide. Di vê çarçoveyê de, Îran vê mijarê wekî parastina sînorên xwe yên erdnîgarî şirove dike.
Sedemeke din ew e ku Îran zêdebûna serdestiya Tirkiyeyê ku wekî rikbereke herêmî dibîne û pêwendiya rasterast bi komarên Tirk re wekî pêşhateke negatîf dizane.
Her wiha bi temambûna wê projeyê, pevguherîna bazirganî ya Tirkiyeyê bi Rûsya û komarên Tirk ên rojavaya Asyayê re dikeve ser wê rêyê û di Îranê re derbas nabe. Ev di demekê de ye ku vêga trafîka bazirganî ya Rûsya û komarên Tirk bi Tirkiyeyê re, bi rêya Îranê tê kirin.
Îran nikare ti bafikeke yasayî ji bo astengkirina projeya rêya Zengezûrê bibîne, rexne û dijberiyên wê tenê di çarçoveya gotara "guhertina jeopolîtîk hêla me ya sor e" de berhev bûne, lê rastiya li ser erdê ne li ser hêlên sor ên Îranê lê li ser bingeha yasa û rêkeftinên navdewletî hatiye avakirin.
Rêya Zengezûrê ku hêj temam nebûye, di dirêjdemê de dê bibe faktoreke girîng a hevrikiya Tirkiye û Îranê.
Dînamîka programa atomî ya Îranê
Programa atomî ya Îranê mijareke girîng a siyaseta derve ya welatên herêmê ye û ji bo Îranê jî di dirêjdemê de dosyeya sereke ya danûstandinên wê bi welatên rojavayî re ye. Tirkiye hertim helwesteke zelal û neguhêr li hemberî bernameya atomê ya Îranê nîşan daye. Tirkiye piştgiriyê li wê yekê dike ku divê bernameya atomê ya Îranê ji bo mebestên aştiyane were pêşxistin û ji meremên leşkerî dûr be.
Ji aliyekî din ve jî, Tirkiye li dijî wan hewldanên rojavayê ye ku siyaseteke durû û du standard li dijî Îranê di mijara atomî de didin meşandin.
Tirkiye li dijî wan dorpêçên aborî ye ku li ser Îranê hatine sepandin. Her wiha li dijî kiryara leşkerî ya li dijî Îranê û her siyaseteke tund e, xasma ku ne berhemdar be û hevrikiyên welatan bi Îranê re tundtir bike.
Tevî dorpêçên li ser Îranê di dema borî de, kompanyayên Tirkiyeyê hewl dan bazirganiyê bi Îranê re bikin. Di dema borî de gelek kompanyayên Tirkî bi hinceta şikandina dorpêça aborî ya li ser Îranê, lîsteya terorê de hatin bicihkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di gera yekem de û di vê gerê de jî li dijî rêkeftinên Amerîkayê bi Îranê re ye, çimkî rêkeftin ne giştgîr in ji bo kontrolkirina şiyana aborî ya Îranê di pêşxistina bernameya atomî û piştgirîkirina komên dûvelank ên ser bi Îranê li navçeyê.
Lewra eger heye ku siyaseta Trump li hemberî Îranê ber bi siyaseta "zêdetirîn zext" biçe û dorpêçên li ser Îranê tundtir bibin. Ev jî li aliyekî ve ziyaneke mezin li pevguherîna bazirganî ya navbera Tirkiye û Îranê dide, ji aliyekî din ve jî hejmara Îraniyên ku ji ber xirabiya rewşa aborî û siyasî ya Îranê berê xwe dane Tirkiyeyê, zêdetir bibe.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse