Di enerjiya Kurdistanê de qonaxeke nû

17-08-2025
Mehmûd Baban
Nîşan Gaza Xwezayî Herêma Kurdistanê Enerjî
A+ A-

Biryar e ku di vê hefteyê de kompanyaya Danagazê û hevparên wê yekem ceribandina destpêkê ji bo projeya berfirehkirina berhemanîna gaza xwezayî ya Kormorê (KM250) pêk bînin.

Piştî vê ceribandinê, proje dê derbasî qonaxa berhemanîna 250 milyon pê sêca gazê ya rojane bibe ku ev dê li ser 540 milyon pê sêca gaza ku niha li kargeha Kormorê tê berhemanîn, were zêdekirin. Bi vê yekê, tevahiya berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê dê ji milyarek pê sêca di rojekê de zêdetir bibe.

Li gorî daxuyaniya herî dawî ya kompanyaya Danagazê, karên projeya KM250 dê ji dema diyarkirî zûtir kuta bibin. Di heman demê de, karên bipêşxistina kargeha Çemçemalê bi armanca berhemanîna 75 milyon pê sêca gazê ya rojane, pêşketineke berbiçav bi dest xistiye.

Bi vê yekê, tenê ji van her du kargehan, dê ji destpêka sala bê ve Herêma Kurdistanê bikaribe rojane 865 milyon pê sêca gaza siruştî berhem bîne. Ev yek kargeha Kormorê dike yek ji projeyên gazê yên herî mezin li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, weke projeyên Xezzan li Omanê, Zuhr li Misrê û Lîvyasan li Deryaya Spî.

Ji aliyekî din ve, di nîvê meha Gulanê ya îsal de, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet, du peymanên mezin di sektora petrol û gazê de li Washingtonê îmze kirin.

Her wiha, amaje bi wê yekê jî kir ku kompanyaya KAR li kargeha petrolê ya Xurmeleyê rojane 120-130 milyon pê sêca gazê berhem tîne. Eger kargehên Mîran û Topxaneyê jî bikevin warê berhemanînê, wê demê dê Herêma Kurdistanê di warê berhemanîna gazê de bide pêşiya Îraqê.

Pirsa sereke ev e; gelo gihîştina Herêma Kurdistanê bi berhemanîna zêdetirî milyarek pê sêca gazê di demeke kurt de, dikare Herêmê têxe nav hevkêşeyên nû yên enerjiyê li herêmê û Îraqê ji hawirdekirina gaza Îranê û elektrîka Tirkiyeyê rizgar bike?

Herêma Kurdistanê û berhemanîna rojane ya zêdetirî milyarek pê sêca gazê

Hejmara kargehên gazê yên Herêma Kurdistanê, bêyî li ber çavan girtina wan kargehên ku dikevin herêmên cihê nakokiyê, pênc kargehên sereke ne ku tevahiya rezerva gazê tê de bi 26 trîlyon pê sêca tê texmînkirin.

Niha tenê kargeha Kormorê berhem dide. Digel vê yekê, pênc kargehên hevpar ên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê hene ku rezerva gaza wan zêdetirî 7 trîlyon pê sêca ye û sê ji wan kargehan niha gaza xwezayî berhem tînin.

Bi vî awayî, tevahiya rezerva gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê, çi li kargehên gazê û çi jî li kargehên hevpar ên petrol û gazê, digihîje zêdetirî 33 trîlyon pê sêca. Asta veberhênanê di vê sektorê de roj bi roj di pêşketinê de ye û tê pêşbînîkirin ku di dawiya îsal de, berhemanîna gazê ji pênc kargehên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê, nêzîkî tevahiya berhemanîna gazê li seranserê Îraqê bibe.

Li gorî daxuyaniya Danagazê û agahiyên berdest, karên pêşxistina projeya KM250 di qonaxa dawî ya ceribandinê de ye. Bi kutabûna vê projeyê, asta berhemanîna gazê li kargehên Kormor û Çemçemalê dê bigihîje nêzîkî 865 milyon pê sêca di rojekê de.

Her wiha, kompanyaya KAR rojane di navbera 120-130 milyon pê sêca gazê de li kargeha Xurmeleyê berhem tîne. Di heman demê de, Western Zagros û Gazprom li kargeha Serqelayê nêzîkî 10 heta 15 milyon pê sêca û kompanyaya DNO rojane 20 milyon pê sêca gazê berhem tînin (ku ji bo bikaranîna navxweyî di berhemanîna petrolê de tê bikaranîn).

Bi vê yekê jî, tevahiya berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê digihîje nêzîkî 1,025 milyar pê sêca di rojekê de, di demekê de ku li gorî daneyên OPEC û Enstîtuya Enerjiyê, Îraq rojane nêzîkî 1,15 milyar pê sêca gazê berhem tîne.

Gihîştina Herêma Kurdistanê bi vê asta berhemanîna gaza xwezayî, di demekê de ye ku li gorî rapora salane ya Banka Cîhanî, ji bo sala sêyem li pey hev kargeha petrolê ya Rojava/West Qurne-2 li Besrayê, di nav zêdetirî 15 hezar kargehan de, di warê şewitandina gaza hevalbend de di cîhanê de yekem e, ku tibaba wê digihîje 1,64 milyar metrekûp. Di sala 2024an de, Îraq di cîhanê de ji bo şewitandina gaza hevalbend bû sêyem welat, bi tibaba 18,18 milyar metrekûp.

Cudahiya din a di navbera Hewlêr û Bexdayê de di warê gazê de, ji aliyê dîrokî ve ye. Li gorî daneyên Enstîtuya Enerjiyê (EI), Îraqê ji sala 1970yî ve bi tibaba 0,07 milyar pê sêca dest bi berhemanîna gazê kiriye, di sala 2007an de asta berhemanînê gihiştiye 0,44 milyar pê sêca û sala borî jî gihiştiye 1.15 milyar pê sêca di rojekê de.

Berevajî vê, berhemanîna gazê ya Herêma Kurdistanê beriya sala 2007an sifir bû, di sala 2008an de gihişte 78 milyon pê sêca di rojekê de, sala borî nêzîkî 0,7 milyar pê sêca bû û tê pêşbînîkirin ku di dawiya îsal de bigihîje zêdetirî milyarek pê sêca.

Di Gulana îsal de, du peymanên nû li Washingtonê ligel kompanyaya HKN û Western Zagrosê ji bo veberhênanê li kargehên Mîran û Topxaneyê hatin îmzekirin. Eger karên van her du peymanan jî pêş bikevin, wê demê di salên pêş de dê Herêma Kurdistanê di warê berhemanîna gazê de bide pêşiya Îraqê û bikare weke dabînkereke nû ya vê enerjiya girîng, li ser asta herêmî û cîhanî derkeve holê, nexasim di qonaxa veguherîna enerjiyê û serdema piştî petrolê de.

Çîroka kargeha gazê ya Kormorê beramberî kargehên Îraqê

Li gorî rapora Ajansa Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) ya meha borî, tevahiya rezerva gazê ya Îraqê nêzîkî 131 trîlyon pê sêca ye lê asta berhemanîna wê li gorî rezerva wê pir kêm e û tenê rêjeya ji sedî 0,00087 pêk tîne.

Berevajî vê, tevahiya rezerva gazê ya Herêma Kurdistanê 33 trîlyon pê sêca ye lê asta berhemanîna wê dê di dawiya îsal de bigihîje 1,025 milyar pê sêca. Ango, rezerva gazê ya Herêma Kurdistanê nêzîkî ji sedî 25,19 ji rezerva gazê ya Îraqê pêk tîne, lê asta berhemanîna wê nêzîkî ya Îraqê bûye, tevî ku di sala 2024an de, ji sedî 48 ji budceya veberhênanê ya Îraqê ji bo Wezareta Petrolê bû ku zêdetirî 12 trîlyon dînar bû.

Ev pêşketina veberhênana gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê, vedigere çîroka serketî ya kargeha Kormorê û hewldanên kompanyaya Crescent Petroleum û hevparên wê yên ku ji sala 2008an ve dest pê kirine û di veberhênan û pêşxistinê de berdewam in.

Di rastiyê de bipêşxistina kargehên gazê yên Herêma Kurdistanê ne xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û weke Îraqê venagere pênc dehsalan berê, belkî temenê wê ji du dehsalan kêmtir e.

Destpêka wê di sala 2008an de bi berhemanîna rojane ya 78 milyon pê sêca dest pê kir û tê pêşbînîkirin ku di dawiya îsal de bigihîje 810 milyon pê sêca gaza siruştî, 127 milyon pê sêca gaza kondensat û 105 milyon pê sêca gaza şilkirî (LPG).

Dawî

Ew ceribandina ku Danagaz û hevparên wê plan kirine pêk bînin, bi navê "Pressure Testing Pipe with Nitrogen" (Ceribandina Zexta Boriyê bi Nîtrojenê) tê nasîn û qonaxa dawî ya berî destpêkirina berhemanînê ye.

Piştî vê qonaxê, amadekarî ji bo destpêkirina berhemanînê tê kirin. Ji ber vê yekê, Danagaz di rapora xwe ya darayî ya çaryeka yekem a 2025an de amaje bi wê yekê kiriye ku bi destpêkirina projeya KM250, rêjeya berhemanîna gazê li wê kargehê dê bi rêjeya ji sedî 50 ji bo her sê curên berhemanîna gazê bilind bibe.

Di sala 2021ê de, di raporeka "Qemer Energy" de ji bo Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê, amaje bi wê yekê hatibû dayîn ku piştî dabînkirina pêdiviyên navxweyî, yekem bijardeya li pêşiya Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina gaza siruştî Îraq e û piştre Tirkiye û welatên din tên.

Her wiha, ji sala 2019an ve peymana firotina gaza KM250 di navbera Danagaz û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin. Sala borî, Danagaz û hevparên wê ji bo firotina gazê bi Îraqê re gotûbêj kirin, lê ji ber nîgeraniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û êrîşên bi dronan, ev mijar hat paşxistin.

Vêga pirs ev e: Zêdekirina 250 milyon pê sêca gazê dê çawa vê mijarê ji nû ve zindî bike? Gelo dê Danagaz û hevparên wê weke berê rasterast bi Bexdayê re bixebitin, yan dê Herêma Kurdistanê, kompanya û Bexda bi awayekî sêalî li ser gotûbêj bikin?

Li gorî daneyên Enstîtuya Enerjiyê (EI) yên ji bo sala 2024an, cudahiya di navbera berhemanîn û daxwaza ji bo gaza siruştî de li Îraqê, rojane 750 milyon pê sêca ye, ev yek jî tevî wan hemû peyman û projeyên ku Wezareta Petrolê di dema vê kabîneyê de îmze kirine.

Îraq dikare bi du rêyan sûdê ji vê pêşketin û geşepêdana gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê werbigire: yan gazê bikire û veguhezîne wargehên berhemanîna elektrîkê, weke ku di rabirdûyê de hewl ji bo kirîna gazê ji bo wargehên Kerkûkê hat dayîn, yan jî elektrîkê ji kompanyayên berhemanînê yên Herêma Kurdistanê bikire.

Zêdebûna gaza xwezayî di paşerojê de dê wisa bike ku Herêma Kurdistanê bikaribe zêdetir elektrîkê berhem bîne û berhema wê bigihîje 8 hezar megawatan. Bi vê yekê, dê bikaribe asta firotina elektrîkê ji Îraqê re du û sê qatan bilind bike.

Sektora veberhênanê di gaza xwezayî de, sektoreke aloz û dirêjdem e û sermayeyeke mezin jê re pêwîst e. Gihîştina Herêma Kurdistanê bi vê asta berhemanînê di kêmtirî du dehsalan de, di demekê de ku Îraq di pênc dehsalan de gihiştiye vê astê, destkefteke mezin e.

Vê yekê jî wer kiriye ku Herêma Kurdistanê bibe yek ji projeyên pêşeng ên berhemanîna gaza xwezayî li herêmê û Rojhilata Navîn. Bê guman, ev pêşketin dê di salên pêş de cihê Îraqê ji çavdêrê welatên hinardekarên gazê, veguherîne dabînkerê gaza siruştî.

Lê divê neyê jibîrkirin ku ev berfirehbûn ji ber rewşa ewlehiyê sê salan dereng ket, ji ber vê yekê, pêwîstiya vê guhertinê bi dabînkirina asayîş û ewlehiyê di dema niha û pêşerojê de heye.

Di dawiyê de, berdewamiya pêşxistina vê sektorê li Herêma Kurdistanê, dikare cihê Herêma Kurdistanê fena çavkaniyeke nû ya enerjiyê di serdema veguherîna enerjiyê de misoger bike û bibe sedemek ji bo kêmkirina piştgirêdana Bexdayê bi gaza Tehranê û elektrîka Enqereyê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst