Pêgeha Çînê ya li Îraqê xurttir dibe

1 demjimêr berê
Mehmûd Baban
Nîşan Çîn Îraq Enerjî Veberhênan
A+ A-

Dê 14 û 15ê Gulana 2026an, serokên her du aboriyên herî mezin ên cîhanê li Pekînê bicivin.

Yek ji mijarên sereke yên vê hevdîtinê pirsa enerjiyê ye. Bi taybetî jî alozî û nediyariyên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê û girtina Tengava Hurmizê bûn sedema vê yekê.

Ev rewş ne tenê metirsiyek e ji bo dabînkirina petrola Çînê. Di heman demê de ew armancên Çînê jî dixe metirsiyê ku ji bo veberhênana derve û avakirina jêrxanê li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û welatên Kendavê dest pê kirine.

Zêdetirî 20 salan e Çînê di 14 sektorên cuda de li 162 welatên cîhanê veberhênaneke bi sermayeya 2.57 trilyon dolaran kiriye. Ji nîvî zêdetirê vê sermayeyê di sektorên enerjî û veguhastinê de bûye.

Armanca vê yekê jî misogerkirina ewlehiya enerjiyê û rêyên gihandina kel û pelan e. Nimûneya herî nû ya vê yekê li Îraqê ye.

Ew jî ragihandina dîtina qadeke petrolê ye ku yêdaga wê 8 milyar bermîl in. Her wiha veberhênana di stasyoneke hilberîna elektrîkê ya bi kapasîteya 2100 megawattî de ye.

Eger civînên li Pekînê li gorî planan bi rê ve biçin, tê çaverêkirin ku qebareya wê sermayeya ku dê jê çêbibe, bigihêje ser 250 milyar dolarî.

Yek ji armancên Serok Trump jî guhertina arasteya dabînkirina enerjiyê ya ji bo Çînê ye. Ev yek di demekê de ye ku sêyeka veberhênana derve ya Çînê di kerta enerjiyê de bûye.

Guhertina modela şirketên Çînî

Berê karê şirketên Çînî yên li cîhanê û Îraqê bêhtir di çarçoveya xizmetguzarî û dabînkirina amûran de bû ji bo qadên petrol û gazê. Sedema vê jî destê kar ê erzan û teknolojiya kêmxerc bû.

Lê niha model guheriye. Sal bi sal berê xwe didin veberhênan û avakirina jêrxanê. Bi awayekî ku para şêr a wê 2.57 trilyon dolarên ku li cîhanê xerc kirine, çûye Rojhilata Navîn.

Sermayeya veberhênana Çînê ya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di navbera salên 2005 û 2025an de gihîştiye 295 milyar dolarî.

Îraq yek ji wan welatan e ku di vê zêdebûnê de xwedî pareke berçav e. Bi nêzîkî 40 milyar dolaran, piştî Erebistana Siûdî û Îmaratê di rêza sêyem de ye.

Dabeşbûna veberhênana Çînê ya di sektorên cuda de

Ji wan 14 sektorên ku Çînê pere tê de xerc kirine, para herî zêde ji bo enerjî û veguhastinê bûye. 902 milyar dolar di petrol û gazê de û 477 milyar dolar jî di kerta veguhastinê de bûye.

Ev yek jî du armancên sereke dipêke:

Yekem: Ewlehiya dabînkirina enerjiyê ye. Çîn ji sedî 70yê petrola xwe û ji sedî 40ê gaza ku pêwîstiya wê pê heye hawirde dike. Aloziyên li navçeyê ji bo wê bûne asteng. Heta niha tenê bi bikaranîna petrola embarkirî hevsengiya bazaran parastiye.

Duyem: Girêdana cîhanê ye. Hêsankarî ji bo veguhastina kel û pelan e, ji ber ku Çîn salane bi bihayê nîv trilyon dolarî kel û pelan hinarde dike.

Cihê balkêşiyê ye ku Çîniyan di sektorên tenduristî û madeyên kîmyayî de herî kêm veberhênan kiriye. Ev jî wê yekê nîşan dide ku veberhênana derve ya Çînê bêhtir li ser bingeha pêwîstiyên wê bi xwe bûye, ne ku ji bo alîkariya welatên mazûvan be. Bi taybetî jî li navçeyên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ku tî yê bipêşxistina kerta tenduristiyê ne.

Grafîka 1em:

 Pêgeha Îraqê di nexşeya veberhênana derve û avakirina Çînê de

Li gorî amarên Enstîtuya Enterprise a Amerîkayê (AEI), Îraq di rêzbendiyê de bi cudahiyeke mezin ketiye pêşiya Îran û Tirkiyeyê.

Îraq ji sedî 14,2yê tevahiya veberhênana Çînê ya li navçeyê pêk tîne. Ji wê 35,5 milyar dolarê ku Çînê li Îraqê xerc kiriye, nêzîkî 35 milyar dolar tenê di kerta enerjiyê de bûye.

Ji vê hejmarê 15,5 milyar dolar wekî veberhênan û 19,1 milyar dolar jî wekî avakirin bûye. Kerta xaniyan jî bi 2,4 milyar dolarî di rêza duyem de ye.

Li hemberî vê yekê, veberhênana Çînê ya li welatên wekî Îsraîl, Urdin û Îranê di salên dawî de paşve çûye û di hinek salan de jî gihîştiye sifirê.

Grafîka 2yem: Veberhênana salane ya Çînê ya li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka û Kendavê - Milyon dolar

 Sala 2018an di navbera Îraq û Çînê de peymaneke fireh a jihevfêmkirinê hat îmzekirin. Niha pêgeha şirketên Çînî yên li Îraqê derdikeve holê ku roj bi roj çawa bihêztir dibe.

Eger projeya stratejîk a xeta boriya "Besre - Hedîse"yê jî bidin şirketeke Çînî, wê demê em dikarin bibêjin ku kontrola Çînê ya li ser jêrxana enerjiya Îraqê dê derbasî qonaxeke nû bibe.

Civînên rojên pêş ên li Pekînê yên di navbera Donald Trump û Xi Jinping de dê bibin biryarder. Ew ne tenê ji bo pirsa şer û aloziyan, di heman demê de ji bo paşeroja bazara enerjiya cîhanê jî krîtîk in.

Çimkî tê çaverêkirin ku Çîn hewlên xwe bide xebitandin û bi rêya navbeynkariyê Tengava Hurmizê vebike.

Li beramberî vê, Amerîka jî dixwaze berê dabînkirina enerjiya Çînê beşekê ber bi xwe ve bikişîne û ber bi Amerîkayê ve biguhere.

Bê guman dê ev her du jî bandoreke mezin li ser bazarê bikin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku Pekîn û Qada Tiananmenê li benda biryarên mezin in.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst