Îranê ji bo bêdengkirina xwenîşanderan înternet qut kir

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Xwenîşandan Rojhilatê Kurdistanê Înternet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê di germiya xwenîşandanan de 4 roj in înterneta tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê qut kiriye.

Saziya NetBlocksê ragihand ku armanca vê gavê "çewisandina nerazîbûnan e."

Şeva pêncşemê bi berfirehbûna xwenîşandanên li Tehranê û bajarên din ên mezin re xetên înternetê ji nişka ve qut bûn.

Ji wê demê ve tenê hesabên medyaya fermî ya hikûmetê tên nûkirin û şirketên çavdêriya înternetê vê qutbûnê wekî "plankirî" bi nav dikin.

Şirketa Censysê ya Koreya Başûr di rapora xwe de amaje bi kêmbûna bikarhêneran kir û got:

"Me kêmbûneke berbiçav di hejmara bikarhênerên IPv6 û IPv4an de dît."

Cloudflare Radarê jî ragihand ku şeva pêncşemê saet 20:00an (bi dema Tehranê) bikaranîna înternetê bilez kêm bûye û di nava 30 xulekan de ji sedî 90 daketiye.

Tevî qutbûna înternetê jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan didomin.

Şeva înê hinek kanalên ku weşana nerazîbûnan dikin ragihand ku wan bi rêya înterneta Starlinkê xwe gihandiye torê û dest bi belavkirina dîmenên xwenîşandanan kiriye.

Xwenîşandanên ku ji ber krîza aborî û daketina nirxê tumen li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn, ev 15 roj in didomin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), di xwenîşandanan de heta niha 65 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 2 hezar û 300 kesî jî hatine desteserkirin.

Rayedarên Îranê berê jî di demên xwenîşandanan de înternet qut kiribû ku rê li ber belavbûna dîmenên tundiyê û organîzekirina çalakiyan bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst