Prens Charles çi dibêje?

1 demjimêr berê
Behîce Ferîde Demîr
Nîşan Prens Charles Donald Trump Emmanule Macron Ziman Hêz
A+ A-

Li pêşiya muzexaneya Petit Palais a li Parîsê peykerekî Winston Churchill heye. Ji aliyê peykersaz Jean Cardot ve hatiye çêkirin û hevkariya Fransî û Îngilîzan temsîl dike. Helbet ev temsîliyet tenê bi peykerekî sînordar nîne. Herî dawîn her du dewletan li dijî rejîma Hitler şer kir û Îngilîzan wê demê nehîşt ku Fransa bi tevahî bikeve destên Naziyan.

Tê zanîn ku beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn siyaseta Ewropayê hevsengiyeke pragmatîst pejirandibû. Her çi qasî berberiyeke siyasî hebe jî, Îngilîz naxwazin Fransî û Fransî jî nahêlin Alman li derveyî polîtîkayên parzemîna Ewropayê bimînin. Ev niyet piştî avakirina Yekitiya Ewropayê wek vîzyoneke jeopolîtîk û aborî fireh bû û heta referanduma Brexîtê jî meşiya. Lê dewletbûn him tawîz e, him hevdîtin e, him jî îhtîmala bi hev re şerkirinê ye. Tevî hemî niyetên dilpak û aştîxwaz jî, menfeeta miletan li ku biqede, li wê derê jî mentiqa rastiyan jî diguhere.

Yanî Churchill dikare di 1940î de Îngilîz û Fransiyan wek yek neteweya Ewropî îlan bike. Charlesê Sêyemîn jî dikare di 2026an de rexneyeke li dijî zimanê Fransî bîne ziman. Napoleon dikare di 1803yan de erdên koloniyên Fransayê bifiroşe Amerîkayê, Trump jî di 2026an de dixwaze Grönlandê ji Ewropayê bikire.

Wek gotina Galileo: “Dinya dizivire”

Vê gavê tevlihevî û zivirandin karên Trump in. Êdî Trump hilweşkêr, fenomen û anarşîstê serdema me ye. Lewra jî ne tenê “Roma”yê, cîhana heyî dide ber agir. Bi ya min burokrasiya Qesra Spî ti carî bi qasî îsal neketiye nav şok û şêhitiyên dîplomatîk. Ne tenê ji ber daxuyaniyên ku Trump li Ofîsa Oval dide, di heman demê de di vexwendinên fermî de jî Trump bi gaf û gotinên xwe rê li ber skandalên dîplomatîk vedike. Êdî medyaya cîhanî ji serokatiya Trump zêdetir li benda blof û jestên wî yên cambazî ye.

Herî dawî Qralê Îngilîzan Charlesê Sêyemîn mêvanê Trump bû. Qral yek ji gerên xwe yên dîrokî kir. Di gerê de formalîteya herî muhîm nanxwarina li Koşka Spî û mazûvaniya Serokê Amerîkayê bû. Trump jî helbet ev rol bi cih anî, qral pêşwazî kir û di vê şevê de behsa têkiliyên her du dewletan kir. Lê ev Trump e û bê polemîkan nikare qedeha xwe rake. Ji bo wî sikûtî an jî xwezanînî mimkun nîne. Trump di vê vexwendinê de ku dîplomat, arîstokrat, karsaz û rojnamevan lê amade bûn, dîsa dest bi gazinc û giliyên hevkarên xwe yên Ewropî kir.

Helbet gazincên wî jî ne surprîz bûn. Lê surprîza şevê bersîva Qral bi xwe bû. Bersiva Qral wek bîrxistinek an jî hişyariyeke heddayînê pir watedar û nejibîr bû. Charlesê Sêyemîn bi nezaket bersiva Serok da û got: “Heger em nebana, dê Amerîkiyan hîna bi Fransî qise bikira.” Ev bersiv bi tena serê xwe sedema hin pirsiyarên nû ye û careke din cudahiyên netewan û dewletan radixe ber çavan. Gelo Charles çima behsa serxwebûna aborî, xurtkirina hêzên deryayî nekir? Çima behsa ziman û bandora zimanê fermî kir? Pêwendiya ziman û desthilatdariyê bi hev re çi ye? Îngilîzan, Amerîkî ji postalê ordiya Fransayê wêdetir çima ji bin bandora zimanê Fransî xilas kirine?

Bê guman wekî her car Trump rûyê xwe tirş kir û xwe li vê bersivê nekir xwedî. Lê Serokê Fransayê Emmanuel Macron bersiva Charles da û got: “ Ev pîr tiştekî şik dibû (an jî xweşik).”  Yek Qralê Brîtanyayê, yek jî Serokê Fransayê, lê her du jî zimanê xwe yê neteweyî miqayese dikin.

Îro pir caran tê gotin ku sepanên Google û AI (hişê çêkirî) bûne navendên zimanî, fikrî û wergerê û êdî otorîteya zimanekî tenê nemaye. Dibe ev îdia ji durî ve rast be jî. Lê ya muhîm ew e ku ev sepan û kompanya bi kîjan zimanî patentan digirin û lêgerînan dikin.

Bi ya min Charles û Macron jî peyama van guherînan didin û ew dixwazin dîsa fersexa zimanên xwe fireh bikin. Heger zimanê te jî li gor quweta te bi hêz û xwedî têrkariya çandî be, wê çaxê tu dikarî her demê û li her derê qralî û serokatiya xwe bidomînî. Li Koşka Spî eyar didî, jî Elyseeyê twettên îronîk diavêjî. 

Cîhan bibe gundek, milet bibin bîra jî heger mifta zanistê di destê zimanê te de be, her kes rêzê li te digire û xwe li te digire.

Lewma ji bo teknolojiya dîjîtal hemî dewlet, qral û berpirsên xwedînirx li ser ziman, perwerde û çanda xwe xebatan teşwîq dikin. Ji bo parastina zimanê xwe komînîteyên xwe yên li derve jî haydar dikin.

Ya ku ji gera Charlesê Sêyemîn ma piranî ev peyam e.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst