Tirsa Almanî û hilbijartinên Bundestagê

17-01-2025
Nîşan Bundestag Almanya Tirs Kurd
A+ A-

Jan Îlhan Kizilhan

Li Almanyayê 23yê Sibata 2025an dê hilbijartinên Bundestagê bên kirin. Ev hilbijartin destek û piştgiriya zêde ya ji bo partiya rastgir AfDyê derdixe pêş. Serkeftina AfDyê ji ber axaftinên tund û kampanyayên nijadperest ên li dijî koçberan e.

Ev stratejî bandorê li beşeke mezin a gelê Almanyayê dike û ev jî nîşaneya tirseke kûr e ku bi sedsalan e hizra Almanan dişekilîne. Lê ev tirsa mezin a ji "yên din" ji ku tê?

Têgeha ku di qada navneteweyî de wek "German Angst" tê zanîn, alîkariya me dike ku em vê diyardeya dîrokî û hestiyarî fêhm bikin.

Ev tirsa berfireh bi dîroka Almanyayê ve girêdayî ye ku bi şer, xela û nexweşiyan dagirtî ye. Yek ji demên herî xerab “Şerê Sî Salî” (1618-1648) bû. Di vê demê de ji sedî 45ê şêniyên deverên ku bi Almanî diaxivîn mirin, ne tenê ji ber şer lê her wiha ji ber nexweşiyên wekî tîfo, qotik û xelaya berfireh.

Vê wêrankariyê gelek herêm nekirin cihê jiyanê. Kesên ku ji vê yekê rizgar bûn ev travma bi nifşan kişandin. Tirsa "leşkerên biyanî" yên ku kaos, mirin û nexweşî anîn, di bîra civakî de cih girt û ew bawerî çêkir ku kesên derve gefeke mezin in.

Ev tirs bi demê re jî winda nebû. Qeyranên dubarekirî -nakokiyên olî, dabeşbûna Almanyayê bo dewletên biçûk, du Şerên Cîhanê û parçebûna Rojhilat û Rojava- hesta bêewlehiyê xurttir kir. Van bûyeran hizreke baldarî û kontrolê teşwîq kir ku tenê bi dîsiplîn û îzolasyonê ewlehî peyda dibe.

Dewleta Prusyayê ku bi avahiya xwe ya leşkerî dihat naskirin ev stratejiya mayînê nîşan dida lê belê, tevî hewldanên afirandina ewlehiyê bi rêya sîstemên tund, Alman dîsa rastî tevliheviyê hatin. Piştî her du Şerên Cîhanê, beşên welêt ji aliyê hêzên biyanî ve hatin dagirkirin û kontrolkirin, ku vê jî hesta bêçaretiyê kûrtir kir.

Di sedsala 20î de, ev birînên dîrokî şiklên nû girtin. Vejîna aborî û globalîzasyonê hesta kûr a bêhêzbûnê ji holê ranekir. Berevajî vê, hestên bêbawerî û bêhêziyê berdewam kirin. Îro, ev hest bi rêya tirsa ji koçberî û guherînên çandî derdikevin holê.

Metirsiyên li ser terorîzm, pirsgirêkên aborî û aloziyên civakî ji aliyê komên siyasî yên rastgir ve tên mezinkirin ku ev kom van tirsan ji bo bipêşxistina bernameya xwe bi kar tînin. Ew bang li tirseke kevn û kûr dikin: Tirsa windakirina aramî, nasname û ewlehiyê.

Li vir "Tirsa Alman" bi taybetî girîng dibe. Berevajî neteweyên din ku nasnameya xwe li dora serkeftin û serfiraziyê ava dikin, Almanya pirî caran xwe bi rêya çîrokên windakirin û qurbaniyê pênase dikin. Ev tekezkirina li ser dûrketina ji şaşiyên borî, bûye sedema karîgerî û berxwedana welêt lê belê, ev yek her wiha bûye sedema hewcedariyeke zêde ya kontrolê û nexwestina pêşwazîkirina guherîn û pirçandiyê.

Ji bo derbasbûna "Tirsa Alman", divê Almanya bi dîroka xwe re li hev bike. Ev nayê wê wateyê ku mirov dîrokê ji bîr bike lê belê divê mirov wê ji bo niha têxe perspektîvê. Dîrok her çi qasî dersên girîng pêşkêş bike jî girêdayîmayîna bi tirsên kevn tenê bêtir veqetîn û îzolasyonê diafirîne.

Divê siyasetmedar û civak balê bikişînin ser derfetên ku pirçandî û vekirîbûn tînin. Cîhaneke globalîzebûyî ne bê dijwarî ye lê her wiha gelek derfetan ji bo mezinbûn, nûjenî û pêşketina hevpar pêşkêş dike.

Paşeroja Almanyayê di afirandina civakeke ku yekîtiyê li şûna cudakirinê digire de ye. Ev tê wateya bipêşxistina rêzgirtin û berpirsyariya hevbeş, ku di nav de cudahî wekî hêz tên dîtin ne wekî gef. Bi naskirina êşên dîrokî bêyî ku destûrê bide wan ku kontrola demê bikin, Alman dikarin nerîna xwe biguherin. Tirsa ji "yê din" dikare bi meraq û qebûlkirinê were guhertin û ev jî rê li ber civakeke yekgirtî û vekirîtir vedike.

Civaka Kurd, bi 1,5 milyon endamên xwe yên li Almanyayê mînakek e ji bo çawa entegrasyon dikare bi ser bikeve. Bi beşdariya çalak di partiyên demokratîk de, Kurd nîşan didin ku ew amade ne beşdarî civaka Almanyayê bibin lê divê piraniya demokrat a Almanyayê jî li dijî hemû cureyên nijadperestiyê helwesteke xurt nîşan bide.

Divê dengê xwe di vê hilbijartinê de bilind bikin da ku îdeolojiyên tarî yên Sosyalîzma Neteweyî û tundgiriya rastgir li paş bimînin. Bi redkirina tirs û cudakirinê, Almanya dikare paşerojeke li ser bingeha hevkarî, pirrengî û pêşketinê qebûl bike.

Dema ez li ser şîroveya xwe difikirîm, min nikarîbû li serê nefikirim bê ma welatên wekî Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê çawa bi gelê Kurd -gelekî ku bi kûrahî di van axan de bi cih bûye lê gelek caran wekî biyanî tê dîtin re tevdigerin- lê ew çîrokeke din e.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e