Li gorî Dashboarda Newekheviya Cîhanî ku daneyên 110 welatên cîhanê li xwe digire, Îraq yek ji welatên herî newekhev ê cîhanê ye di warê dabeşkirina dahat û samanê de li ser welatiyên xwe.
Bi awayekî ku tenê ji sedî 1ê niştecihan, li gorî ji sedî 45ê niştecihan 3 qat zêdetir dahata wan heye. Yek ji sedemên sereke yên vê newekheviyê jî di sîstema dabeşkirina mûçeyên kerta giştî de xwe dide der.
Di nîvê yekem ê 2025an de, zêdetirî 30 tirîlyon dînarî ji bo mûçexwaran li seranserê Îraqê hatiye xerckirin lê di dabeşkirina wê de cudahiyên mezin hene.
Bi awayekî ku cudahî di navbera saziyeke ser bi Encûmena Nûneran an Encûmena Wezîran û wezaretan de ew qasî mezin e ku em dikarin bibêjin gihîştiye 6 qatan.
Li ser bingeha daneyên "Dashboarda Darayî ya Îraqê (2015 - 2025)" ku pişta xwe bi dane û bûdceya Wezareta Darayî girêdide, diyar dibe ku fermanberên saziyên ser bi Parlamentoya Îraqê, wekî Desteya Çavdêriya Darayî, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Desteya Destpakiyê ya Federal, xwedî mûçeyên mehane yên herî bilind in. Li hemberî vê, fermanberên Wezareta Veguhestinê li seranserê Îraqê mûçeyê herî kêm werdigirin.
Ji tevahiya 60 tirîlyon dînarên salane ji bo fermanberan û 26 tirîlyon dînar ji bo çavdêriya civakî, nêzîkî 14 milyon welatiyên Îraqê mehane mûçeyê fermî yê dewletê werdigirin.
Ev hejmar nêzîkî sêyeka (1/3) niştecihan û zêdetirî nîvê wan kesên ku temenê wan di navbera 14 û 64 saliyê de ye, li xwe digire. Eger ev dabeşkirina samana petrolê bi awayekî wekhev bûya, rêjeya hejariyê li Îraqê ku di sala 2024an de gihîştiye ji sedî 17,5 dê ew qasî bilind nebûya.
Eger em ji bo sala 2023yan bi awayekî navînî li dabeşkirina mûçeyan li seranserê Îraqê binêrin, wê demê her fermanberek mehane 966 hezar dînarê Îraqî werdigire.
Lê eger karmendekî ser bi saziyên parlamentoyê be, mûçeyê wî zêdetirî 3 milyon dînar e û eger li Wezareta Karên Derve be 2,6 milyon dînar e, di demekê de ku eger karmendê wezaretên wekî Çandinî, Rewşenbîrî û Veguhestinê be, mûçeyê wî nagihîje 600 hezar dînaran.
Ev yek jî şansê komkirina dahata mehane û salane ji bo takekesekî li Îraqê nîşan dide.
Ev cudahiya kûr, tewra di nav yek saziyê de jî tê dîtin. Mînak, tevî ku dahata salane ya navînî ya takekesekî li saziyên ser bi Encûmena Nûneran digihîje ser 38 milyon dînaran lê cudahiya mûçeyê di navbera fermanberekî nû-tayînbûyî û parlamenterekî destbikarbûyî de, ji 15 qatan ne kêmtir e.
Herwiha ev cudahî di nav wezaretan de jî heye. Mînak, di navbera fermanberekî Wezareta Derve û yê Wezareta Çandiniyê de ji aliyê dahata mehane û salane ve cudahiyeke mezin heye.
Ji ber ku bi awayekî navînî, fermanberekî Wezareta Derve li Îraqê salane zêdetirî 30 milyon dînarî werdigire, li hemberî vê, fermanberekî Wezareta Rewşenbîrî yan Çandiniyê salane kêmtirî 6,5 an 7,1 milyon dînarî werdigire.
Li ser asta parêzgehan jî ev cudahî heye. Mînak, bi awayekî navînî mûçeyê salane yê karmendekî dewletê li parêzgeha Besrayê 6,2 milyon dînar e lê li parêzgeha Musenayê mûçeyê salane yê karmendekî digihîje ser 12,6 milyon dînaran.
Serekaniya dahata vê dabeşkirina pereyê mehane li ser fermanberan li Îraqê, ji petrolê tê. Ji ber ku piştî 10 salan (2015-2025), dahata ne-neftî (non-oil income) li şûna ku zêde bibe, 1,3 tirîlyon dînar kêm bûye.
Ev di demekê de ye ku di wê heyamê de geşepêdana berhema navxweyî, hawirdekirina kelûpelan, dahata takekes û hejmara niştecihan zêde bûye, ne kêm.
Wek mînak, xerckirina mûçeyê fermanber û çavdêriya civakî ji 44 tirîlyon dînaran zêde bûye û gihîştiye 86,7 tirîlyon dînarên salane.
Çavkaniya sereke ya van mûçeyan li Îraqê pereyê petrolê ye, di heman demê de dahata nepetrolî di heyama 10 salên borî de (2015-2025) bi qasî 1,3 tirîlyon dînarî kêm bûye.
Ev yek di demekê de ye ku berhema navxweyî, hawirdekirina kelûpelan, dahata takekesan û hejmara niştecihan zêde bûye. Xerciya mûçeyên karmendan û çavdêriya civakî ji 44 tirîlyon dînarî gihiştiye 86,7 tirîlyon dînarî ya salane.
Di şeş mehên borî de, tevahiya xerckirina birêvebirinê (operational) û hilberînê li Îraqê 56 tirîlyon dînar bûye û sala borî jî 150 tirîlyon dînar bû.
Lê pirsgirêk ew e ku ji sedî 73 heta ji sedî 95ê van xerckirinan ji bo birêvebirin û mûçeyan e, di rewşa herî baş de jî tenê ji sedî 16 ji bo hilberînê li sektorên cuda hatiye terxankirin.
Vê yekê jî wer kiriye ku Îraq bibe welatekî zêde hawirdekar û di hinardekirinê de qels, tewra di dabînkirina pêdiviyên xwe yên navxweyî de jî.
Ev dabeşkirina newekhev a samana neftê, aboriyeke sade û ne ew qasî aloz afirandiye. Li gorî Îndeksa Aborî ya Cîhanî û Zanîngeha Harvardê, çi qasî aboriya welatekî sadetir be, ew qasî li hemberî guherînên aborî lawaztir e.
Wekî mînak, li gorî daneyên OECyê (Observatory of Economic Complexity) yên derbarê hawirdekar û hinardekara kelûpelan di navbera welatan de, di sala 2023yan de bi bihayê 70 milyar dolar kelûpel bo Îraqê hatiye hawirdekirina ku 50 milyar dolar ji 3 welatan bûye: li pey hev 22,6 milyar ji Îmaratê, 12,8 milyar ji Tirkiyeyê û 143 milyar ji Çînê.
Her wiha ev hawirdekirin ne ji bo madeyên xav ên ji bo kargehan û ji nû ve berhemanîna kelûpelan ji bo navxwe û derve bûye belkî ji bo hawirdekirina berhemên neftî yên wekî benzîna super û rûnê otomobîlan bi bihayê 6.07 milyar dolar, hawirdekirina mobîlan bi bihayê 4,45 milyar dolar, otomobîlan bi bihayê 4,4 milyar dolar, ji bilî 727 milyon dolar ji bo otomobîlên barkêş, û 645 milyon dolar ji bo parçeyên yedek ên otomobîlan di wê salê de bûye.
Ji aliyê berhemên bedewkariyê yên wekî zêr û zîv ve, di wê salê de Îraqê bi bihayê 4,7 milyar dolar hawirde kiriye. Derbarê berhemên xwarinê de jî salane 1,36 milyar dolar ji bo hawirdekirina birincê çûye derve.
Her wiha bi bihayê 271 milyon dolar çay ji welatên cuda yên cîhanê hatiye hawirdekirin. Hawirdekirina cixare û berhemên titûnê yên hemû cureyan salane digihîje nêzîkî milyarek dolar ji bo tevahiya Îraqê.
Li hemberî vê, di 2023yan de, Îraqê neft û berhemên neftî bi bihayê 102 milyar dolarî hinardeyî welatan kiriye û tiştekî din ê ku hêjayî gotinê be, di nexşeya bazirganiya hinardekirina kelûpelên Îraqê de ji bo derve xuya nake.
Li gorî rapora Îraqê ya ji bo hawirdekirin û hinardekirina kelûpelan di 2023yan de, Îraq salane zêdetirî 1100 kelûpel, made û berhemên curbicur hawirde dike. Li hemberî vê, ji aliyê hejmarê ve 10 qat kêmtir û ji aliyê pirrengiyê ve nagihîje 100 berhemên cuda ku hinardeyî derve dike.
Eger em bi giştî jî berawirdiyekê di navbera xerckirinên li Îraqê û tibaba xerckirina mûçeyê fermanberan û çavdêriya civakî û tibaba wan sermayeyên ku ji bo hawirdekirina kelûpelan çûne derve de bikin, wêne zelaltir dibe.
Mînak, di salên (2015-2025)an de, tevahiya xerckirina birêvebirinê û veberhênanê li Îraqê 764 milyar dolar bûye, ku 636 milyar dolar ji bo birêvebirinê û 128 milyar dolar ji bo veberhênanê çûye. Tişta ku wekî mûçe hatiye xerckirin 454 milyar dolar bûye.
Li hemberî vê, welatiyên Îraqê bi bihayê nêzîkî 505 milyar dolar kelûpelên curbicur ji derve hawirde kirine ku piraniya wan salane ji bo otomobîl, mobîl, xeml û zêr, birinc û çay, û berhemên titûnê bûye.
Xaleke din a balkêş derbarê hilberîna li Îraqê ev e ku eger em li daneyan binêrin, em dibînin ku ji tevahiya 128 milyar dolarên veberhênanê, 77 milyar dolar ji bo Wezareta Neftê bûye, li şûna ku ji bo wezaretên wekî Tenduristî, Perwerde, Xwendina Bilind, Jîngeh, Çandinî, Çavkaniyên Avê û Ciwanan be.
Di dawiyê de, eger newekheviya herî mezin ji aliyê dahatê ve ji dewletê bi xwe çavkanî bigire û derkeve holê û rewşa fermanberên hikûmetê bi vî rengî be, gelo mûçeyê karmendên kompanyayên sektora taybet û yê wan karkerên ku rojane û mehane li bazar û cihên xizmetguzariyê kar dikin çawa ye?
Di beşa bê de, em dê li ser Dashboarda Darayî ya Îraqê, xasma li ser pêwendiyên aborî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rawestin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse