Enfal: Siya dirêj a komkujiyê

1 demjimêr berê
Jan Îlhan Kizilhan
Nîşan Enfal Kurd Kurdistan Komkujî
A+ A-

38 sal derbas bûn lê hîn jî bêhneke diyar li ser Kurdistanê heye. Rizgarbûyî wê gelekî baş tê bîra xwe tînin: Bêhna gaza xerdelê, axa şewitî û bêdengiyê.

Komkujiya Enfalê ya 1988an ne tenê tawaneke leşkerî bû ku ji aliyê rejîma Beasê ya di bin serokatiya Sedam Husên de hatibû kirin. Ew hewleke sîstematîk bû ji bo ku miletekî bi temamî ji dîrokê were rakirin: Bedenên wan, zimanê wan, gundên wan û bîra wan.

Wêrankirina bi hezaran gundan

Di navbera sibat û îlona 1988an de bi hezaran malbatên Kurdan li çolên Îraqê winda bûn. Zêdetirî 4 hezar gund hatin wêrankirin. Bi sed hezaran kes hatin koçberkirin. Heta 182 hezar Kurd hatin kuştin an jî windakirin.

Mêr ji malbatên xwe hatin cudakirin û hatin kuştin. Jin û zarok birin kampan. Herêmên mezin ên Başûrê Kurdistanê hatin valakirin û wêrankirin.

Helebce bû sembola vê tirs û xofê dema ku 16ê Adara 1988an gaza kîmyewî ji asman bariya. Di nava çend demjimêran de nêzîkî 5 hezar sivîlan canê xwe ji dest da. Dîmenên laşên bêgiyan ên li kolanan ji bo demekê cîhan matmayî hişt.

Lê Enfal ji Helebceyê bi tenê gelekî mezintir bû. Komkujî gihîşt hema bêje hemû deverên Başûrê Kurdistanê: Germiyan, Behdînan, Qeredax û bi sedan gundên ku îro navên wan tenê di bîra zindiyan de mane.

Bêdengiya cîhanê û destpêka tawanê

Trajediya Enfalê di heman demê de trajediya bêdengiya navneteweyî bû. Ev komkujî ji nişka ve dest pê nekir. Ew encama bêqîmetkirin û ji mirovahiyê derxistina bi salan bû.

Bi dehan salan, mafên siyasî yên Kurdên li Îraqê hatin înkarkirin. Ew ji xaka xwe hatin derxistin û hebûna wan a çandî hat tunekirin.

Komkujî bi gorên bikom dest pê nake. Bi wê fikrê dest pê dike ku hinek mirov ji yên din bêqîmettir in. Ew wê demê dest pê dike ku zimanek tê qedexekirin, nasnameyek tê înkarkirin û miletek bi temamî wekî metirsiyekê tê dîtin.

Trawmaya ku ji nifşekî derbasî nifşê din dibe

Tundî sala 1988an bi dawî nebû. Tenê şiklê xwe guhert. Îro jî rizgarbûyî komkujiyê di laş û hişê xwe de hildigirin. Gelek kes tûşî nexweşiya stresa piştî trawmayê, depresyona giran, dilgiraniya kronîk, nexweşiyên xewê, nexweşiyên psîkosomatîk û şîna aloz bûne.

Rizgarbûyî pir caran qal dikin ku kabûsên wan qet nesekinîne. Ew behsa panîka ji nişka ve, bêhestbûna hestyarî û hesteke berdewam a bêewlehiyê dikin.

Piştî Enfalê gelek kesan ti carî nekarî jiyaneke asayî ji nû ve ava bike. Hinekan hemû malbata xwe ji dest da. Yên din hîn jî bi bîranînên gulebarankirin, êrişên kîmyewî, birçîbûn û windabûnê re dijîn.

Lê belkî jî birîna herî kûr nediyarî ye. Bi hezaran qurbanî hîn jî li seranserê Îraqê di gorên bikom ên nenas de ne. Gelek malbat hîn jî nizanin hezkiriyên wan li kû derê hatine veşartin.

Goreke ku ew serdana wê bikin, xatirxwestineke dawî yan jî teqeziyek tune. Şîn nîvco dimîne. Êş mîna birîneke vekirî ya ku qet derfeta başbûnê nedîtiye didome.

Tiştê ku zêdetir biêş e ew e ku trawmaya bi nifşekî re bi dawî nabe. Zarok û neviyên rizgarbûyan bi bîranînên ku wan bi xwe qet nejiyane mezin dibin. Ew tirs, bêdengî, dûrbûna hestyarî û bêbaweriyê wekî mîrat digirin.

Di gelek zarokên dê û bavên trawmatîze de nexweşiyên dilgiraniyê, depresyon, pirsgirêkên girêdanê an jî hesteke berdewam a ku metirsî dibe ku her kêliyê vegere derdikeve holê.

Trawma ne tenê bi rêya çîrokan lê di heman demê de bi rêya bêdengî, tevger, tirs û atmosfera hestyarî ya di nav malbat û civakê de ji nifşekî derbasî nifşê din dibe.

Şopa komkujiyê ya li ser civakê

Bandora derûnî ya Enfalê ne tenê şikil da kesan, di heman demê de şikil da tevahiya civaka Kurd jî. Wê bandor li pêwendiya di navbera xelk û dewletê de, di navbera welatî û siyasetê de û di navbera bîr û paşerojê de kir.

Nifşê ku di nav bombebaran, koçberî û komkujiyan de mezin bû ev serpêhatî birin serdema xwe ya gihîştinê. Gelek serkirdeyên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên giştî yên îro yên li Kurdistanê ji wî nifşî ne. Ramana wan a siyasî, tirsên wan û heta hêviyên wan jî bi şer, windahî û bêewlehiyê şikil girtin.

Civakên ku ji komkujîê rizgar dibin pir caran baweriya xwe ya bi aramî û dadperweriyê ji dest didin. Dema ku gund bi temamî di nava çend demjimêran de dikarin winda bibin, paşeroj bi xwe jî lawaz dibe. Hêvî zehmet dibe. Bawerî zehmet dibe. Jiyana asayî jî dikare wekî nediyar were hîskirin.

Ji ber vê yekê Enfal ne tenê rûdaneke dîrokî ye. Ew heta îro jî wekî rastiyeke derûnî, civakî û siyasî dimîne.

Îraq di bin berpirsyariyeke dîrokî de ye

Tevî vê yekê jî komkujiya Enfalê hîn di qada navneteweyî de ew naskirina exlaqî ya ku heq dike nedîtiye. Ji bo demeke kurt, dîmenên Helebceyê wijdana cîhanê hejand. Paşê Kurdistan careke din ji bala navneteweyî winda bû. Berjewendiyên jeopolîtîk ji êşa mirovan girîngtir bûn.

Ji ber vê yekê qebûlkirina Enfalê wekî komkujî ji gaveke yasayî gelekî wêdetir e. Ew kiryareke dadperweriyê ye. Ew tê wê wateyê ku ji rizgarbûyan re were gotin: Êşa we rast e, mirinên we nayên jibîrkirin û dîroka we girîng e. Lê berpirsyarî tenê bi naskirinê bi dawî nabe.

Dewleta Îraqê berpirsyariyeke kûr a dîrokî û exlaqî hildigire. Naskirina Enfalê ya ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve ya di sala 2008an de diviyabû ne dawiya pêvajoyê be, belkî destpêka wê be.

Erkê Bexdayê ye ku tawanên rejîma Beasê bi temamî û bi dilpakî lêkolîn bike. Divê ew hemû gorên bikom veke, qurbaniyan nas bike, rûfatên wan radestî malbatên wan bike û piştgiriya demdirêj a derûnî û madî bide rizgarbûyan.

Başbûn ne tenê di odeyên tedawiyê de dest pê dike. Ji bo başbûnê rastî, dadperwerî, naskirin û rûbirûbûneke dilpak a bi pêşerojê re jî pêwîst in. Civakek nikare trawmaya kolektîf derbas bike heta ku tawan tên piçûkdîtin, paşguhkirin an jî ji aliyê siyasî ve tên veşartin. Heta ku rastî nîvco bimîne, trawma di nav civakê de didome.

Ji ber vê yekê lêkolîna dîrokî ya temam a li ser Enfalê ne tenê li ser pêşerojê ye. Ew li ser paşeroja Îraqê bi xwe ye jî.

Bîranîna Enfalê polîtîk e

Berpirsyariya siyasî nikare salê carekê bi axaftinên bîranînê sînordar bimîne. Gavên rastîn pêwîst in: Navendên piştgiriya derûnî ji bo rizgarbûyan, qerebûkirina ji bo malbatan, bernameyên perwerdeyê yên li ser komkujîê, naskirina navneteweyî û cihgirtina Enfalê di bîra dîrokî ya Îraqê û cîhanê de.

Divê zarok fêr bibin bê çi qewimiye, ne wekî hejmareke asayî, belkî wekî trajediyeheke mirovî. Divê ew fêhm bikin ku gund hatin wêrankirin ji ber ku mirovên li wir dijiyan Kurd bûn. Armanca komkujiyê ne tenê kuştina mirovan e. Armanca wê ya kûrtir tunekirina paşeroja miletekî ye. Ji ber vê yekê bîranîn polîtîk e.

Di demeke ku dîktatorî, nefreta etnîkî û bêqîmetkirina mirovahiyê li gelek deverên cîhanê careke din mezin dibe de, Enfal ne tenê çîrokeke ji sala 1988an e. Ew hişyariyek e. Hişyariyek e ku dema berjewendiyên stratejîk ji jiyana mirovan girîngtir dibin, cîhan dikare çi qasî zû çavên xwe bigire.

Rizgarbûyên Enfalê hîn jî li bendê ne. Ne tenê ji bo qerebûkirinê, ji bo tiştekî bingehîntir: Qebûlkirina mirovbûna wan.

Û belkî jî ev berpirsyariya dawî ya Îraq û civaka navneteweyî ye: Divê ew piştrast bikin ku miriyên Helebce, Germiyan, Behdînan û bi hezaran gundên wêrankirî yên Kurdistanê di bîra cîhanê de cara duyem nemirin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst