Fehedê Herbo
Şingal bûk e û ez ê bêjime wa çawa.
Di nav peyvên rojane de jin tê piçûkkirin û wêneyê wê li mejî de tê berevajîkirin. Ziman roleke giring di çawaniya jiyana me de heye û çarçoveya binemayên jiyanê ava dike bêyî ku em gelekî pê bihisîn. Bi dirêjahiya dîrokê re, çanda hema hema hemû miletan li ser esanê zilamtiyê hatiye çandin û birêvebirin. Li gorî nêrîna zilam hatiye hûnandin û di nav de jî jin weke objeyekê hatiye dîtin ku her dem amûreke ji bo pêdiviyên zilam bi kar tê.
Simone de Beauvioura ku nivîskareke cîhanî ye û li warê jinolojiyê de pir xebat û nivîsên bi qîmet derxistine holê dibêje ku jin weke ‘’Other’’ yan jî yên din tê dîtin, wate jin ne weke tiştekî serekî ye yan jî jin li çîneke din de ye ne weke her mirovî. Ew dibêje vê yekê hiştiye ku di nav civakan de her dem bi çavekî piçûk li jinê werê nêrîn û helbet ev tiştên wisa bi rêya pratîkên bi sedên salan çêdibin ku yek ji wan ziman e.
Mînakên bikaranîna şaş ên zimên gelek in. Heke em behs bikin, yek jê dema zilamek bixwaze hevalekî xwe piçûk bike jê re dibêje “Tu jina min î” yan jî “Tu weke jinekê yî” û li ser vê yekê mala hev xera dikin û car caran jî digehe astên kuştinê jî.
Her wisa, dema zilamek tirsonek bê jê re tê gotin “Tu weke jinekê yî” yan jî dema zilamek fesadiyê dike, jê re dibêjin “Tu weke jinekê yî.” Ev bikaranîna zimên dihêle ku jin li mejiyê civakê de xwediya kirinên nebaş bê û li dawiyê de weke tiştekî din tê dîtin ne weke mirovan.
Tiştê giring ê ku ez dixwazim behs bikin ew e ku berî du heyvan li dema propogendayên hilbijartinan de, jineke Şingalî ku ew bi xwe jî berbijêr bû û civak wê bi parêzera mafê jinan dibîne li ser malpera xwe ya Facebookê belav kir û got, “Şingal ne bûk e, Şingal zava ye.”
Vê hevokê bal kêşa ser ne tenê xeteriya zihniyeta zilam a li ser jinê, her wisa nîşan da çawa jin bi xwe li dijî xwe dixebite bêyî ku pê bihise û jineke çawa? Jineke ku bi parêzera mafê jinan tê nasandin. Ev yek şaşiyeke mezin e û berdewamiya tepeseriya jinan li jêr sîwana dab û nerîtên civakî de ye. Dema ku jin bi tenê weke amûreke seksê tê dîtin, gotinên wisa derdikevin holê û xeteriya mezin ew e ku ji hêla jineke “femînîst’’ ve werê gotin ji ber ku ev tê wê wateyê ku ew bi xwe jî xwe weke amûreke seksê dibînê.
Heger xweşikbûna Şingalê, hêza wê ya berxwedaniyê, pirrengiya ol û civakên wê, erdnîgariya wê ya bilind û bedew û dîroka wê ya dêrîn weke jinekê newê dîtin, wê hingê dikare bibe zilam (di vir de ez behsa zilam weke zihniyet dikim ne mêr). Şingal bûk e ji ber ku bûk di bahweriya Êzidiyan de cihekî xwe yê pîroz heye. Bûk ciwanî ye, bûk hêvînê aramiyê ye, bûk dergûşeke nû ye ji bo xweavakirinê û qeşengbûnê, bûk bi qîmet û rûmet e ku bi dest her kesî nakevê, bûk bi hêz e, bi heybet e, çavê her kesî li spehîtaya wê ye, loma Şingal bûk e.
Heger ev hemû neyên dîtin û ev peyv weke ku li dema hilbijartinan de hat bikaranîn ji bo berjewendiyên siyasî werê bikaranîn, wê hingê dê qîmetê wê peyvê dayê astên herî jêr û ew peyv bûkekê bi xwe ve digire, bûk jî jinekê bi xwe ve digire û jin jî jintiyê bi xwe ve dihewînê.
Divê em bi hev re li hemberî çewisandina regezan, bi taybetî jî çewisandina jinan rawestin û qebûl nekin ku ziman ji bo nizimkirina jinê di civakê de bibe çekek.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse