Nûmerolojî yan jî jimarolojî (jimarwendî) yek ji şaxên veşarîvaniyê (okultîzm) ye. Okultîzm, kategoriyeke ji derveyê dîn û zanistê ye. Bi rêyên medyûmnîk û ezoterîk bi dû wateya hebûnê dikeve, têkiliya mirov û gerdûnê rave dike. Sîmya, astrolojî, sembolîzm û jimarolojî hinek ji beşên veşarîvaniyê ne û xuya ye beriya mîtos û dîn û zanistan, veşarîvanî hebû.
Jimarolojî, di gerdûnê de tesadûfê qebûl nake û her tiştî bi sîstematîka jimaran şirove dike. Beriya wek jimarolojî bê binavkirin, Yûnanî û Keldaniyan ev şêwe-şirove wek arîtmansî bi nav kirine. Di nav Misiriyan de jî gelekî hatiye bikaranîn.
Kurd di navenda sêgoşeya Misirî, Keldanî û Yûnaniyan de ne. Tê zanîn, dan û sitendineke xurt ya gelên Mezopotamyayê, Misirî û Yûnaniyan heye.
Jimarolojî ji Misirê derbasî Yûnanê bûye. Yûnaniyên kevn bal kişandine ser Hermes Trîsmegîstûsê Misirî û nivîsên wî ku li Misira kevn bi elfabeya pîroz hatibûn nivîsîn wergerandine Yûnanî, Latînî û wek Hermetîka bi nav kirine. Li gor Hermetîkayê “Ev gerdûna nuwaze dixebite, bi hêza jimaran hatiye dariştin.”
Pirtûkxaneya Skenderiyê di sedsala 5an de bi destê Fileyên olperest hatiye xirabkirin û metnên Hermetîkayê bi giştî di şewatê de winda bûne lê feylesofên wek Pîsagor, Platon û hinek nivîskarên Yûnanî qismek ji wan parastine.
Li gel Gnostîkan, keşîşên Zerdeştî û Sabiiyan jî metnên Hermetîkayê parastine û ev metin di sedsalên din de bi bal Erebî ve hatine wergerandin. Piştre fikrên Hermes bi destê ezoteryenên rojhilatî bi rêya Floransa li hemî rojavayê cîhanê belav bûne.
Jimarolojî bi Pîsagor dest pê dike. Ew, zanista jimarolojiyê wek “zanista hêzên xwedayî” pênase dike û têkiliyeke xurt di navbera deng û jimaran de datîne. Misira kevn giringiyeke navendî dida jimara 22yan. Pîsagor 22 dabeşî 7ê dike û jimara Pî’yê dibîne. Dante di Komedyaya Xwedayî de ew bi kar aniye. Di jimarolojiyê de 11, 22 û 33 wek “jimarên hosta” hatine binavkirin.
Di vî warî de Kabalîstan jî gelek xebat kirine. Elfabeya Ibranî ji 22 tîpan çêkiriye. Her wiha elfabeya Fenîkeyî jî ji 22 tîpan pêk hatiye. Kabalîstan jimara 22yê di sê komên wek 3+7+12an de rave kiriye. 7 jimara dualîteyê ye û miqabilê “cîhana bi hişmendiyê têgihîştî” ye. Di ezoterîzmê de bi navên wek monad (yek), diyad (du), tetrad (sisê), trîad (çar) gelek jimarolojî hene.
Ji herikîna dîroka jimarolojiyê diyar e, 7 yek ji jimarên navendî ye. Her wiha jimara kemalê ye. Jimara xamatiyê ye. Jimarên esasî, dabeşî heftê nabin. Heft roj, heft gerstêrk, heft parzemîn, heft notayên mûzîkê, heft rengên bingehîn, heft xarîqeyên cîhanê… û wisa didome.
Heft, di sembolîzasyona gelek milet û neteweyan de heye lê ne bi qasî ya Kurdan. Di Mîtraîzmê de ruh ji asîmanê heft gerstêrkan bilindî xwedawendiyê dibe. Mirov ji bo kemalê divê di heft deriyan re derbas bibe. Di her deriyî de parçeyek ji cilê xwe bihêle heta bigihîje paqijiyê. Îştar dema diçe cîhana bin erdê, di heft deriyan re derbas dibe û li her deriyî parçeyek ji cilê xwe dihêle. Teolojiya Elewîtiyê jî hebûnê wek heft çêbûn bi nav dike. Di Elewîtiyê de heft hozanên bilind hene.
Ji dîrokên herî kevn ta îro, baweriya Kurdan ji senteza gelek ol û dînên wek Mîtraîzm, Manîheîzm, Magîtî û Zerdeştiyê pêk hatiye ku bi navê Ehlê Heq (Yarsanî) gihaye roja me. Metna pîroz ya vê baweriyê Nameya Serencamê (Kelama Xezîneyê) ye. Bingeha vê baweriyê li ser hulûla Xwedê ya heft caran hatiye danîn. Heftewan, heft kes in ku Xwedê ew kirine rêberên mirovahiyê. Weke ku dînek li ser heftan ava bûye.
Dema mirov li dîroka Kurdan vedikole li derdora jimara heftê rastî dîmenên balkêş tê. Yek ji wan, heft kitêbên asmanî ne. Zanayê Keldanî Îbnî Wehşiyye di sala 856an de bi navê Şewqu’l-Musteham, pirtûkeke Erebî dinivîse û di beşa heftan de wiha behsa Kurdan dike: “Ji ber bi hemî zanist û huneran re têkildar bûn, Keldanî zanatirînên dema xwe bûn. Hemta û hevberên wan yên yekem Kurd bûn…[Kurdan] îdia dikir ku heft kitêbên bi îlhama asmanî daketibûn yên beriya tofanê jî di destê wan de ne.”
Çîroka heft kitêban çi ye, yan jî ev heft kitêb sembola çi ne, niha em nizanin lê di destana Gilgamiş de jî têkildarî Kurdan em li dewsa jimara heftê rast tên.
Gilgamiş, destana herî kevn ya mirovahiyê ye. Di vê destanê de çîroka Gilgamiş û Humbaba (Huwawa) heye ku Kurdan gelek eleqedar dike. Tê zanîn, Kurd di dîrokên herî kevn de li derdora Çiyayên Zagrosê bûn û Gutî yek ji pêşengên Kurdan in.
Gilgamiş destana Sûmeriyan e. Gutiyan, beriya zayînê dawiya sedsala 3 hezarî de welatê Sûmeriyan bi dest xistine û xanedana Gutî-Sumer ava kirine. 21 keyayên Gutiyan nêzîkî sed salî li Sumerê hukim kiriye.
Li gor çîroka di tabletên Sumeriyan de hatiye nivîsîn, Gilgamiş li gel Enkîdo ji bo darên sedrê bîne diçe Çiyayê Zagrosê. Daristana Sedrê ji aliyê cinawirekî “Arasteyê heft çirûskan” ve tê parastin. Ew, Huwawa ye. Ji nesla xwedayan e û kes nikare li ber çirûskên wî çavê xwe veke. Dêwekî nîv-mirov, nîv-xweda ye. Gilgamiş û artêşa wî heft daran jê dikin, lîstikekê li serê Humbaba digerînin û serê wî jê dikin. Xwedawend Enlîl ji vê yekê aciz dibe. Enlîl “Heft çirûskan” li heft hebûnên wek “çem, çiya, şêr…” (yên din ji tabletan nayên xwendin) belav dike.
Li gor tabletên Destana Gilgamiş, Huwawa nobedarê Daristana Sedrê ye û xwedawend Enlîl bi heft birûskan ew parastiye. Dema Gilgamiş dixwaze biçe ser çiyê, Enkîdo jê re wiha dibêje: “Keyayê min, heger tu îro derkevî çiyê, divê tu pêşkêşî xwedawendê rojê Ûtû bikî… Çiya di îradeya xwedawendê rojê Ûtû de ye.” Ji dîrokên herî kevn ta îro, roj sembol û baweriya Kurdan e. Ev vegotin bi her awayî Kurdan bi bîr tîne.
Piştî Destana Gilgamiş, di belgeyên Asûriyan de jî em rastî hefta Kurdan tên. Qralê Asûriyan Sanherîp, beriya zayînê di sala 700î de diçe ser Çiyayê Nîpurê (Cûdî) û welatê Katmûhiyan dagir dike. Hêlîna heft eyloyan ji holê radike. Ji bo vê serkeftina xwe, rolyefên bi kîtabe li ser tehtan çêdike. Di vê vegotinê de hêlîna heft eyloyan gelekî balkêş e û diyar dike ku heft semboleke giring a Kurdan e.
Kurdan kengî şeş êlên xwe di heftê de kirin yek, roja Medyayê hilat. Li gor vegotina Herodot, damezirînerê dewleta Medê, Keîokes payîtexta Medyayê Ekbatana (Hemedan) bi heft sûran çêkir. Perwaza her sûrê rengek bû. Sûra yekem sipî, ya duyem reş, ya sêyem sor, ya çarem şîn, ya pêncem reçîne, ya şeşem rengê zîvî, ya heftem rengê zêrîn bû.
Li Kurdistanê gelek dever bi navê heftê hatin zanîn. Welat bi Heftenîn û Heftkaniyan şên bû. Heft kitêb, heft çirûsk, heft sûrên paytext, heft eylo… Em ê bi kur ve herin gelo?
Ne tenê dîrok û çîrok, ziman jî bîra neteweyan e û milet di zimanê xwe de kodîfiyekirî ne. Heft, yek ji hîmên Kurdî ye. Gelek bêje û biwêj li derdora heftê hatine ristin. Kurd heft bavê xwe dijmêrin, heft caran gîsinê xwe lê didin, heft tenûran nan dixwin, heft pehînan li gorê dixin, heft kirasan diqetînin û her wekî din…
Her wiha pêşiyên Kurdan li mêjiyê zarûyan neqişandine: “Heft bavên çê, esil şîrê dê!”, “Heft mêrên beriyê, civiyan li barê hiriyê, gotin ax li me û li vê bêkesiyê”, “Heçî kirasek bi neqencî biqetîne, divê heft kirasan bi qencî biqetîne”, “Serê ku herî kêm heft serî jê ne aciz bin, ew serî ne tu serî ye”, “Kewê gotiye, heger heta heftê nîsanê min heft hêk nekirin, bila heft ecêbê giran bên serê min.”
Heft hem mêzîna qenciyê hem jî ya xirabiyê ye. Lewma “Heft salan çû seferê dîsa hat kerê berê”, “Xweliya heft gundan, li pozê pozbilindan”, “Kirasên qehpikan heft in, yekî li xwe dikin şeşan li hevalên xwe.”
Nexwe nabe em guh nedin van guherên zêrin. Divê em hûr bajon, kûr bajon, ga jî newestînin. Erê wele: “Zeviya ji zeviyan zêde, heft cara gîsinê xwe lê de, paşê tovê xwe tê de.”
Xaniyê nemir di şahesera xwe ya bi navê Mem û Zînê de, beşa heftan ji bo vegotina derdê Kurdan terxan dike. Lûtkeya irfana Kurdî, pîrê qufle û mifteyan, Melayê Cizîrî dema berê xwe dide “Remzên dilberê” û dibêje: “Ji remza dilberê dîsa / Li min batin vejîn derd e / Di lebsê tariyê min dî / Xuya bû ew siyahcerde”… Balê dikêşe ser eşkerekirina veşarî û nihênî, sir û razên di tarîtiyê de. Piştî vê destpêkê hildikşe textê siltan û dibêje “Bi heft ayatê Furqanî / Li mehbûban tu xaqan î / Were derbê li Qeyser de.”
Mîna ku Cizîrî hikumraniya Kurdan bi heft ayetan ve girêdide û piştî wê dibêje êdî Kurd dikarin derbê li Qeyserê Romê, yanî li tirkan bidin û behsa şirovekirina heft heykelan dike: “Katib di çerxê cedwelî / Xoş neqşek avête li wî / Kir haşiya heft heykelî / Nîv kuliyatê xemse da.”
Nexwe em ê xwe li ber keys bikin, ji bo keşf û kerametên bala û bilind. Ji heft kitêban sûdê wergirin, li gel heft eyloyan baskan lê bidin, bi ronahiya heft çirûskan li cîhanê temaşe bikin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse