Bihayê zîv dê 2026an çawa be?

Duh li 12:24
Omer Ehmed
Nîşan Zîv Bihabûn Bazar
A+ A-

Destpêka îsal bihayê onseke zîv di bin 30 dolarî re bû lê niha gihiştiye 60 dolarî. Bilindbûna bihayê zîv li cîhanê (wekî tiştê ku di bazara zêr de rû da), li Herêma Kurdistanê pêleke kirîna zîv peyda kir û hinek bazirgan û welatî berê xwe da kirîna wî madenê girîng.

Kar gihiştiye wê astê ku xelk xanî, zevî û otomobîlan difiroşin û dikin zêr û bi rêjeyeke kêmtir jî dikin zîv. Li Herêma Kurdistanê rojane bi 500 kîlo zîvî miamele tê kirin û armanceke tenê ya xelkê heye, ew jî ew e ku dema bihayê wî bilind bû bifiroşin û qezencê bikin.

Eger na, li Herêma Kurdistanê ti kargeha zîv nîne ku bikire, bitewîne û bike lîre yan xişir û gewher yan jî ji bo mebesteke din a pîşesaziyê bi kar bîne. Ji ber vê yekê girîng e em bizanin berê cîhana yê bihayê zîv ber bi ku ve diçe û zêrîngerên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê çawa difikirin.

Bazara cîhanê ya zîv

Sala 2025an bihayê zîv bi rêjeya ji sedî 100 bilind bû û di 40 salên borî de bilindbûna herî bilez a bihayê xwe dît. Taybetmendiyeke sereke ya zîvê ku wî ji zêr cuda dike, ew e ku berevajî zêr, zîv di pîşesaziyan de gelekî tê bikaranîn û ev jî bûye sedem ku bazara zîvê ji zêr cuda be.

Ew guherînên ku di çendîn sektorên pîşesaziyê de, bi taybetî di hinek pîşesaziyên nû de çêbûne, sala 2025an bazara zîv guhert. Ji aliyê hilberîn û pêşkêşkirinê ve jî zîv ji zêr cuda ye, bi taybetî zîv bi piranî ne xwedî madenên taybet e û berhema duyem û çendem a madenên din e lê zîv û zêr madenên biqîmet in û veberhênêr dikirin da ku qezencê jê bikin.

Bazara zîv jî wekî zêr standard e û bi başî û ji hemû aliyan ve hatiye birêxistinkirin. Bihayê fîzîkî (bihayê an û sata niha) û bihayê 'futures' (radestkirina di çend mehên bê de) heye ku di bazaran de dan û standin pê tê kirin.

Hilberîna elektrîkê ji enerjiya rojê

Palderê sereke yê bilindbûna bihayê zîv daxwaza pîşesaziyê ye. Li gorî amarên navneteweyî, par daxwaza cîhanî ya li ser zîv gihişte 1,23 milyar onsan ku yek ji astên herî bilind ên tomarkirî ye.

Sektora enerjiya rojê bi tenê nêzîkî 210 heta 230 milyon onse bi kar aniye ku dike zêdebûneke ji sedî 40î tenê di maweyê du salan de. Ev jî ji ber berfirehbûna çêkirina pîl û panelên enerjiya rojê li Çîn, Hindistan, Amerîka û welatên Kendavê ye.

Pêşbîniyên ji bo 2026an amaje bi wê yekê dikin ku daxwaza sektora enerjiya rojê di salekê de digihêje 300 milyon onsan, wate vê sektorê bi tenê çareka zîv cîhanê bi kar aniye. Di metrekçargoşeyeke panela tavê de ku li ser banê malan, kargeh û cihên din tê danîn, nêzîkî 15 gram zîv hatiye bikaranîn.

Otomobîlên karebayî

Hevdem, daxwaza ji bo bikaranîna zîv di pîşesaziya otomobîlên bielektrîk û amûrên elektronîk de bilind bûye. Her otomobîla bielektrîk niha pêdivî bi 25 heta 55 gram zîv heye ku nêzîkî sê qatê wê rêjeyê ye ku di otomobîlên asayî de tê bikaranîn.

Tê pêşbînîkirin îsal firotina otomobîlên bielektrîk 17 milyon otomobîlan derbas bike. Sektora otomobîlan salane pêdivî bi zêdetirî 20 milyon onsan heye. Zîv di nav madenan de gelekî taybet e ji ber ku madena herî baş e ji bo gihandina karebayê.

Mis û zêr di pileya duyem û sêyem de ne. Parçeyên bielektrîk yên otomobîlan ên wekî sensor û fîşên di selfê otomobîlan de, bişkokên kontrola kursiyan û hwd. hemû zîv tê de bi kar tînin.

Hişê çêkirî

Binesaziya hişê çêkirî, bi taybetî navendên mezin ên daneyan (data center), bi lezeke pîvaneyî berfireh dibin. Ev navendên daneyan pêdivî bi pêkhateyên elektronîk hene ku pişta xwe bi taybetmendiya "gihandina bielektrîk" ya zîv ve girê didin.

Tê texmînkirin şiyana navendên daneyan ên cîhanî di sê salên bê de ji sedî 35-40 mezin bibe ku ev jî daxwaza zîvê bi qasî 40 heta 60 milyon onseyên din zêde dike.

Pêşkêşkirin û kêmasî

Her wekî çawa di bazara zêr de, dane û amarên Encûmena Zêr a Cîhanî cihê baweriyê ne, derbarê zîv de jî "Peymangeha Zîv a Cîhanê" heye ku pişta xwe bi daneyên wê girê didin. Li gorî wê peymangehê, pêşkêşkirina zîv nekarîbûye hevahengî daxwazê geş bibe.

Hilberîna kanên zîvê salane li derdora 820 heta 830 milyon onseyan cîgir e û tê texmînkirin di sala bê de jî mîna îsal bazar rûbirûyî kêmasiyê bibe bi qasî 150 heta 200 milyon onseyan ku ev yek ji mezintirîn valahiyên pêşkêşkirina zîvê ye di çend dehsalên borî de.

Tiştê ku bazara zîv ji aliyê hilberînê ve aloz kiriye, ew e ku ji sedî 70yê zîv wekî berhema lawakî (berhema duyem û sêyem) li madenên din ên wekî qirqoşm, çînko, mis û zêr bi dest dikeve. Ev jî dike ku hilberîna zîv bi lez bersiva bilindbûna bihayan û wê daxwaza zêde ya li serê heye nede. Welatên Amerîkaya Latîn, bi taybetî Meksîk û Perû ku çavkaniyên sereke ne, ji ber kêmkûna kalîteya kanan û pirsgirêkên jîngehî, hilberîna wan daketiye.

Veberhênan û arasteya bazarê

Yek ji wan sedemên ku di navbera zêr û zîv de hevpar e, kirîna zêr û zîv e wekî penageha aram. Dema li welatekî bazara pişkan, xaniyan yan bazara dirav ji ber her sedemekê wekî şer û neseqamgiriya siyasî û nezelaliya paşeroja welêt têk diçe û necîgir dibe, di rewşeke wiha de welatî û şirket ji bo parastina sermaye û samanên xwe berê xwe didine kirîna zêr. Zîv jî ji wî alî ve heman taybetmendî heye.

Pîvaneke sade û balkêş heye bi navê "rêjeya zêr ji bo zîv" ku ew jî bihayê zêr dabeşî bihayê zîv e. Çend sal berê ev rêje ji sedî 90 bû, niha eger bihayê van çend rojan (zêr 4200 dolar û zîv 60 dolar) wergirin, rêje dibe ji sedî 70. Ev nîşana wê yekê ye ku zîv li hemberî zêr çiqasî serî hildide û dibe kanzayeke girîng. Ne ji valahiyê ye ku sindoqên veberhênanê ji nîvê sala 2024an ve bi dehan milyon onsa zîv bi mebesta veberhênanê kirîne.

Asoyên paşerojê

Li gorî lêkolînên Peymangeha Cîhanî ya Zîv, eger mola projeyên nû yên kolandina madenan li ser asta cîhanê zûtir neyên pesendkirin, ku ev prose dikare heta 10 salan jî biajo, wê demê kêmasiya salane bi qasî 150-250 milyon onsan di bazara zîv de serî hilde. Diyar e ev jî dikare bihayê zîv ber bi bilindbûna zêdetir ve han bide.

Hemû rûdan amaje bi wê yekê dikin ku di çend salên bê de zîv derbasî qonaxeke nû dibe. Zîv xereke ye ji kanzayeke pîşesazî ve mîna zêr vediguhere kalayeke stratejîk. Eger ev arasteya niha bidome, dibe ku hejmarên pîvaneyî yên sala 2025an tenê destpêka guherîneke bingehîn û demdirêj bin di bihayê wê kanzayê de.

Bazara zîv li Herêma Kurdistanê

Salar Hacî Omer ku zêrîngerekî diyar ê Silêmaniyê ye, dibêje li Herêma Kurdistanê zêdetir qalibê zîv dan û satandin pê tê kirin û ji meha borî ve daxwaz ji bo zîvê kêm bûye. Hacî Hejar Qadir, bazirganekî naskirî yê zîv li Hewlêrê dibêje: "Zîv li Herêma Kurdistanê kanzayeke nû ye û xelk nizane çawa mameleyê pê bike, kirîna wê ji firotina wê hêsantir e."

Salar Hacî Omer dibêje, "Bihayê onseke zîv li navxweya Herêma Kurdistanê 2 heta 4 dolaran cudahî heye bi bihayê cîhanî re." Ew dibêje piraniya zîvê Herêma Kurdistanê ji Dubaiyê tê û dema daxwaza navxwe li ser kêm dibe, dîsa hinardeyî wî welatî tê kirin.

Hacî Hejar ravekirineke zêdetir dide û dibêje, "Ji sedî 80yê zîvê bazarên Herêma Kurdistanê ji Dubaî û ji sedî 20 jî ji Tirkiyeyê tê hawirdekirin û her vedigere wan welatan jî."

Ew zîvê ku li Herêma Kurdistanê heye bi rêya her du balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê tê hawirdekirin û têçûna dubare hinardekirina wê bo Dubaiyê 150 dolar e.

Hacî Hejar amaje bi xaleke balkêş dike û dibêje, "Heqdestê kîloyek gewher û xişirê ji zîvê çêkirî du qatê bihayê wê ye." Bi wateyeke din, eger bihayê parçe gewhereke zîv 3 hezar dolar be, di rastiyê de bihayê zîv bi xwe tenê hezar dolar e û 2 hezar dolar heqdest e.

Pêşbîniyên ji bo bihayê zîv

Bank of America di rapora herî nû ya li ser bihayê madenan de, pêşbînî kiriye ku dawiya sala 2026an, bihayê onseke zîv bigihêje 65 dolaran. Hinek ji şarezayên naskirî yên bazarên darayî bawer dikin, bihayê zîv heta dawiya 2026an digihêje 90 dolarî ji bo her onsê.

Salar Hacî Osman dibêje, eger daxwaza Çînê bi taybetî ji aliyê pîşesaziya otomobîlên bielektrîk a wî welatî ve di sala bê de bilind bibe, bihayê zîv ji astên niha zêdetir bilind dibe lê Hacî Hejar berevajî pêşbîniyên navneteweyî bawer dike ku bihayê zîvê di sala bê de arasteya daketinê digire. Ew wisa difikire ku ew daxwaza zêde ya ku îsal li ser zîv hebû di sala bê de kêm dibe û dibe sedem ji bo daketina bihayê zîvê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst