Li Yeşîlçamê Kurdeke artîst û arîstokrat: Dîclehan Baban

3 demjimêr berê
Behîce Ferîde Demîr
Nîşan Dîclehan Baban Yeşîlçam Kurd
A+ A-

Derhênerê Tirk Atif Yilmaz gotiye: “Cihê Tirkiyeyê li cîhanê çi be, cihê sinemaya wî jî ew e.” Bawer im pisporekî wekî Yilmaz, zêdetir li ser mantalîteya siyasî, civakî, sosyal û aborî ya sektorê ev gotin kiriye.

Heger wisa nebûya, Yilmazê ku berê bi rexnegiriya sinemayê û paşê jî bi derhêneriya xwe gelek tabûyên sinemaya Yeşîlçamê şikandibûn, wê sirf qala pirsgirêkên li wir bikira. Yilmazê ku bi salên xwe hevsal û hevçaxê rejîma Komarê bû û di nav elîtîzma Kemalîzmê de mezin bûbû, helbet haya wî ji sinemaya cîhanê jî hebû. Ew dizane di vê sektorê de kî, çawa û ji bo çi dikare cih bigire, derkeve pêş û bibe stêrk. Îro em bi rêya xwendin û lêkolînan, dibînin ku sînema li derê remoka li pey siyasetê ye. Heta fîlmên ku ji aliyê milyonan ve tên hezkirin, berî vîzyonê li hin cihan tên nivîsandin. Bê guman hîn kes û derdorên serbixwe jî di sektorê de hene. Lê li welatekî wekî Tirkiyeyê ku li ser rêzeînkaran hatiye avakirin, ji fikr, çand û bandora civakê pirtir, xizmeta nêzîkatiyên îdeolojîk girîng tên dîtin. Fatma Girik vê rastiyê di roportaja xwe ya bi Bircan Usalli Sîlanê re wiha qebûl dike. Rojnamevan Usalli ji Girikê dipirse:

“Gelo, hûn wek jinên ku divê werin hezkirin hatine formatkirin û rola me jî daqûltandina vê tiştê bû?”

Bersiva Girikê wiha ye:

“Bi ya te?

Belê. Em wek jinên ku divê bên hezkirin hatine çêkirin û pêşkêşkirin. Ev rast e. Lê bandora me, enerjiya me, hezkirin, samîmiyet, pêbawerî û mehsûmiyeta me jî hebû.” Bê guman Girik li gor xwe rast dibêje. Lê Girikê jî rind dizanibû ku di Yeşîlçamê de ev tişt bi tena serê xwe bi kêr nayê.  Heta destekekî xurt li pişt te tunebe, kes nikare bibe “dört yapraklı yonca” (Di Yeşîlçamê de ji bo Turkan Şoray, Fîlîz Akin, Hulya Koçyîgît, Fatma Girikê dibêjin, tê wateya ‘nefela çarpelî’) û kes nebû jî. Ne tenê ev krîterên ku Girik behsa wan dike; perwerde, aura, bedewî, lîstika profesyonel, dîsîplîn û xwedî kesayetîbûn jî, mixabin ne li Yeşîlçamê ne li Hollywoodê xwediyê dernaxe pêş.

Heger were ba, wê çaxê hevdem û hevala Girikê, Dîclehan Baban ji wê bi “dört yapraklı yonca”yan re bihata bibîranîn. Wê ew jî biba yek ji stêrkên xwedî pere, konfor û hin payeyên neteweyî.

Lê Dîclehan Baban, wekî ku ji paşnavê wê jî diyar e, keça mîrektîya Kurd e û ji malbata Babanzadeyan e. Fîlmografya wê têr û tijî ye. Tiyatro, radyo, stranbêjî û sînema hemû karên wê yên profesyonel in. Di Lîseya Çamlicayê de xwendiye. Bejn û bala wê, rû û sekna wê hemû jî îkonîk in. Ji ber ku wê di lîsteya formalîteyan de cih negirtibû, ti carî bi awayekî rast nehate naskirin. Tewr belkî pêşiya wê hatibe girtin û heqê wê jî hatibe xwarin. Rolên ku ew pê were naskirin jî jê hatine teqsîrkirin.

Tê zanîn ku wê çaxê li Tirkiyeyê Kurdbûn yek ji tiştên qedexe û qebehet bû. Kurdên bermahiyên mîrektî û eşîran yan sirgûnî bûn yan jî paşnavên cuda digirtin û wan bi rejîma Kemalîst re li hev dikir. Xuya ye Dîclehan Babanê ev tişt nekiriye. Ew tevî paşnavê xwe yê Baban maye. Dîclehan qasî xwîşka xwe Neslîhanê (hevjîna Necîp Fazil Kisakurek) aram û tendurist nejîyaye. Dîclehana ku di zêdetirî sed fîlman de lîstiye, bi aktor û aktrîstên herî populer re rol girtiye, gelo çima sê caran xwestiye xwe bikuje? Bi gotina wê çima “ji mirovan hez nekiriye û ji kîjan maske û durûtiyan” aciz bûye?

Ew sektora ku burjuvatî û arîstokratîya wê li pêş perdeyê qebûl dikir û bi kar dianî, çima di jîyanê de ev pîştguh dikir ?

Yên ku Belgîn Doruk kiribûn “Küçük Hanımefendi”, Turkan Şoray kiribûn “Sultan”, çima xanim û sultana herî rasteqîn weke jineke xirab, dekbaz, çavsor, kîndar û şûh nîşan didan? Îhtîmal e ku sedema xwekuştîna sê caran ev be jî. Kifş e ku derhêner û senarîstên ku ew wekî objeyeke mehkûmê rolên duyemîn û xirab kirine, ne tenê bi kariyera wê, bi derûniya wê jî lîstine. Listika rolan ji bo wê kirine qefeseke hesinî.

Gava li jiyana Dîclehanê dinêrim, kiteke kilama Fatma Îsa tê bîra min. Fatma dibêje: “Dilê min bûye sêleke du hesinî.” Kurdbûn jî “sêleke du hesinî” ye. Tu lê xwedî derkevî jî dernekevî jî, ew destê te dişewitîne. Tu li Yeşîlçamê û Unkapaniyê keseke herî jêhatî bî jî, ne bes e. Dîclehan Baban bi hemû bêhêvî, xemgînî û nehênîtiya xwe di 3yê Gulana 1978an de li Stenbolê, vê carê ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Kesî ne di saxîya wê de ne jî piştî mirina wê bi temamî ew nas nekir. Rûmet û qîmeta ku wê heq dikir nehat dayînê. Tenê navê malbata wê jê re bû mazbate. Ew bi vê mazbateyê ve xanim, zane, jixwebawer, azad û xwedîraman jiya.

Lê yên ku zanibûn ew Kurdeke arîstokrat e û paşnavê wê çi dihewîne heta dawiyê li dijî wê erzan û biyanî tevdigeriyan.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmet Gur / Wêne: Rûdaw Grafîk

Li Tirkiyeyê rewşa zimanê Kurdî

Zarokek li bal dayîkê mezin dibe. Vêca dayîka ku zimanê zikmakî nizane, dê çawa zimanê neteweyekê biparêzê û bigihîne nifşên nû?