Gelo Îran dikare înterneta cîhanê qut bike?

4 demjimêr berê
Omer Ehmed
Nîşan Îran Înternet Birîn
A+ A-

22yê Nîsana 2026an, di Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê de gotareke kurt hat belavkirin. Ajansa Tesnîmê baskê medyayî yê nîvfermî yê Supaya Pasdaran e.

Sernavê gotarê "Sê gavên pratîkî yên ji bo bidestxistina dahatê yên bi rêya kabloyên înternetê yên Tengava Hurmizê" bû. Di gotarê de ev wekî pêşniyareke nû ya siyaseta aboriyê xuya dikir. Lê pisporên leşkerî yên ku li ser jêrxanên hestiyar dixebitin, bi awayekî gelekî cuda xwendinek ji bo mijarê kir.

Di nava çend demjimêran de şirketa Alcatelê ji bo hemû karên xwe yên li Kendavê rewşa awarte ragihand. Alcatel şirketa herî mezin a kabloyên binê deryayê ye li cîhanê û şaxeke şirketa Nokiayê ye.

Wê nexşeya ku di Tesnîmê de hat belavkirin, 7 pergalên sereke yên kabloyên fîber optîkê nîşan didan ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin. Ev kablo neftê ranaguhêzin, ew tiştekî wisa vediguhêzin ku bandora wê gelekî zêdetir e: Ew jî amarên darayî yên cîhana modern in.

Li gorî nirxandinên Navenda Stimsonê û gelek enstîtuyên lêkolînên peywendiyan, rojane bi qasî 10 trilyon dolarî dan û standinên darayî bi rêya van kabloyan tên kirin.

Komeleya Pêwendiyên Darayî yên Navneteweyî ya Navbera Bankan ku wekî SWIFT tê naskirin, 11 hezar bankên li 200 welatan bi rêya jêrxana fîber optîkê bi hev ve girê dide. Ew li xaleke gelekî hestiyar di bin wan avan de kom dibin ku niha Îran îdiaya mafê kontrolkirina wan dike.

7 pergalên sereke yên fîber optîkê

Tora AAE-1ê (Asya-Afrîka-Ewropa 1) kabloyeke 25 hezar kîlometreyî ye. Şiyana wê ya veguhastinê di çirkeyekê de zêdetirî 100 terabît e. Ew bi rêya Îmarat, Uman, Qeter û Erebistana Siûdî, Hong Kongê bi Fransayê ve girê dide.

Tora FALCONê di nav Hindistan, Srî Lanka û her şeş welatên Encûmena Hevkariya Kendavê re derbas dibe.

Pergala SEA-ME-WE 5ê bi rêya Rojhilata Navîn Sîngapûrê bi Fransayê ve girê dide.

Pergala SEA-ME-WE 6ê ku dirêjkirina SEA-ME-WE 5ê ye, şiyana wê xetê ji 24 terabîtî derdixe 100 terabîtî û niha di qonaxa bicihanînê de ye.

Kabloya GBIyê (Gulf Bridge International) hemû welatên Kendavê bi hev ve girê dide û rawestgeheke wê ya bihevgehiştinê li nav Îranê bi xwe jî heye.

Xeta 2Africa Pearls / FIG (Ooredoo) niha di qonaxa bicihanînê de ye û şiyana wê 180 terabît e.

Bi hev re, ev kablo rêyên sereke yên amaran ên di navbera Asya û Ewropayê de ne. Tê texmînkirin ku ew di navbera ji sedî 17 û ji sedî 25ê trafîka înternetê ya cîhanî ya di navbera rojhilat û rojavayê de vediguhêzin.

Xala herî girîng li vê derê ew e ku hemû kabloyên niha ji aliyê şirketan ve bi zanebûn di nav avên herêmî yên Umanê yên li nav tengavê de hatine bicihkirin û molet ji bo wan hatiye wergirtin. Ev yek bi taybetî ji bo dûrketina ji sînorên avî yên Îranê bûye.

Ji ber vê yekê, îdiaya Îranê ya ji bo kontrolkirina kabloyên binê deryayê yên li Kendavê, li gorî peymanên navneteweyî ji aliyê yasayî ve cihê nîqaşê ye.

Lê wekî ku Saziya Lêkolînên Stratejîk (FRS) di nirxandina xwe ya sala 2024an de amaje pê kiriye, desthilata yasayî tenê mijareke teorîk e.

Dema ku aliyê îdiakar xwediyê keştiyên binav melavanên şer û amûrên binav ên bêmirov be ku nêzîkî kabloyan bin, teorî dimîne aliyekî.

Plana Îranê

Di gotara Tesnîmê de plana Îranê ya ji bo kabloyên înternetê yên Kendavê bi vî awayî hatiye baskirin:

1- Wergirtina kirêya moleta destpêkê û kirêya nûkirina salane ji hemû wan şirketên biyanî yên ku jêrxana kabloyan li tengavê bi rê ve dibin

2- Wergirtina "pereyê parastinê" yê salane ji şirketên dêw ên teknolojiyê yên wekî Meta, Amazon û Microsoftê ku amarên wan di wan rêyan re derbas dibin.

3- Kontrola temam û bêrikaber a şirketên Îranî ya li ser hemû karên nûjenkirin û sererastkirinê yên li navçeyên diyarkirî.

Gelekî zehmet e ku ev xal ji bo Îranê bên bicihanîn. Lê eger daxwazên wê neyên bicihanîn gelo Îran bi rastî dikare kabloyan bibire?

Li gorî nirxandinên leşkerî û amarên jêrxanê, heger ferman bê dayîn bersiv "belê" ye. Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran binavên (keştiyên binavê) ji cureyê Xedîr û Nehengê bi kar tîne ku bi taybetî ji bo avên kêmkûr ên Kendavê hatine çêkirin. Her wiha amûrên binavê yên bêmirov jî bi kar tîne.

Sibata 2024an, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) piştrast kir ku dest daniye ser perçeyên amûreke binavê ya bêmirov a Îranê. Ev yek jî diselmine ku ev teknolojiya Supaya Pasdaran bi pratîkî heye.

Kabloyên nêzîkî Baregeha Deryayî ya Caskê, di kûrahiya di navbera 30 û 70 metreyî de ne. Melevanên şer  ên Supaya Pasdaran dikarin bi hêsanî xwe bigihînin wan.

Navçeya Caskê gelekî girîng e. Dikeve beramberî beravên avî yên Umanê yên li nêzîkî Tengava Hurmizê. Ev der bi temamî ew cih e ku çendîn torên kabloyên înternetê lê kom dibin, berî ku ber bi rawestgehên Kendavê yên li Fuceyre, Uman, Qeter, Siûdî û Kuweytê ve ji hev cuda bibin.

Operasyoneke tenê ya têkder a li vê navçeyê, dikare di heman demê de çendîn tor û pergalên kabloyan asteng bike.

Dema ku Hûsiyan destpêka sala 2024an zirar gihand sê kabloyên binê Deryaya Sor, sererastkirina wan nêzîkî şeş mehan ajot. Şiroveyên Nîsana 2026an destnîşan dikin ku yek ji wan kabloyên wê demê zirar dîtibû, heta îro jî nehatiye sererastkirin.

Sererastkirina li herêmên şer niha gelekî zehmettir e. Ragihandina rewşa awarte ji aliyê şirketa Alcatelê ve ne tenê daxuyaniyeke rojnamegeriyê ye, di heman demê de hişyariyeke yasayî ye li ser wê yekê ku nikare girêbestên xwe bi cih bîne.

Ti keştiya taybet a ji bo danîna kabloyan ku mesrefê wê yê rojane di navbera 100 hezar û 150 hezar dolarî de ye naçe herêmeke ku mîn di binê deryaya wê de hebin.

Li gorî nûçeya Bloombergê, keştiya Ile de Batzê ya şirketa Alcatelê ji destpêka meha Adarê ve li bendereke Erebistana Siûdî asê maye.

Krîzeke bêçareserî

Tiştê ku gefa Îranê gelekî metirsîdar dike, pûçbûna hevdem a rêyên din e. Înterneta navbera Asya û Ewropayê pişta xwe bi du rêyan ve girêdaye: Deryaya Sor û Kendav.

Ev her du xet ji bo ku bibin cihgirên hevdû hatine çêkirin. Lê niha ji cara yekem e metirsî li ser her du rêyan jî di heman demê de heye.

Kabloyên Deryaya Sor hîn jî bi rêjeya di navbera ji sedî 70 û ji sedî 75ê şiyana xwe kar dikin. Tekane rêya mayî jî rêya Cape of Good Hopeyê ya li Afrîkayê ye.

Ew rê ji bo xizmetguzariyên Afrîkayê hatiye çêkirin, ne ji bo hilgirtina amarên 4,5 milyar kesên li Asya û Ewropayê.

Metirsiyên li ser welatên Kendavê

Erebistana Siûdî û Îmaratê bi sedan milyar dolarî ji bo jêrxana dîjîtalî û hişê çêkirî terxan kirine. Amazonê ragihandiye ku ew dê li Riyadê navendeke bi 5 milyar dolarî ava bike.

Şirketa OpenAIyê li Ebû Dabiyê kampeke bi 30 milyar dolarî çêdike. Li gorî şiroveyan, tenê Îmarat xwediyê 283 navendên amaran e ku di Fuceyreyê re derbas dibin.

Gefa ser kabloyan, qada êrişan a ji saziyên fîzîkî berfirehtir dike û digihîne wan demarên dîjîtalî yên ku navçeyê bi cîhanê ve girê didin.

Şirketa Rystad Energyyê texmîn kiriye ku di şerê Îranê de mesrefê sererastkirina jêrxana enerjiyê digihîje 26 milyar dolarî. Lê belê dê mesrefê pûçbûna dîjîtalî gelekî zêdetir bibe û ew metirsiyê li ser veguhastina 10 trilyon dolarî ya rojane çêdike.

Karta guvaşê

Piraniya pisporan di wê baweriyê de ne ku Îran di paşerojeke nêzîk de kabloyan nabire, ji ber ku ew dê zererê bide xwe jî. Rawestgeheke kabloya GBIyê li nav Îranê bi xwe jî heye û birîna rêyê, veqetîna dîjîtalî ya Îranê leztir dike.

Li gorî amarên NetBlocksê, trafîka torên înterneta Îranê ji dawiya meha Sibatê ve daketiye nêzîkî sifirê. Aboriya Îranê bi xwe di van demên ku dorpêçeke temam li serê heye de rojane nêzîkî 455 milyon dolarî zererê dibîne.

Stratejiya Tehranê ew e ku gefê deyne ser maseya dan û standinan. Armanca wê ew e ku ji Amerîkayê re bibêje zêdekirina aloziyan, dê baceke dîjîtalî hebe ku dê zêdetir bikeve ser milê welatên Kendavê.

Zerer ji niha ve bûne zererên rasteqîn. Niha sê projeyên nû yên danîna kabloyên înternetê yên bi bihayê nêzîkî 2 milyar dolarî hatine rawestandin. Pêwîstiya Îranê bi birîna kabloyekê jî çênebû ji bo ku bi milyaran dolar veberhênanê bide rawestandin û şirketa herî mezin a taybet a bi kabloyên înternetê neçarî vekişînê bike.

(Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mustafa Uzun / Wêne: Rûdaw Grafîk

Bijî Amedspor!

Amedsporê piştî têkoşîneke dirêj a bi salan, xewna bi mîlyonan Kurdên futbolhez pêk anî